Parêzgarê Duhokê rênimayên nû yên li sînorê parêzgehê ragihand
Elî Teter, Parêzgarê Duhokê Duhok Elî Teter Parêzgarê Duhokê Covid-19 Korona Parêzgarê Duhokê behsa rêkarên dawî yên rûbirûbûna vîrûsa koronayê (Covid-19) kir û ragihand: “Hatûçûna navbera parêzgeha Duhokê û parêzgehên din tê asayîkirin, lê bi mercê cîbicîkirina rêkarên xweparêzî û rênimayên tendirustiyê.” Elî Teter, Parêzgarê Duhokê di civîneke çapemeniyê de diyar kir; her ku diçe vîrûsa koronayê li ser asteke berfirehtir belav dibe, lê rewş dirêj bû û ji ber ku ev rewş bandorê li ser jiyana welatiyan û dikandaran dike, me biryar da em hêsankariyê bikin, lê bi mercê cîbicîkirina rêkar û rênimayên tendirustiyê. Parêzgarê Duhokê destnîşan kir: “Em naxwazin di sepandina rêkaran de bargiranî bixin ser milê welatiyan, em tenê vê yekê dixwazin ku dema diçin…
Serok Barzanî: PDK bûye xwendingeheke niştimanî ji bo xebatkar û têkoşerên Kurd
K24 – Navenda Nûçeya Serok Mesûd Barzanî bi boneya salvegera 74emîn a damezirandina Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) peyamek belav kir û ragihand, Damezrandina Partî (PDK) çerxeke girîng bû li dîroka tevgera rizgarîxwaziya Kurdistanê û bûye xwendingeheke niştîmanî ji bo xebatgêr û têkoşerên Kurd. Armanca damezrandina Partî (PDK) zindî hiştina giyanê xebata siyasiya gelê Kurd û bihêzkirina bawerî bi xwebûna take kesê Kurd bû li serdemeke sext û dijwar de. Serok Barzanî di peyama xwe de got jî: Îsal bîranîna şanzdehê tebaxê di demek de dikîn ku gelê me li ber gef û astengên mezin daye. Niha Kurdistan li gel kêşeyên aborî û tendirustî û planên cûr bi cûrê nehezan da dest û penceyên xwe nerm…
Li Hewlêrê rojane herî kêm 10 kes plazmaya xwînê dibexşînin
K24 – Hewlêr Serperiştyarê Banka Xwînê ya Hewlêrê ragihand; piştî cejnê û zêdebûna hejmara pêketiyên koronayê (Covid-19), her roj herî kêm 10 kesên başbûyî, plazmaya xwînê dibexşînin. Dr. Huner Umer, Serperiştyarê Banka Xwînê ya Hewlêrê ji K24ê re ragihand: “Piştî cejnê û bangewaziya Wezareta Tendirustiyê bo bexşîna plazmaya xwînê, heta niha 67 kes bi mebesta dayîna plazmayê hatin Banka Xwînê, ji wê hejmarê tenê 32 kes dikaribûn plazmayê bidin. Ewên din hatin redkirin, ji ber ku piraniya wan, hêj di xwîna wan de dije-ten çênebûbû.” Serperiştyarê Banka Xwînê ya Hewlêrê eşkere kir: “Hemû wan kesên ku nexweşiya Covid-19 derbas kirine nikarin plazmaya xwînê bibexşînin, ji ber ku çend fîlter hene, fîltera herî dawî dije-ten e,…
Misir û Yûnanistan astengekê datînin ber Tirkiyê
Misir Yûnanistan Tirkiye Rêkeftin Asteng Misir û Yûnanistan piştî hewldanên sê salan, ji bo diyarkirina sînorê deryayî yê navbera her du welatan, rêkeftinek li ser bingeha yasayên navdewletî îmze kirin, bi vê rêkeftinê, van her du welatan astengeke mezin danîn ber berjewendiyên Tirkiyê. Li gor zanyariyan, li nava Deryaya Spî 345 trilyon sêca yedega gazê heye, tevî 3.4 milyar bermîl yedega petrolê, ev serwet bûye sedema cihê milmilaniya welatên derdora Deryaya Spî. Ji vê rêkeftinê, sê armancên Misir û Yûnanistanê hene; rawestandina çavlêbirîna Tirkiyê li serweta Deryaya Spî, bi azadî lêgerîna petrol û gazê li sînorên welatê xwe û astengkirina rêkeftina navbera Erdogan û Serac. Misir û Yûnanistan roja pêncşemê 6ê Tebaxa 2020an, derbarê diyarkirina sînorê deryayî yê…
Sererkanê artêşa Iraqê serdana Kerkûkê kir
❮ BasNews – Sererkanê artêşa Iraqê gihîşt Kerkûkê û bi berpirsên ewlehiyê yên bajêr re civiya. Îro danê sibê sererkanê artêşa Iraqê, Ebdulemîr Yarellah çû Kerkûkê. Li gorî agahiyên BasNewsê, sererkanê artêşa Iraqê bi fermande û berpirsên ewlehiyê yên Kerkûkê re civiya. Di civînê de behsa rewşa ewlehiya bajêr û çalakiyên terorîstên DAIŞê hat kirin.
