LALIŞ/Eskere Boyik
Ez kevirekî mașyayî yê LALIŞA xweye NÛRANÎ temamya birc -qesir, dêr-mizgevtê dinyayê yê mermer, yê bi zêr – zîv, dur – cewhir xemilandî ra naguherim… Ji bo Laliș e dîroka Kal-bavê min, dîroka Gelê min… Ecêba suruştêyî, Laliş, Bi şewqa rojê şûştîyî, Laliş, Efsena hezaran salan Dergeyê buhuştêyî, Laliş. Nûrî tu, ji dura Xwedêyî, Pîrozaya heta-hetêyî, Mala xuliqdarê jorîn Li ser dilê erdêyî, Laliş. Cîyê çira û findanî tu; Warê şurên giranî tu; Due’a kal-bavê min Stûna erd – esmanî, Laliş! Çê nebûyî tu bi şûr û şêr, Xemla te ne zîve û ne jî zêr, Ji axêyi, avê, bê û êgir Sura jorînî û sêra jêr… Laliş! Çiqas kevnî, ewqas jî nûyî, Hêsîra vê dewra,…
Șemoyê Hemo Tȇmûrov (1898-1966)Eskere Boyik
Salȇn 1914-1920 ȋ ji bo Ȇzdîyȇn Serhedȇ dema here dijwer bû. Șerȇ cihanȇ yȇ ewlin dinȋya tev li hev kiribû, herema Serhedȇ bûbû meydana șer û dewȇn xezeb. Roma reș, wek lȇya zulmȇ berbi Kovkasȇ dikșȋya û li ser rȇya xwe ҫi hebû wȇran dikir. Salȇn ji alȋyȇ Tirka va komkujȋya Ermenȋya û Kurden Ȇzdȋ bû. Ȇzdȋyȇn Serhedȇ li ber pirsa hebûn- nebûnȇ sekinȋ bûn. Cȋnar jȋ wan hatibûn xezebȇ. Erd li bin lingȇ wan da dișewitȋ. Cihanê da kes haj tiragȇdȋya Ȇzdȋyan nȋ bû.Heta medîya Ermenîya jî derheqa hevkarên xwe yê Ȇzdî da nedinivîsîn. Tu piștgirȋ, alȋkarȋya madȋ û moralȋ wan ra tune bû. Xelkȇ milk û mal, gund û warȇ xwe hȋștibûn, bo…
Qedera jiyanê gelek caran berûvajî νîn û xwestka mirovane/ Bahram Arif Yassin :بهرام عريف ياسين
Birayê min çil roje ji bo kêliyekê jî li ber çavên min neçûyî. Jiyana çil salên xebat û mandîbûna pêşmergayetiya te di temenê biçûkaniyê de hemû di bîra min deye û weke belgefîlmeke tije serwerî û rojên bi êş û derbideriya awarebûnê, tijeye ji helwesta te ya merdane û camêriya te ji bo erkên dijwar di xizmeta şehîd Erîf Yasîn û mam Remezan, mil bi milê birayên pêşmerge û hevalên te ku tev ji te mezintir bûn, lê te mil bi milên wan mil da erka giran a xebata bê sekin û bê westiyan. Di hemû pêvajoyên xebata şoreşa Gulan a pêşkeftinxwaz de te di temenê 14 -15 saliyê de bi awayekî rasterast û…
Ev helbest di sala 1992an de, ji hêla di wê demê de,/Tengezar Marînî
Ev helbest di sala 1992an de, ji hêla di wê demê de, wezîra edaletê û kar û barên Europa Xanim Heidî Merk, dosta miletê kurd hate nivîsîn. Min ev nivîs wergerande ser zimanê kurdî û ev helbest di dîtinekê li cihê mana rêzdar serokê Herêma Kurdistanê yê berê Kak Mesûd Barzanî, li Pîr Mam diyarî cenabê wî kir û min jî ew bo wan bi kurdî xwend. Ev pir cihê razemendiya cenabê wî bû. Bi helkefta vegera bîranîna Roja Referenduma Miletê Kurd li başûrê Welêt diyarî hemî xwendevanan dikim Kurdistan, ji te hez dikim Welat ê hezaran lat î tu Di nav xwînê de mayî tu Bi rondikan vehûnayî tu Ronîkirî bi hezaran gulên berbero…
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêşwaziya şandeke Amerîkî ya bi Serokatiya nûnerê taybetî yê Serokê Amerîkayê yê bo karûbarên Sûriye û hevpeymaniya cîhanî ya dijî DIŞI
Îro sêşem 22ê Îlona 2020an me pêşwaziya şandeke Amerîkî ya bi Serokatiya nûnerê taybetî yê Serokê Amerîkayê yê bo karûbarên Sûriye û hevpeymaniya cîhanî ya dijî DIŞIê balyoz James Jeffrey kir. Di civînê de me derbarê guhertin û pêşhatên Îraq, Sûriye û girîngiya hevkarî kirina hêzên pêşmerge û artêşa Îraqê y abo rûbirû bûna metirsiyên DIŞIê kir. Balyoz James Jeffrey rol û helwestên Serok Barzanî û hikûmeta herêma Kurdistanê y abo lihev nêz kirina aliyên Rojavayê Kurdistanê bilind nirxand û tekez li ser piştîvaniya Amerîkayê ya bo herêma Kurdistanê kir û got: Herêma Kurdistanê jiber pirrengî û zindî bûna dostayetiya xwe ya li gel Amerîka û welatên Rojavayî, xudan pêgeheke girîng û steratejîkiye li Rojhilata…
