Li Ber Dergehê Xewnekê/Tengezar Marînî
Mîna dareke qurum vala xebxeba şevê ewr westiya Carekê, rondikên min bûne berbang rékên winda himbêz dikim xatirxwestin xwe bi mijê dinuxumîne. Mîna xerîbekî derdên xwe binax dikim. Tenêtiya xwe dilorînim ji dêmên te xem dibarin. li perava çîrokên min û te bîranîn dinivin çavên xwe bi xewê dişom. Torikê min û te hilgirê: rengê me, pênivîsa me, xewnên me, têkçûnên me, kesksora me, şikestinên me, berf û barana me, tav û birûskên me, çîvanokên me, demên me, mirinên me, ye. Ê raxistî bi ser biyavên êşê ez im! hêdî hêdî bar dikim, rojên xwe, ba û baranên xwe, xwêya xwe, agirê hinavê xwe, erd û asîmanên xwe, derd û kulên xwe, di nav razên…
Henaseya te Himbêz dikim/Tengezar Marînî
ûzîk aram e Dengê Cam, nizim Ken, xatirxwestin Hest bêdawî dibin, di nav awirên te de. Li ser lêvên min henaseya te Li ser pişta şevê şopa tiliyên te Wisa nazik te digot Dem li dora me li semayê serxweş e dizîvire hizra min li pey sîbera te: Ba himbêza min baskên evînê Nêzîkî te, dûrî te, hizra dengê te Ez, helbest, peyv.. kûr, bilind Hebûn Min bêriya te kiriye: MIJ
Ta dûrî hev in./Tengezar Marînî
Xwe bi sîberê ve hişk girt, Tirsekê ew girtibû, ji xwe ditirsiya. Pireke wisa, kesekî bawer nedikir, ji hemî keviyan dişêliya, hestiyê miriyan, toz û peraveke bitirs Her roj çend têgeh rû didan. Di dema dawiyê de, li Kompasekê digeriyam. Peyvek di nav roniyê de, li vê qadê gotinên li hev siwar dibin hene Ez destên te digrim. Destên te, refekî balindeyan, mûzîka Rock, – Ez û te li ber ba bûn- Dîrok gulleyan berdide dîrokê. Seg guleyan berdidin xwe. Ji destê te bajar direvin, didin pey hev. Destên te, tiliyên xakekê di nav azmanan de winda dibe. Kevir nema rehmê dikim, wey lawo… Eger evîndar bî gerekê di navbera sing û linga de bike….
23. Parçeyek ji Helbesteke Bi Dawî Nehatî/Tengezar Marînî
Westana evînê Saw, li bîra te tê, dema dilê min hat ser perenga hêrzê asîman ji lewlewê ket. Kî wê rahêje wî bayî? Xewn di nav mista rûbarekî serxweşket. Tariye heyv/ Asîman jî, di yekîniyên min serî radikî. Tîrêjên te serhişk, ji cîhan min dabirayî, li ser palgeh bendewarê destê te me Mobile û ez xemên xwe li nav agahiyan belav dikin. Kolan û tevnênên Internêtê, dijberiyên dorpêçkirî.. Wisa mijdar, wisa dîmenê te li ber çavên min. kî xwe davêje nav gumanan? Çi di çavên te de gavên xwe bi bawerî davêjin? Kôlanên min ji keysebazan tije ne; Kenên sar in bajarên me. Bi sarî dikenî. Ez vê demê dihedinînim, serpêhatiyên salan dibêjim.. Destên min…
Ax Pişta min/ Tengezar Marînî
Reng di Rondikan de, vemirt. Xezeb Agir dilîze Giyan bêxew e Di bîrdanka êgir de xezeb Ronahiyek di nav tariyê de, bi tenê rûniştiye, awireke xemgîn di gewriyê de peyvek peyvek şevê zîl da dem ber bi ezelê ve ewrekî tarî bêdeng kelcanê serê xwe bi tozê şeh dikir Aso nivistiye Wêne ji rengan vala bû Ji tiliyan, ez sîbereke payîzî me zingil lê dide dipûnije xewna min Ma tu Nizanî? Ji stiranê awaz reviya Hilma min çikiya Bayê sibehî tûj, bayê sibehî sar ba xûz dibe sergêj bûne reng, keskesor hejiya Ma tu nizanî? 01.07.20. !4:45
YEK CIYEKÎ TIJE NÎNE, JIYANA GELÊ ME JI SEDÎ 90% VALAHÎ YE/Hunermend Aydin Ronak
