Şingal- Alên grûp û milîsên çekdar hatin daxistin
BasNews- Îro hêzên polîsê federalî li navçeya Şingalê dest bi cîbicîkirina rêkeftina Hewlêr û Bexdayê ya li ser Şingalê kirin. Hêzên polîsê federalî, hemû wan alayên ku grûp û milîsên çekdar ên ser bi PKK û Heşda Şe’bî li Şingalê bilind kiribûn, anîn xwarê. Qaymeqamê Şingalê Mehma Xelîl ji Kurdistan24ê re tekezî li ser dirustiya vê pêngava polîsê federalî kir û ragihand ku ev helmet di çarçoveya cîbicîkirina rêkeftina Şingalê ya navbera Hewlêr û Bexdayê, hatiye pêkanîn. Di helmeta polîsê federalî de alayên her yek ji milîsên ser bi Heşda Şe’bî, Yekîneyên Parastina Şingalê (YPŞ) û hêzên Êzîdxanê, hatin xwarê û tenê ala Iraqê hat bilindkirin. Li gor rêkeftinê, hêzên polîsê federalî li sînorê Şingalê…
Şingal- Nasnameya 104 termên gorên bikom aşkere bûn
BasNews- Endamê Desteya Lêkolînan û Komkirina Belgenameyên Duhokê Felah Hesen ragihand nasnameya 104 termên gorên bikom ê li Şingalê aşkere bûne. Îro roja înê 27.11.2020an Endamê Desteya Lêkolînan û Komkirina Belgenameyên Duhokê Felah Hesen ji BasNewsê re axivî û da zanîn beriya bi demekê termên 124 kesan ji gorên bikom li Şingalê hatibûn derxistin û ji bo aşkerebûna nasnameyan termên wan bo pizîşkiya dadî ya Bexdayê hatibûn şandin. Herwiha di encama lêkolînên pizîşkiya dadî de nasnameya 104 terman hat aşkere kirin. Di berdewamiyê jî de Feleah Hesen da zanîn li gundên Sulax û Koco 2 gundên bi kom hatine dîtin û li gundê Koca 31 term û li gundê Sulax jî 89 kesan hatibûn dîtin….
Hemo: Divê her Kurdek dengê xwe li hember kiryarên PKKê bilind bike
Hewlêr (K24) – Endamê Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê – Sûriye (PDK-S) Ebdulbasit Hemo derbarê kiryarên PKKê yên li dijî Herêma Kurdistanê de diyar kir: “Divê her Kurdek li her çar parçeyên Kurdistanê, dengê xwe, helwesta xwe zelal bike li ser van kiryarên PKKê, ji ber ku bi rastî Herêma Kurdistanê bûye hêlîna her çar parçeyên Kurdistanê.” Endamê Polîtburoya PDK-S Ebdulbasit Hemo ji Almanyayê bajarê Dortmundê beşdarî bultena nûçeyan a Kurdistan24ê bû li ser kiryarên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) bersiv da pirsên Cemal Batun. Li ser berteka rewşenbîrên bakurê Kurdistanê ku îro bang li PKKê kirin ku serweriya Herêma Kurdistanê nas bike û rêzê li îradeya wê ya meşrû bigre, Ebdulbasit Hemo diyar kir: “Ew daxuyanî û civîna birayên me, Kurdên me yên li…
Daxuyanîya Serok Barzanî ya ji bo raya giştî ya Kurdistanê
„RÊZÊ LI DESTHILATÊ BIGRIN Û NAVÇEYÊN BO XELKÊ ME BÛYE CÎHÊ METIRSÎYÊ VALA BIKIN“ Serok Barzanî derbarê bûyerên dawî û helwestê pkkê ji bo raya giştiya Kurdistanê re peyameke nivîskî belav kir. Me teksta peyamê ji malpera wî ya fermî wergirt, li jêr parve dikî. Peyama Serok Barzanî kin û kurt û zelal e. Em şer naxwazin û me şerê Kurd û Kurd heram kiriye! Lê belê bila ti kes û alî vî helwestê me bi şaşî tênegîhe û îstîsmar neke! Parastina Kurdistanê bi ser her tiştî re ye. Nuha Kurdistan ji her demî bêhtir hewcedarî bi parastinê heye! Baştirîn helwest ew e, rêz li desthilata Kurdistanê were girtin û navçeyên bi destezorî lê cîh…
Ҫend fikir derheqa Rȇvabirȋya Ȇzdîyan da/Eskerȇ Boyȋk
Ji pey qedem guhestina Mîrê Êzdîxanê Mȋr Tehsȋn beg ra valahîk di nav rêvabirȋya civaka Ȇzdîyan da ҫȇ bû. Berȇ jȋ rȇvabirȋ xurt nȋbû, lȇ ji bo nava evdȇn Ȇzdȋ da bawarȋ berbi rȇvabirîyȇ hȇ hebû valayȋ ewqas nedihat texmȋnkirin, eger pirsgirȇk ҫȇ dibûn Êzdîyan alȋyȇ Mȋrȇ xwe dinhȇrin. Benda gotineke wȋ bûn. Mȋr dinȇdȋtȋ, bȋnfire, fikirdarekȋ mezin bû. Axaftina xwe da fesal bû, zêde nediaxivî. Cihanȇ da naskirȋ bû. Xȇrxweza jȋ, nexweza jȋ qedrȇ wȋ digirtin, jȇra hesab rûdiniștin. Xwestin û gazinȇ civakȇ jȋ kȇm nȋbûn. Salȇ dewȋyê di jȋyana Ȇzdȋyan da bûyarȇn tragîk didane pey hev… Gel nȇzȋkbûna lȇya reș, ya malwȇran texmȋn dikir û nerehet bû. Xastina teva demezirandina rȇvabirȋke olȋ û…
Peyamek ji Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ve
