Șengal ji pey heft sala ra/Eskere Boyik
Heft sal ji wê komkujȋya xezeb derbas bûne lê hêjȋ tu pirsgirêkên Êzdȋyan û azadȋya Şengalê bi rastȋ çareser nebûne. Tu daxuyanȋ, tu biryareke fermȋ ya balkȇș derheqa wȇ Fermana zulm û ҫareserkirina pirsa Ȇzdȋyan da ne ji alȋyȇ dewleta Ȋreqê, ne jî alȋyȇ rȇvabirȋya Herȇma Kurdistanȇ da nehatȋye dayȋn. Berovajî çiqas dem derbas dibe pirsgirêk kûr û dijwer dibin,xelk bêhîvî dibe, pirsgirȇkȇ nû derdikevin, neheqȋ di ҫareserkirina pirsgirȇkȇn Ȇzdȋyan da zȇde dibin. Dȋsa dixwezin bi peyvȇn rayedaran yȇn vala, yan bi mêtodên zorȇ xelkȇ ker bikin. Difikirin ҫiqas pir Ȇzdȋ ji welȇt birevin, ewqas kar e. Hȋvyȇn xelkȇ pûҫ dertȇn. Gelo destûra dewletê da guherȋnek ҫȇ bûye, ku mafȇn Ȇzdȋyan, wek hemû evdȇn wȋ…
Amara evro ya Koronayê li Herêmê: 10 kesên din bi Koronayê canên xwe ji dest dan û 215 kesên din jî pêketin
K24- Hewlêr Wezareta Tenduristîya hikumeta Herêma Kuridstanê ragehandina hejmare 151 a taybet bi nexweîşya Koronayê belav kir. Ev jî deqa wê ye: Ragehandina 24 demjimêrên burî ya taybet bi nexweşîya Vayrosa Koronaya nû COVID-19, hejmare 151. Kerentîn: (131 hevwelatîyên nû ketine di kerentînê de). 1,530 hevwelat di kerentîneyê de ne li 23 cihên cuda. Silêmanîyê: 347 Duhok: 1,183 Pişkinîn: (2,281 pişkinên nû) Hewlêr: 975 Silêmanîyê: 421 Germîyan: 215 Raperîn: 22 Duhok: 623 Helebce: 25 Tûşbûn: (215 tûşbûyên nû) Hewlêr: 76 Silêmanîyê: 72, Germîyan: 39, Raperîn: 3 Duhok: 11 Helebce: 14 Başbûn: ( 140 başbûn) Hewlêr: 113 Germîyan: 6 Duhok: 12 Helebce: 9 Mirin: (10 mirin) Hewlêr: 3 Silêmanîyê: 6 , Germîyan: 1 Amra giştî: Kerentîn: (20,096…
Wezareta Pêşmerge û Berevaniya Iraqê gihiştine têgehiştineka baş
BasNews- Wezareta Pêşmerge û Wezareta Berevaniya Iraqê tekez dikin, ji hev têgehiştineka baş di navbera herdû aliyan de heye derbarê pirkirina valahiya ewlehiyê li deverên Kurdistanî yê derve ya rêveberiya Herêma Kurdistanê bi hevpişkî di navbera Pêşemerge û supayê Iraqê de. Di vê warê de, Serfermandarê Pêşmerge Cemal Eminkî ragehand, ji hev têgehiştineka baş heye li ser binemaya wê ji hetêgehiştinê jî, danûstandin di navbera herdû aliyan de berdewam dibe. Da ku rêkkevtineka konkirîtî jî bihêt encamdan; çend xal di navbera Wezareta Pêşmerge û Wezareta Berevaniya Iraqê dê bihên gengeşekirin. Hevdem Tehsîn Xefacî, rêveberê ragehandina Wezareta Berevaniya Iraqê tekez kir: Danûstandin bo pirkirin valahiya ewlehiyê li wan deveran li gel Pêşmerge dê berdewam be. Di…
Li Ber Dergehê Xewnekê/Tengezar Marînî
Mîna dareke qurum vala xebxeba şevê ewr westiya Carekê, rondikên min bûne berbang rékên winda himbêz dikim xatirxwestin xwe bi mijê dinuxumîne. Mîna xerîbekî derdên xwe binax dikim. Tenêtiya xwe dilorînim ji dêmên te xem dibarin. li perava çîrokên min û te bîranîn dinivin çavên xwe bi xewê dişom. Torikê min û te hilgirê: rengê me, pênivîsa me, xewnên me, têkçûnên me, kesksora me, şikestinên me, berf û barana me, tav û birûskên me, çîvanokên me, demên me, mirinên me, ye. Ê raxistî bi ser biyavên êşê ez im! hêdî hêdî bar dikim, rojên xwe, ba û baranên xwe, xwêya xwe, agirê hinavê xwe, erd û asîmanên xwe, derd û kulên xwe, di nav razên…
Rêpênedana bi Pirtûkan di Pêşengehan de.!Tengezar Marînî
Ev susretek e, dema xwedêgirevî dezgehek xwe xwedanê nivîsîn û nivîskariyê bibîne. Tenê dezgehê bê kesayetî rê didin rûdanên qedexekirinan û ciyawaziya derbirîna bîr û baweriyan. Ev rêpênedan bingeha bi hêz e ji bo avakirin û piştgiriya sîstemên totalîter û destpêka diyarbûna faşîzmê ye. Îro ji bo yekrêziyê di hêla siyasî de gav hatine avêtin, ji bo ev gav cihê xwe bigirin, pêdivî bi piştgiriya nivîskar û hizirmendan e, ko xalên baş bi hêz bikin û rexne li kêmasiyan bikin. Nivîskarê kurd Jandost, ew sinor derbas kiriye, ko mixabin li warê wî pirtûkên wî di peşengehan de werin qedexekirin. Nizanim ta kengî ev serhişkî kîn wê bimîne. Ev hişmendiya rênedana bi hinek nivîskaran an jî kîna…