Di 24 demjimêran de, 180 pêketî li herêma Kurdistanê
K24 – Navenda Nûçeyan Wezîrê tendirustî yê hikûmeta herêma Kurdistanê , Saman Berzincî piştî seredana wî bo Bexdayê û civîna ligel Wezîrê tendirustî yê Iraqê di konferansek rojnamevanî de ragihand, heta niha zêdetirîn hejmara tûşbûyan a rojekê hatiye tomar kirin, ku 180 pêketî hatin tomar kirin û piraniya wan nîşaneyên nexweşiyê hene. Got jî , di civîna wan de bo duyem car wezareta tendirustî a Iraqê , budceyek din bo dabînkirina xercî û pêwîstiyên wezareta tendirustî a herêma Kurdistanê dabîn kir. Herweha got, Wezareta tendirustî ya Iraqê biryar da, xerciya çêkirina nexweşxaneyekê li herêma Kurdistanê taybet bi Korona li stuyê xwe bigire. C.B
Rêbwar Babkeyî: Herêma Kurdistanê jî beşdarî rêkeftina stratejîk ya Amerîka û Iraqê dibe
BasNews – Serokê komîsyona pêwendiyên derve li parlementoya Kurdistanê ragihand, Herêma Kurdistanê jî dê beşdarî danûstandinên stratejîk yên Amerîka û Iraqê bibe. Parlementerê Kurdistanê û serokê komîsyona pêwendiyên derve, Rêbwar Babkeyî ji BasNewsê re got, Iraq û Amerîka di demek nêzîk de dest bi danûstandinên stratejîk dikin. Herêma Kurdistanê jî dê beşdarî wan danûstandinan bibe. Rêbwar Babekeyî her wiha got, piştî wan danûstandinan di warên siyasî, ewlehî û aborî de dê di navbera her du aliyan de rêkeftin were îmzekirin. Ev rêkeftin bo Herêma Kurdistanê jî girîng e. beşdarbûna Herêma Kurdistanê di wan danûstandin û rêkeftinan de dibe sebeba bihêzbûna pêgeha siyasî û îdarî ya Kurdistanê û bandorek baş jî li ser pêwendiyên Waşington û Hewlêrê…
Hevpeymaniya dijî DAIŞê komek pêdiviyên serbazî ji Pêşmerge re şand
BasNews – Hevpeymaniya navdewletî ya dijî DAIŞê ragihand, komek pêdiviyên serbazî ji hêzên Pêşmerge re dabîn kirine. Hevpeymaniya navdewletî ya dijî DAIŞê li ser twîttera xwe ragihandiye, di çarçoveya şerê li dijî DAIŞê de, komek pêdiviyên serbazî bo Pêşmerge hat şandin. Li gorî agahiyên hevpeymaniyê, alîkariyên han ji kincên serbazî û pêdiviyên têlbendkirina çeperan pê tê.
Pentagon: Valahiya ewlehiyê li navçeyên derveyî herêma Kurdistanê bûye sedem, ku DAIŞ bihêz bibe
Wezareta Bergirî ya Amerîkayê rapora 3 mehên destpêka îsal, derbarê rewşa ewlehî, siyasî û şerê DAIŞê li Iraqê belavkir. Di raporê de Pentagon ragihand, ku valahiya ewlehiyê li navçeyên derveyî herêma Kurdistanê bûye sedem, ku DAIŞ carek din bihêz bibe. Eşkere jî kir, li navçeyên dorûberên Mexmûr û çiyayê Qereçoxê, Hêzên Hevpeymanan bi serokatiya Amerîkayê digel Hêzên Pêşmerge kar ji bo paqijkirina wan navçeyan, ji çekdarên DAIŞê dikin. C.B
Serok wezîr Barzanî ligel Konsolê Amerika li Herêma Kurdistanê civiya
BasNews- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ligel Konsulê Giştî yê Amerîka li Hewlêrê Steven Fagin civiya Îror roja pêêncşemê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ligel Konsulê Giştî yê Amerîka li Hewlêrê Steven Fagin civiya. Di civînê de, rewşa herêma Kurdistanê û Iraqê gotûbêj hate kirin. Konsulê Amerîka, pesnê rêkarên serkeftî yên Hikûmeta herêma Kurdistanê kir, taybet bi xweparastin ji Vayrosa Korona. Serokwezîr Herêma Kurdistanê ronahî xist ser rewşa niha ya darayî ya herêma Kurdistanê û amaje kir, ku Hikûmeta Herêmê plana taybet bo rûbirûbûn a vê rewşê pejirandiye, ku ji kêmkirina xerciyan û zêdekirina dahatan pêk tên. Derbarê pêwendiyên herêma Kurdistanê û hikûmeta Iraqê, Serokwezîr Barzanî tekez kir, ku gotûbêj bi arasteya çareserkirina pirsgirêkan liser…