Peyama Serok Barzanî bi helkefta 67. salvegera damezirandina Yekitiya Qutabiyên Kurdistanê
BasNews – Serok Mesûd Barzanî bi helkefta şêst û heftemîn salvegera damezirandina Yekitiya Qutabiyên Kurdistanê û Yekitiya Lawên Demokrata Kurdistanê peyamek belav kir.
Peyama Serok Barzanî bi helkefta şêst û heftemîn salvegera damezirandina Yekitiya Qutabiyên Kurdistanê û Yekitiya Lawên Demokrata Kurdistanê:
Bi navê Xwedayê bexşinde û dilovan
Ez bi helkefta şêst û heftemîn salvegera damezirandina Yekitiya Qutabiyên Kurdistanê û Yekitiya Lawên Demokrata Kurdistanê, germtirîn pîrozbahî arasteyî law û qutabiyên Kurdistanê dikim û hêviya serkeftin û paşerojeka geş ji wan re dixwazim.
Law û qutabî, ji destpêka damezirandina rêxistina xwe ve heta niha, roleka girîng û berçav di karên sivîl û rêxistnî de lîstine û ji bilî wê yekê ku qutabxaneya pêgihandina serkirdeyên bi şiyan û zarokên hişyar û hêja bûne, mîna Pêşmerge jî beşdariyek aktîf di bizava rizgarîxwaza gelê me de kirine û di wê rêkê de jî qurbanî û şehîd jî bexşîne.
Qutabî û law di qonaxên cuda de xizmeta gel û welatê xwe kirine û ruhê berevanî û bi xwe bawerbûnê li nav lawên gelê me de parastine. Ew bendewarî niha jî ji qutabî û lawên xoştivî heye ku parêzerên nirxên bilind yên miletê me bin û bi moraleka bilind û hişyariyek zêdetir, sûd ji amûrên û yên perwerde û fêrkirinê werbigirin û xwe bi zaniest û agahiiyan dewlemend bikin û kadroyên hişyar û bi şiyan bo xizmeta berjewendiyên xelê Kurdistanê perwerde bikin.
Ez dîsa pîrozbahiyê I we dikim û hêviya serkeftina zêdetir bo we dixwazim.
Mesûd Barzanî
17-02-2020
Leave A Comment