Valahiyek mezin di jiyana gelê me de heye, ango mirov dikare bêje ji sedî sed valahî ye. Ev valahî, kêşe, barê ser milê her ferdekî ye. Nemaze barê rewşenbîr û zanayên me ye. Divê rewşenbîrên me mil bidin hev û rojek berî rojekê van nakokiyan çareser bikin. Pêwîst e, zanayên me hemfikir û xwedî helwest bin, bi zanîn, ferasetek ronîdar û germ tevbigerin daku ew bikarîbin van valahiyan tije bikin û em jî bibin mîna gelên dinyayê. Valahî di jiyana gelên pêşketî nînin, wan valhiyên xwe tije kirine û wisa jî xwedî aboriyek mezin a gewre ne. Civaka wan têr û tije ye û niha jî difikirin ka çî din li ser hebûnan zêde bikin……
Meh’kema T’irk’îyayêye sereke qirara cezakirina dengbêja k’urd Hozan Canê guhar’tîye Tital Choloyan
R’oja pêncşemê meh’kema T’irk’îyayêye sereke qirara derheqa cezakirina dengbêja k’urd Hozan Canê, bi k’îjanê ew nava têr’orîzmêda gunek’ar dikirin, daye guhar’tinê.Em bêjin,wekî mijadara sala 2O18-a ew qirar hatibû qebûlkirinê .Canê salên 199O-î welatvînîya Almanîyayê stendibû.Ew sala 2O18-a li T’irk’îyayê girtin û bona wê yekê gelek şuxulk’arên Almanîyayêye sîyasî berbir’î dewleta T’irk’îyayê bûn, ku Canê aza berdin.Polîsîya T’irk’îyayê 23-ê h’ezîrana sala 2O18-a, bi gunek’arkirina wê çawa endama PKK-ê, li ser h’îmê stiranên wê, şikilên wêye nava t’or’ên sosîyalî, ew girt. Ew hatibû T’irk’îyayê ku wextê mîtîngên bo hilbijartinên partîya Dêmokrasîya Gela, bo hilbijartinên serokê T’irk’îyayê bistirê. Niha prosêsa meh’kemêye nû gerekê destpêbe û ew gerekê meha t’ebaxêda derbazbe. Vê carê diqewime Canê nava propaganda têr’orîzmêda gunek’ar…
STRANBÊJÊ RADYOYA YÊRÊVANÊ – FETOYÊ HODÎK
Fetoyê Hodîkê Evdo di sala 1916an li Bakûrê Kurdistanê gundê Qerextînê rêzegundê Sînekê li malbeta Hodîkê Evdode ji dayîk dibe. Çawa em dizanin li sere sedsala 20î piştî komkujî û zorderîyên ji alîyê Împaratorîya Osmanan rev dikeve di nava gelê me yê Bakûrê Kurdistanê. Piştê wê yekê malbeta Hodîkê Evdo koçberî Ermenîstanê nehîya Aragatsonê gundê Şamîramê dibe. Piştî gundê Şamîramê cîguhastî Qûlîbegê dibin. Di sala 1934an Fetoyê Hodîk tevî hevalê xwe yê nêzîk Ûvêtê Pîr Ûsivê soz û qirarê xwe dike yek, û berê xwe didine li Komara Gurcistana Sovîyêtê. Li vir paytexta Gurcistanê bajarê Tblîsê li xwendina bilind eskerîyê ya Piştîkafkasîyayê têne qebûlkirinê. Piştî xelaskirina xwendina xwe, Fetoyê Hodîk û Ûvêtê Pîr Ûsiv qirar…
Romana EVÎNA QEDEXE/Eskerê Boyîk
Vê dewyê, romana min ya EVÎNA QEDEXE li Ȋstanbolȇ ji alîyê weșenȇn NAS va hate weșandin. Berȇ ewil ez razȋbûna xwe elamȋ sȋyasetmedarȇ hȇja Osman Ҫȋnar dikim bo sponsorȋ, alȋkarȋ û rȇ rastkirina weșena romanȇ. Bingeha bûyarȇn romanȇ pirsgirȇkȇn zewacȇ ne di nava civaka Ȇzdîyan da. Ȇzdȋ wek civakeke kȇmjimar, di nava ȇl û eșȋrȇn Kurdistanê û gelȇn din da belabûyȋ, ku nehelin û karibin heyȋtȋya xwe biparȇzin bi dewr-zemanan girȋngȋke zȇde dane zewacȇ û niha jȋ didin ȇ. Zewac ji xwera kirin e ferzeke olȋ û xweparastin ȇ. Bi rastî zewacê rola xwe ya erênî lîstîye. Naveroka romanȇ jȋyana Ȇzdȋyȇn Ermenistanȇ ye.Salȇ qeydȇ Sovȇtȇ da xwendin, zanîyarȋ, rewșenbȋrȋ, pȇșdaҫûyȋn di nava vȇ civakȇ da…
Ҫavê Ximșȇ/Eskere Boyik
-Dest van ҫavan em nizanin ҫi bikin? Çavan em xwerine, dayê! – Ximşê li nav dewatvana da gazinê xwe dikir,- dema em ji mal derketin erebê sȋyar bûn, ew bêxêrê cînarê me ji pencerê ra mêrsêdêsa me dinihêrîn. Min zanibû, li rê da dîsa ecêbekê bê serê me, emê rȇ șaș bikin, egle bin. Çavê wan bira kevirê çȋya nekevin, kevir gunene… – Çav birijin, xûşka Ximşê,-hazir ber dilê wê da dihatin, pake hûn wa sax-silamet, bi xêr –xweşî xilaz bûne. Serî saxî-silametî ye, çi qezîya tê bira bê serê malê dinê… Ew çend sal bûn Ximşê, zilam û zarokên xwe va hatibû Almanîyaye. Wek tev Ȇzdî yên ji Kurdistana bakûr, wan jî heqê rûniştandên…