Lîstika Qederê/Tengezar Marînî
Li wir, di nav vedenga bêriyê de, -nizanim pirs e an bersiv e?- mirî di bin sîbera daran de dirazan. Dergeh dadayî bûn. Li min çû, hinek bûnewerên daleqandî hebûn. Şevbuhêrka me, li ber baranê. Dema min har e. Henaseya min, ji nişka ve, li ber dîwêr giriya.. Min şev di himbêza xwe de veşart, ba li dergehî dida, li ber kenarê tariyê, min lingê xwe danîbû. Dengê pêlan di tariya kesk de.. Xew sivik bû. Reng li pişt ewran hebûn.. Tîrbûna xwedê li ser xêzekê, di bin çavên asîmên de xamoş dibû. Bayê reş bû, sar û bitirs mija rojên giran Dem nealîkar bû, cihek hebû, ava robarê wê bo avdaniyê bêkêr bû Min…
Ҫend fikir derheqa Rȇvabirȋya Ȇzdîyan da/Eskerȇ Boyȋk
Ji pey qedem guhestina Mîrê Êzdîxanê Mȋr Tehsȋn beg ra valahîk di nav rêvabirȋya civaka Ȇzdîyan da ҫȇ bû. Berȇ jȋ rȇvabirȋ xurt nȋbû, lȇ ji bo nava evdȇn Ȇzdȋ da bawarȋ berbi rȇvabirîyȇ hȇ hebû valayȋ ewqas nedihat texmȋnkirin, eger pirsgirȇk ҫȇ dibûn Êzdîyan alȋyȇ Mȋrȇ xwe dinhȇrin. Benda gotineke wȋ bûn. Mȋr dinȇdȋtȋ, bȋnfire, fikirdarekȋ mezin bû. Axaftina xwe da fesal bû, zêde nediaxivî. Cihanȇ da naskirȋ bû. Xȇrxweza jȋ, nexweza jȋ qedrȇ wȋ digirtin, jȇra hesab rûdiniștin. Xwestin û gazinȇ civakȇ jȋ kȇm nȋbûn. Salȇ dewȋyê di jȋyana Ȇzdȋyan da bûyarȇn tragîk didane pey hev… Gel nȇzȋkbûna lȇya reș, ya malwȇran texmȋn dikir û nerehet bû. Xastina teva demezirandina rȇvabirȋke olȋ û…
Peyamek ji Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ve
Mesrûr Barzanî Kurdistan Ala Kurdistanê PDK Bexda Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî şewitandina baregeha Liqê 5 ê PDKê li Bexdayê û bêrêziya li hember ala Kurdistanê şermezar dike. Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di peyama xwe de radigihîne: “Bêrêziya li hember pîroztirîn sembola Kurdistanê û şewitandina wê û girtina ser baregeha partiyekê ku zêdetirîn qurbanî ji bo rûxandina rêjîma Beis a dîtktaro li Iraqê û bidestxistina mafên rewa yên gelê Kurdistanê daye, êrîşeke aşkere li ser buhayên demokrastî, pêkvejiyan û aştiya civakî li Iraqa federalî ye.” Destnîşan kir jî, di pêwendiyeke telefonî bi Serokwezîrê Iraqê re, daxwaz kir, rêkarên yasayî li hember encamderên wê tawanê bên girtin. Deqa peyama Serokwezîrê Herêma Kurdistanê: Bi tundî êrîşa îro ya tîmeke deryasayî li ser baregeha Liqê…
PDKê li ser şewitandina baregeh û Ala Kurdistanê peyamek belav kir
PDK Baregeh Bexda Ala Kurdistanê Şewitandin Şermezarkirin Hewlêr (K24) – Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li ser şewitandina baregeha Liqa 5 a PDKê û Ala Kurdistanê daxuyaniyek belav kir û ragihand: “Em ji Hikûmeta Federalî daxwaz dikin, di demeke herî nêz de rêkarên yasayî li hember encamderan pêk bîne, ku komeke naskirî ye û li ser tawana xwe daxuyaniyek belav kirine, herwiha em nîgeranî û dilgiraniya xwe jî nîşan didin li ser xemsariya wan hêzên ku parastina baregehê bi wan hatibû spartin.” Daxuyaniya PDKê wiha ye: Îro serê sibehê 17ê Cotmeha 2020an, beşeke sergerdan a ji milîsan, ku ji prensîpên niştimanî û hestkirina berpirsyariyê dûr in, li dijî demokrasî û azadî, êrîş kirin ser baregeha Liqa 5 a partiya me û bi awayekî dûr…
Selman: Şanda Siwêdî tekezî li ser vekişandina Tirkiyê ji Rojava kir
Navenda Nûçeyan (K24) – Şandek ji Swêdê gihişt rojavayê Kurdistanê û tekezî ser helwesta xwe ya derbarê pêwîstiya derketina Tirkiyê ji deverên dagirkirî yên rojavayê Kurdistanê kir. Şandek ji Wezareta Derve ya Siwêdê serdana rojavayê Kurdistanê kir û li gel Desteya Têkiliyên Derve ya Rêvebiriya Xweser re civiya. Ev şand hin program dane pêş xwe û dê çend rojan li rojava bimînin. Berpirsê şandê jî tekezî ser helwesta xwe ya derbarê pêwîstiya derketina Tirkiyê ji deverên dagirkirî yên rojavayê Kurdistanê kir. Wezîra Derve ya Siwêdê Ann Linde berî hefteya bûrî di konferanseke rojnamevanî ligel Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu li Enqerê ji Tirkiyê daxwaz kir; hêzên xwe ji axa Sûriyê vekişîne û Enqere weke berpirsa dabeşkirina axa Sûriyê û çewisandina Kurdên li Sûriyê tohmetbar kir. Di wê derbarê de Endamê Desteya Pêwendiyên Derve ya Rêveberiya Xweser Ebilrehman…
