HDP: Li zîndana Sîlîvrî 191 kes bi Korona ketin e û 8 kes jî di bin çavdêriya çir de ne û
Parlamenterek HDPê dibêje, li zîndana Sîlîvrî, 8 kes ji ber Vayrosa Korona di bin çavdêriya çir de ne û 191 kes jî, bi Korona ketin e. Parlamenterê HDPê Omer Faruq Gergerlîoglu da xuyakirin, Vayrosa Korona li zîndanên Tirkiyê pir bi lez belav dibe, lê rayedar, li hember vê tu bergiriyan pêş naxin. Da zanîn, li gor agahiyên dawî, li Zîndana Sîlîvrî, rewşa tendirustiya 8 kesên bi Korona ketine nebaş e û di bin çavdêriya çir de ne. Da xuyakirin, 191 girtiyên heman zîndanê jî, bi Korona ketin e. Wezareta Dadê, di çarçoveya rêkarên tendirustiyê de, hevdîtina girtiyan bi malbatan re ragirtiye û tenê rê dide pêwendiyên telefonê. Herî li pêş
5 tûşbûyên Koronayê çevebûn û tenê 15 kes li Herêma Kurdistanê mane
Sê tûşbûyên Vayrosa Koronayê li Duhokê hatin çareserkirin û ti nexweşên Koronayê li wî bajêrî neman. Tenuristîya Duhokê ragehand, ku sê tûşbûyî li Duhokê mabûn û ew sê jî hatin çareserkirin û vegerîyan malên xwe û ti nexweş li Duhokê nemane. Ji destpêka serheldana Koronayê li Herêma Kurdistanê heya niha hejmara kesên tûşbûyî li parêzgeha Duhokê 19 kes bûn û niha ti halet têde Li parêzgeha Silêmanîyê ti haletên tûşbûnê bi Koronayê nemane. Tendurîstîya Hewlêrê jî ragehand 2 tûşbû çevebûn û vegerîyan malên xwe. Bi vê yekê jî li Herêma Kurdistanê tenê 15 nexweşên Vayrosa Koronayê mane li parêzgeha Hewlêr.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê biryarên girîng derkirin
Roja Sêşemê 5. 5. 2020an Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi serperiştiya Serokê Encûmena Wezîran û bi amadebûna Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî civiya. Di civînê de, guftûgo derbarê rewşa darayî ya niha ya Herêma Kurdistanê û rênimayên bicihkirina yasaya çaksaziyê hate kirin, ku beşek ji karnemaya kabîneya nehem a hikûmeta Herêma Kurdistanê ye. Di tewereke din a civînê de, Cîgirê Serokê Encûmena Wezîran derencamê civînên şanda hikşmeta Herêmê li Bexdayê bi serokatiya Cîgirê Serokwezîr pêşkêş kirin, bi taybet babeta destkeftên darayî û dosya petrolê û gazê. Encûmena Wezîran ji bilî destxweşiya li şandê û bilindnirxandina hewlên wan, pêşniyarên şandê pesend kirin, bo berdewamiya civînan ji bo çareserkirina pirsgirêkan, dabînkirina maf, mûçe û destkeftên…
Amûra destnîşankirina vîrûsa korona hatiye Kurdistanê
BasNews- Wezîrê Tenduristiyê yê Herêma Kurdistanê radigihîne, Herêma Kurdistanê amûreya destnîşankirina vîrûsa korona peyda kir. Wezîrê Tenduristî yê Herêma Kurdistanê Dr. Saman Berzencî ji K24ê re ragihand, ew amûre ji bo destnîşankirina kesên tûşî vîrûsa korone bûne ye û encaman jî diyar dike. Her îro roja duşemê 24.02.2020an Wezîrê Tenduristiyê ragihandibû, wan rêkarên xwe zêde kirine, ji bo rê li ber belavbûna wê vîrûsê bigirin. Herwiha ji berî çend rojan ve jî rênima û hişyarî ji bo welatiyan bi awayekî berfireh belav kirine. Îro yekem haleta tûşbûna bi vîrûsa korona li welatên Bayrêyn, Kuwêt û Iraqê hatin tomarkirin.