Cotyar Adil: Seqayeka aram bo gehiştine rêkkevtinekê li gel Bexda durist bû ye
Cotyat Adil, gotebêjê hikumeta Herêma Kurdistanê zanyarî û hûrkarî derbarê dawîn civîna civata wezîran pêşkeş kir û ragehand, di van nêzîkan de, şanda Herêma Kurdistanê serdana Bexdayê dike bi mebesta çareserkirina arîşeyên di navbera herdû alîyan de, bi teybet arîşeyên darayî û deverên Kurdistanî yên li derve ya rêveberîya Herêmê. Cotyar Adil, piştî temambûna civîna Civata Wezîran, di kongireyeka rojnamevanî de tekz kir, di çarçoveya piroseya çaksazîyê de, evro Civata Wezîran biryar li ser xalên girnd da. Yekem: pesindkirina Sinduqa Xanenişînê bû li Herêma Kurdistanê, ku ev piroje xizmeteka mezin bi wan xanenişînan dike; ewên gelek xizmet hene. Derbarê biryara dûyem jî, gotebêjê hikumetê got: Di civîna evro de, Civata Wezîran biryar li ser mercên…
Qonaxeke din a xizmetê.. Eliktirîk ji Hewlêrê bo hemû Herêma Kurdistanê
Wîstgeh Xebat a eliktirîkê ya 300 mîgawat dide hat vekirin, ku ji Hewlêrê bi rêjeya sedî 10 eliktirîka Herêma Kurdistanê zêde dike. Serokê Hikûmetê jî di merasîma vekirina wê wîstgehê de soz da welatiyan: Tevî rewşa dijwar, lê kompanya û hikûmet jî bi projeyên xizmetguzariyê ranawestin.” Projeya eliktirîkê 300 mîgawat ya Xebat ku îro dikeve kar, dikare eliktirîka Herêma Kurdistanê bi rêjeya ji sedî 10 zêde bike. Proje ji aliyê Wezareta Eliktirîkê, kompanyaya KNOC ya Koryaya Başûr hat dirustkirin û têçûna wê jî zêdetir ji 564 milyon Dolar e. Wîstgeh îro bi merasîmeke mezin, bi amadebûna Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Cîgirê Serokê Hikûmetê Qubad Talebanî, Konsolê Giştî yê Koryaya Başûr û çendîn berpirsên din ên…
Henaseya te Himbêz dikim/Tengezar Marînî
ûzîk aram e Dengê Cam, nizim Ken, xatirxwestin Hest bêdawî dibin, di nav awirên te de. Li ser lêvên min henaseya te Li ser pişta şevê şopa tiliyên te Wisa nazik te digot Dem li dora me li semayê serxweş e dizîvire hizra min li pey sîbera te: Ba himbêza min baskên evînê Nêzîkî te, dûrî te, hizra dengê te Ez, helbest, peyv.. kûr, bilind Hebûn Min bêriya te kiriye: MIJ
Ta dûrî hev in./Tengezar Marînî
Xwe bi sîberê ve hişk girt, Tirsekê ew girtibû, ji xwe ditirsiya. Pireke wisa, kesekî bawer nedikir, ji hemî keviyan dişêliya, hestiyê miriyan, toz û peraveke bitirs Her roj çend têgeh rû didan. Di dema dawiyê de, li Kompasekê digeriyam. Peyvek di nav roniyê de, li vê qadê gotinên li hev siwar dibin hene Ez destên te digrim. Destên te, refekî balindeyan, mûzîka Rock, – Ez û te li ber ba bûn- Dîrok gulleyan berdide dîrokê. Seg guleyan berdidin xwe. Ji destê te bajar direvin, didin pey hev. Destên te, tiliyên xakekê di nav azmanan de winda dibe. Kevir nema rehmê dikim, wey lawo… Eger evîndar bî gerekê di navbera sing û linga de bike….
Hikûmeta Herêma Kurdistanê alîkariya 565 xwandekarên Şingalê dike
Lezgîn BasNews – Rêveberiya perwerdeya Şingalê diyar kir li ser biryara serokê hikûmeta herêma Kurdistanê hemû pirsgirêkên xwandevanên perwerdeya Şingalê hatine çareser kirin û îro 09.07.2020ê dê xwandevanên Şingalê ber bi Duhokê ve bên bo encamdana ezmûnên pola 12ê ya amadeyiyê. Rêvebera Perwerdeya Şingalê Meyser Hecî ji BasNewsê re ragehand, hemû mesrefên xwarin û dabîn kirina cîh bo xwandevanan û hatûçûna wan heta testên wan ên koronayê dê ji aliyê hikûmeta herêma Kurdistanê ve bê kirin. Naha ti pirsgirêkek xwandevanên perwerdeya Şingalê nemaye, hemû hatin çareser kirin. Herwaha çend otêl hatine dabîn kirin li Duhokê bo hewandina xwandevanên qeza Şingalê û heta dawiya ezmûnan jê dê li wan otêla bimînin.’’ Herwaha got: ‘’Hikûmeta herêma Kurdistanê alîkariya…