Mesrûr Barzanî Kurdistan Ala Kurdistanê PDK Bexda Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî şewitandina baregeha Liqê 5 ê PDKê li Bexdayê û bêrêziya li hember ala Kurdistanê şermezar dike. Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di peyama xwe de radigihîne: “Bêrêziya li hember pîroztirîn sembola Kurdistanê û şewitandina wê û girtina ser baregeha partiyekê ku zêdetirîn qurbanî ji bo rûxandina rêjîma Beis a dîtktaro li Iraqê û bidestxistina mafên rewa yên gelê Kurdistanê daye, êrîşeke aşkere li ser buhayên demokrastî, pêkvejiyan û aştiya civakî li Iraqa federalî ye.” Destnîşan kir jî, di pêwendiyeke telefonî bi Serokwezîrê Iraqê re, daxwaz kir, rêkarên yasayî li hember encamderên wê tawanê bên girtin. Deqa peyama Serokwezîrê Herêma Kurdistanê: Bi tundî êrîşa îro ya tîmeke deryasayî li ser baregeha Liqê…
PDKê li ser şewitandina baregeh û Ala Kurdistanê peyamek belav kir
PDK Baregeh Bexda Ala Kurdistanê Şewitandin Şermezarkirin Hewlêr (K24) – Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li ser şewitandina baregeha Liqa 5 a PDKê û Ala Kurdistanê daxuyaniyek belav kir û ragihand: “Em ji Hikûmeta Federalî daxwaz dikin, di demeke herî nêz de rêkarên yasayî li hember encamderan pêk bîne, ku komeke naskirî ye û li ser tawana xwe daxuyaniyek belav kirine, herwiha em nîgeranî û dilgiraniya xwe jî nîşan didin li ser xemsariya wan hêzên ku parastina baregehê bi wan hatibû spartin.” Daxuyaniya PDKê wiha ye: Îro serê sibehê 17ê Cotmeha 2020an, beşeke sergerdan a ji milîsan, ku ji prensîpên niştimanî û hestkirina berpirsyariyê dûr in, li dijî demokrasî û azadî, êrîş kirin ser baregeha Liqa 5 a partiya me û bi awayekî dûr…
Selman: Şanda Siwêdî tekezî li ser vekişandina Tirkiyê ji Rojava kir
Navenda Nûçeyan (K24) – Şandek ji Swêdê gihişt rojavayê Kurdistanê û tekezî ser helwesta xwe ya derbarê pêwîstiya derketina Tirkiyê ji deverên dagirkirî yên rojavayê Kurdistanê kir. Şandek ji Wezareta Derve ya Siwêdê serdana rojavayê Kurdistanê kir û li gel Desteya Têkiliyên Derve ya Rêvebiriya Xweser re civiya. Ev şand hin program dane pêş xwe û dê çend rojan li rojava bimînin. Berpirsê şandê jî tekezî ser helwesta xwe ya derbarê pêwîstiya derketina Tirkiyê ji deverên dagirkirî yên rojavayê Kurdistanê kir. Wezîra Derve ya Siwêdê Ann Linde berî hefteya bûrî di konferanseke rojnamevanî ligel Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu li Enqerê ji Tirkiyê daxwaz kir; hêzên xwe ji axa Sûriyê vekişîne û Enqere weke berpirsa dabeşkirina axa Sûriyê û çewisandina Kurdên li Sûriyê tohmetbar kir. Di wê derbarê de Endamê Desteya Pêwendiyên Derve ya Rêveberiya Xweser Ebilrehman…
Peyama Serok Barzanî li ser şewitandina avahiya PDKê û Ala Kurdistanê
Hewlêr (K24) – Serok Mesûd Barzanî li ser êrîşa îro ya bi ser Liqa 5 a Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û şewitandina avahî û Ala Kurdistanê peyamek belav kir û ragihand: “Ev êrîş paşketîbûn û bêferhengî û zihniyeta wê koma şerxwaz ji her kesî re nîşan dide.” Peyama Serok Barzanî wiha ye: Bi navê Xwedayê mezin û dilovan Agahiya êrîşkirina ser baregeha Liqa 5 a Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ji aliyê komeke têkder ve, gihişte me, ku di encama wê kiryara neyasayî de sivikatî li Ala pîroz a Kurdistanê û ala PDKê kirine. Em bi awayekî herî tund, wê êrîşa nemerdane şermezar dikin û em li vir radigihînin ku ev cûre êrîş û destdirêjî bi ti awayî ji pêgeha Kurd û nirxên bilind ên…
Ofîsa Serokwezîrê Iraqê naveroka rêkeftina li ser Şingalê eşkere kir
Hewlêr (K24) – Ofîsa Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî naveroka civîn û rêkeftina ligel şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya li ser asayîkirina rewşa Şingalê eşkere kir. Di daxuyaniyê de hatiye eşkerekirin: “Îro înê 9ê Cotmeha 2020an, Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî ligel rayedarên hikûmeta federal û Hikûmeta Herêma Kurdistanê civînek ji bo rêkeftina li ser vegerandina aramî û asayîkirina rewşa Şingalê li sînorê parêzgeha Neynewa, bi amadebûna Jeanine Hennis-Plasschaert, Nûnera Taybet a Neteweyên Yekbûyî ya li Iraqê encam da.” Ofîsa Mistefa Kazimî diyar kiriye: “Di civînê de Kazimî tekezî li temamkirina rêkeftina li ser dosyeyên îdarî û ewlehî yên navçeya Şingalê kir, ku dê bibe sedema bilezkirin û hêsankirina pêvajoya vegera awareyên wê navçeyê.” Herwiha hatiye destnîşankirin: “Rêkeftin di…