Ger Hemî kesk Be, Hemî Bêdeng Be/Tengezar Marînî
Dûrahî, nêzîkî qeraxa xewnên wê, ne carekê ba dihingivt tevzînokên sermemikên wê. Keştiyek ji mijê, destekî ji hilma sibehê ber bi bînahiya çavên min ve. Lerze bi moranê nuxumandî, ji nav dûkêla çirûskê xwe berda geliyekî kûr, ne serî û ne binî. Demê dest pê kir, berev bi sehrbaziyê ve çû.. Ba li wir sîtaveke tarî bû Ji bakur ve, êşek şêliya, difin bilind û ehmeq. Di ser Feratê re, neynik… Li wan qeraxan, kevizê û tîran berev mirinê ve ez birim. Dem pîrhevok e, dawî lê nayê..bûnewerên tarî. Li pişt wan asoyan, dengek heye.. dûr e, dûr e.. Ji evrazn tu dihatî. Ez destkurt im Li wir masiyek hebû, Firnikên wî bêlome bê Dergehê…
ȘENGAL/Eskere Boyik
Tu birîna me yî, Rik û kîna me yî. Êsa hezaran salan, Sebira li ber Bîna me yî Sengal! Tu giryê meyî, Warê fermanan, Bîranîna miryên meyî, Peykalê cangoriyan, Wêranî, lê heyî Sengal! Tu gumana me yî, Pașȋroj-pȇșȋroj Bingeha k’ok‘a meyî, Bi xûna pîroz nivîsar Deftera dȋroka meyȋ Șengal! Tu ȇzdȋtîya meyȋ Pȋrozgeha Bi hezar qubayî, Berbi esmȇn qîrîna Dengê due‘aya meyȋ Șengal! Tu hîlina meyî, Êzdîxane penaber e, Cȋyȇ vegerȇa meyî, Ji wundabînê xilazbûn Warȇ dewî tuyî, Heyî! Șengal! Tu ronaya me yî, Jiyanî, ruhî, Șemsȇ Ezdȋxana kevnar Li ser esmanê Kurdistana meyȋ. Șengal! 2020 ٥
Îro duşem 14/9/2020an me pêşwaziya Balyozê Amerîkayê yê li Îraqê Matthew H. Tueller kir.
Di civînê de ku Konsulusê giştî yê Amerîkayê yê li Hewlêrê Rob Waller jî têde beşdar bû, behsa pere pêdana têkiliyên navbera herêma Kurdistanê û Amerîkayê û rewşa Îraqê hate kirin. Her di heman civînê de me balkêşande ser têkiliyên navbera herêma Kurdistan û hikûmeta federalî û ragihand ku rewşeke erênî û derfeteke baş heye bo çareser kirina kêşeyên helwastî li ser esasê destûra bingehîn û cîhbicîh kirina ew jihev fêmkirinên ku li holê ne bi awayek ku maf û şayîsteyên destûrî yên herêma Kurdistanê li ber çav werin girtin û li gor berejwendiya tevahiya welatiyên Îraqê de be. Di berdewamiya civînê de me behsa rewşa nexwestî ya deverên Kurdistanî yên derveya îdareya herêmê kir…
Sipasî/Eskerê Boyîk
Ez, li ser navȇ xwe û mirovaya me razȋbûna xwe elamȋ rȇvabirȋya bajarȇ Yêrêvanȇ dikim, ji bo k‘ûҫeke nehȋya bajȇr, ya K’anak‘ȇr-Zȇytûnȇ kirin e li ser navȇ kalkȇ me Ûsiv Begê /Tȇmûryan Kalkȇ me Ȗsiv Beg, dost û xȇrxwezȇ gelȇ Ermenȋ bû. Dema gelê Ermeî, ya here dijwar da, bi gelȇ xwe va pișta pismamȇ xwe sekinȋ. Dewleta Ermeniya ya ewlin ra bû leșker, șerkar, sȋyasȋmedar, endemȇ parlamȇnte û weke hȇza xwe, emekê xwe kire kar û demezirandina Komara Ermenistanê ya ewlin da. Sipas hukumata Komara Ermenistanȇ ra. Sipas gȇlȇ Ermenȋ ra. Nebîyê Usiv Beg: Eskerê Boyîk /Broyan Nivîskar Endemê Yekîtîya Nivîskarê Ermenistanê 09.09.2020 Շնորհակալություն Ես իմ և մեր ամբողջ գերդաստանի անունից, շնորհակալություն եմ հայտնում…
Dayêêê😢😢😢…Xaylaza Reşîd
Xerîbim dayê, xemgînim dayê, bê hal im dayê, dikim nakim, ji welatê xerîba dengê dayîka min nayê… Min go dayîka min nexwaşe dayê Ez ê destê dayîkê bigrim lezekê derxim şaneşînê ber hewayê dayîkê go, bethalim bîna min dernayê. digrîm, dizarim, wek berxike ke virnî dikalim, daykîka xwe digerim, Ez dayîkê navînim Û por û poşman Ser mala xwe da vedigerim… Xasiya min, dayîka min e pirşîrin û emekdar, Zîna Şerefê Emer iro 85 saliya xwe da çû ser dilovaniya xwedê… Gelo çima, çima û çima, direvim û narevim ez ev ê qederê xilaz nabim. Dibe sûcê min e, ka bêjin, şeş sal berê dayîka min çû ser dilovaniya xwedê ez ne bersêrî bûm û…