Serok Barzanî pêşwaziya şandekî bilinda Yekgirtiya Îslamiya Kurdistanê kir
Roja çarşem 19.02.2020 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Mamosta Selaheddîn Mihemmed Behaedîn Emîndarê Giştî yê Yekgirtiya Îslamiya Kurdistanê û şandekî li gel kir ku ji Dr. Hadî Elî Serokê Encûmena Serkirdayetî û Dr. Selaheddîn Babekir Kargêriya Encûmena Bicîhkirinê û Dr. Mihemed Hawdiyanî Endamê Serkirdayetî û Berpirsê Peywendiyên Yekgirtiya Îslamiya Kurdistanê pêkhatibû. Li hevdîtinê de Serok Barzanî pîrozbahiya serkeftina kongreya Yekgirtiya Îslamiya Kurdistanê li şanda mîhvanan kir û pêzanînên xwe jî ji bo rol û miyanrewî û helwestên Yekgirtî li proseya siyasî û qonaxên hestiyarên jiyana siyasî ya Herêma Kurdistanê de hebû. Her li vê civînê de di derbarê pêşhat û guhertinên siyasî yên li ser asta navçeyê û qeyrana siyasî li Iraqê û proseya…
Mezlûm Ebdî: Kes nikare projeya rêveberiya xweser jinav bibe
BasNews – Fermandarê giştî yê Hêzên Sûriya Demokrat (HSD) ragehand, kes nekare projeya Rêveberîya Xweser ji nav bibe û bê wan krîza Sûriyê çareser nabe. Fermandarê giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî di hevpeyvînekê de li gel kenala El Erebiye re ragehand, rewşa Sûriyê qet navegere bo pêş sala 2011ê û di vê hevkêşyê de Kurd xwedî roleka mezin e û divê li ber çav were girtin. Ebdî got, ew mafeke rewa ji Rêveberîya Xweser re dixwazin ku gelek qurbanî daye ji bo berevanîkirinê ji axa xwe re. Ebdî got, ji krîza Sûriyê re rêya leşkerî neçareye, ji ber vê yekê jî ew hêvî dikin ku bi rêyên sêyasî bigehin rêkeftinekê bi hikumeta Sûriya re. Ebdî tekez…
Mesrûr Barzanî û Wezîrê Derve yê Iraqê rewşa Iraqê û herêmê gotûbêjkirin
BasNews- Îro roja sêşemê 15.02.2020an Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Wezîrê Derve yê Iraqê Mihemed El Hekîm li bajarê Munchenê yê Almanyayê di Konferansa Munchenê da hevdîtinek pêk anîn. Di civînê da guhertinên dawî yên li Iraqê û herêmê, hewlên pêkanîna hikûmeta nû hatin gotûbêjkirin. Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî tekez kir ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê piştevaniya wê hikûmetê dike ku pabendî qewareya federalî û mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê be. Herwiha Herêma Kurdistanê jî amade ye wezîrên xwe di nava hikûmeta nû ya Iraqê da destnîşan bike.
Kurdistan û Hollanda hevnerîn in, ku pêwendiyan bihêztir bikin
Serokê hikûmeta herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ligel Serokwezîrê Holenda Mark Rûte re civiya Mesrûr Barzanî Mark Rutte Hollanda A+AA- K24 – Navenda Nûçeyan Di çarçoveya 2yem roja Konferansa asayişê ya Munchenê de, Serokê hikûmeta herêma Kurdistanê ligel Serokwezîrê Holenda Mark Rûte re civiya. Di civînê de, pirsa berferehkirina pêwendiyên di navbeyna herêma Kurdistanê û Holenda de, herweha hevkariya Holenda ji bo hêzên Pêşmerge di şerê dijî terorê de, hatin gotûbêj kirin. Piştî civînê Mark Rûte ragihand, ku pêwendiyên wan ên bihêz ligel herêma Kurdistanê hene û giringiyek zêde bi Hewlêrê didin. Di beramber de, Mesrûr Barzanî ragihand, ku ew dixwazin, pêwendiyên xwe ligel Holenda di hemû waran de pêş bixin. Serokwezîrê herêma Kurdistanê her îşev dê ligel…
Daxuyaniyeke hevbeş ya civîna Serok Barzanî û Dr Eyad Ellawî
Roja şemî 15.02.2020 li Selaheddîn Serok Mesod Barzanî pêşwaziya birêz Dr Eyad Ellawî û şandekî li gel kir. Li vê civînê de bi hûrî behsa pêşhatên rewşa Iraq û navçeyê û babeta pêkanîna Hikûmeta Întîqalî ya nû ya Iraqê kirin û her dû alî li ser van xalan rêkketin: Yekem: Her dû alî tekez kirin ku Iraq pêwîstî bi mayîna Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî heye bo ku li rûbirûbûna metirsiya terorê, bi taybetî jî li berçavgirtina tevgerên vê dawiyê yê Da’îş de hevkariya welat bikin. Dûyem: Iraq welatê fireh alî û pêkhatane û hîç aliyekî siyasî nikarê di derbarê biryarên çarenûssazên dewletê û paşaroja wê de, takrewiyê bike, ji ber ku ewe dibê gefek li ser…
Amerîka û Kurdistan têkiliyên xwe bihêztir dikin
behsa rewşa Îraqê kirin Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel wezîrê derve yê Amerîkayê civiya û piştî civînê jî Serokwezîr li ser pêgeha xwe derbarê naveroka civînê de wisa nivîsandiye; îro înê 14/2/2020 di yekem roja konferansa ewlekariya Munichê de li gel wezîrê derve yê Amerîkayê Mike Pempeo civiyan û giftûgo derbarê pêşhatên dawî yên Îraq û deverê û geşe pêdana têkiliyên navbera herêma Kurdistanê û Amerîkayê kir, bi taybetî di warê abûrî û hemahengiya zêdetir ya bo rûbirû bûna terorê. Me tekez li ser giringiya aram bûna rewşa Îraqê û mayîna berdewam ya hêzên Amerîkayê weke beşek ji hevpeymaniya dijî terorê û rola giring ya herêma Kurdistanê li deverê de kir. Me herwiha nîqaş…