Peyama Serok Barzanî li ser şewitandina avahiya PDKê û Ala Kurdistanê
Hewlêr (K24) – Serok Mesûd Barzanî li ser êrîşa îro ya bi ser Liqa 5 a Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û şewitandina avahî û Ala Kurdistanê peyamek belav kir û ragihand: “Ev êrîş paşketîbûn û bêferhengî û zihniyeta wê koma şerxwaz ji her kesî re nîşan dide.” Peyama Serok Barzanî wiha ye: Bi navê Xwedayê mezin û dilovan Agahiya êrîşkirina ser baregeha Liqa 5 a Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ji aliyê komeke têkder ve, gihişte me, ku di encama wê kiryara neyasayî de sivikatî li Ala pîroz a Kurdistanê û ala PDKê kirine. Em bi awayekî herî tund, wê êrîşa nemerdane şermezar dikin û em li vir radigihînin ku ev cûre êrîş û destdirêjî bi ti awayî ji pêgeha Kurd û nirxên bilind ên…
KOMPLÊKS Û TEVLÎHEVIYA ME Û GIRÊDANA DERÛNÊ ME BI RÛDANÊN BORÎ VE/Dîndar Koçer
Eger em temaşey rûpelên dîroka Kurdistanê ya kevin û nûjen bikin, bêgûman di gellek waran de em şanaziyê bi xwe dikin ji ber ko em wek gelekê bindest û zûlmlêkirî me dest ji xebat û têkoşîn û azadiya Kurdistanê bernedaye û heta îro jî berxwedana gelê Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê ya berdewame bi rêkên cûda, ji ber ko têkoşîna azadî û serxwebûna Kurdistanê xebatek pîroz û rewa ye. Mixabin hevdem li gel wê şanaziyê hindek rûdan û karesatên mezin yên tehil hene ko bi serê Kurdan hatine ji ber ko xayîn û welatfiroş di nav Kurdan de hebûn û hene, yek ji wan karesatên katastrofîk ya 16ê cotmeha 2017 ye demê Kurdan Kerkûk ji…
TOZ Û BA/Tengezar Marînî
Wax delalo, tu gotinekê dibêjî, serê min dagirtî berf e bi dilovanî tu peyvekê dibêjî dilê min î şikestî pûç dikî! Balindeyo, ka li vê susretê binihêre? Av girik e, dilê te zelal Bi vê gerdûnê bihizire?! Êşek heye, Dilpakiya welatê min, ji wê kaniyê derdibe Ev çiye li dor min digere? Çavên wan ji gunehan mişt in Newêrî çêran bidî Ev gewdê min e Li kû derê veşêrî, dibe. Eger nikaribî min veşêrî Termê min bavêje daristanekê! Rêka xwe vekirî û fereh bihêle Ev av çawa li xwe dizîvire? Dawiya rûbarî çawa dibe? Ev çi, keser, axînik û qêrîn in, berya qûm avê bimije rû didin? Azadî bi dêmekî girnijî rawestiyayî ye Dengek im,…
Ofîsa Serokwezîrê Iraqê naveroka rêkeftina li ser Şingalê eşkere kir
Hewlêr (K24) – Ofîsa Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî naveroka civîn û rêkeftina ligel şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya li ser asayîkirina rewşa Şingalê eşkere kir. Di daxuyaniyê de hatiye eşkerekirin: “Îro înê 9ê Cotmeha 2020an, Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî ligel rayedarên hikûmeta federal û Hikûmeta Herêma Kurdistanê civînek ji bo rêkeftina li ser vegerandina aramî û asayîkirina rewşa Şingalê li sînorê parêzgeha Neynewa, bi amadebûna Jeanine Hennis-Plasschaert, Nûnera Taybet a Neteweyên Yekbûyî ya li Iraqê encam da.” Ofîsa Mistefa Kazimî diyar kiriye: “Di civînê de Kazimî tekezî li temamkirina rêkeftina li ser dosyeyên îdarî û ewlehî yên navçeya Şingalê kir, ku dê bibe sedema bilezkirin û hêsankirina pêvajoya vegera awareyên wê navçeyê.” Herwiha hatiye destnîşankirin: “Rêkeftin di…
Peyama Serok Barzanî li ser rêkeftina Şingalê
Serok Barzanî Şingal Rêkeftin Herêma Kurdistanê Iraq Hewlêr (K24) – Serok Mesûd Barzanî li ser rêkeftina navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta Bexdayê ya derbarê mijara asayîkirina rewşa Şingalê de daxuyaniyek belav kir. Peyama Serok Barzanî wiha ye: Bi navê Xwedayê mezin û dilovan Rêkeftina di navbera Hikûmeta Federalî ya Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya li ser vegerandina aramî û asayîkirina rewşa Şingalê hengaveke erênî û rêyeke rast e. Ez destxweşiyê li her du Hikûmetên Federalî ya Iraqê û Herêma Kurdistanê dikim ji bo vê rêkeftina ku dê bibe sedema asayîkirina jiyana welatiyên li wan navçeyan û kêmkirina êş û azarên xûşk û birayên Êzidî û vegerandina wê xelkê ku ji ber rewşa çend salên derbasbûyî û êrîşên terorîstan tûşî êş û…