• Destpêk
  • Nûçe
  • Gotar
  • Kurdistanî
  • Sport
  • Behîdarî
  • Pîrozbahî
  • Reportag
  • Cand u Huner
  • Erşîf
  • عربــي
  • كوردي
  • Kurdî

Latest :

Ez pir dilxem im Ȋdo Babȇ Șȇx/Eskere Boyik -

Sunday, 29 November, 2020

Werzên Hişk di ezmûna Evînê de/Tengezar Marînî -

Saturday, 28 November, 2020

D.Seîd Me kilîta (klîla) çiya wenda kir -

Saturday, 28 November, 2020

Şingal- Alên grûp û milîsên çekdar hatin daxistin -

Friday, 27 November, 2020

Categories

  • Behîdarî
  • Cand u Huner
  • didar
  • Gotar
  • Kesyatiyên Navdar
  • Kurdistanî
  • Malbat
  • Nûçe
  • Pîrozbahî
  • Reportag
  • Sport

Gotar

  • DEST/Prîskê Mihoyî
  • Daxuyanîya Serok Barzanî ya ji bo raya giştî ya Kurdistanê
  • KOMPLÊKS Û TEVLÎHEVIYA ME Û GIRÊDANA DERÛNÊ ME BI RÛDANÊN BORÎ VE/Dîndar Koçer
  • Qedera jiyanê gelek caran berûvajî νîn û xwestka mirovane/ Bahram Arif Yassin :بهرام عريف ياسين
  • ȘENGAL/Eskere Boyik
  • Sipasî/Eskerê Boyîk
  • Dayêêê😢😢😢…Xaylaza Reşîd
  • L akrè koronayê nezi 4 milyar dinaran zerer bi kertê turîzme daye nivisin Shahwan zebari
  • Di rujeka weku evru da û li sala 2014dê,Rezwan Sindi
  • RASTIYA WÊRAN/Eskere Boyik
  • Șengal ji pey heft sala ra/Eskere Boyik
  • Rêpênedana bi Pirtûkan di Pêşengehan de.!Tengezar Marînî

Nûçe

  • Parêzgarê Duhokê rênimayên nû yên li sînorê parêzgehê ragihand
  • Serok Barzanî: PDK bûye xwendingeheke niştimanî ji bo xebatkar û têkoşerên Kurd
  • Li Hewlêrê rojane herî kêm 10 kes plazmaya xwînê dibexşînin
  • Misir û Yûnanistan astengekê datînin ber Tirkiyê
  • Sererkanê artêşa Iraqê serdana Kerkûkê kir
  • Di 24 demjimêran de, 180 pêketî li herêma Kurdistanê
  • Rêbwar Babkeyî: Herêma Kurdistanê jî beşdarî rêkeftina stratejîk ya Amerîka û Iraqê dibe
  • Hevpeymaniya dijî DAIŞê komek pêdiviyên serbazî ji Pêşmerge re şand
  • Pentagon: Valahiya ewlehiyê li navçeyên derveyî herêma Kurdistanê bûye sedem, ku DAIŞ bihêz bibe
  • Serok wezîr Barzanî ligel Konsolê Amerika li Herêma Kurdistanê civiya

Êzîdiyê ku Swêdê dersînor kiribû, hat serjêkirin

الكاتب Naif Rasho on Monday, October 31, 2011 · شاركنا الرأي 

 

lê serlêdana wî tê redkirin. Ew destûra rûniştinê nasitîne û bi reda dawî re, di sala 2010ê de Xalid xwe radestî polîsan dike û wî vedigerînin Iraqê. Xalidê 27 salî bavê kurekî şeş mihî bû.
Fewaz Xwedêda derbarê kurapê xwe yê kuştî Xalid de van agahiyan dide.
Destpêka vê hefteyê li rêya navbera Kerkûk û Silêmaniyê laşê Xalid yê gurandî hat dîtin. Ew di xew de serê wî ji aliyê kesekî ji başûrê Îraqê ve tê birîn û du birayên wî bi çakûçan tên birîndarkirin.
Ji bo tazî û serexweşiyê komeleya Mala Êzîdiyan li Helsingborg ji xelkê re hatiye vekirin. Kurap û pismamên Xalid li wir sersaxiyên mêvanan qebûl dikin. Ferman Xelil ji birêvebiriya Mala Êzîdiyan
Li gor Ferman Xelîl ji birêvebiriya Mala Êzîdiyan li Helsingborg Xalid Xwedêda li Kerkûkê di gazînokê de wek karker dixebitî. Kesek ji Necefê tê û çend rojan bi wan re kar dike, paşê êvarekê dema Xalid û birê xwe di xew de ne, ew Xalid dikuje û birayên wî birîndar dike. Li gor Ferman mêrkuj reviyaye û nehatiye girtin.
Vêce mirov meraq dike. Gelo haya Daîreya Koçê – Migrationsverket ji kuştina Xalid heye? Berpirsê Çapemeniyê yê Daîreya Koçê Johan Rahm diyar dike ku ew jî bi rêya çapemeniyê bi kuştinê hesiyane û ji bilî wê ti agahdariyên berfireh destê wan de nînin.
Ferman Xelil ji birêvebiriya Mala Êzîdiyan radigihîne ku li dij muameleya Daîreya Koçê ya li hember êzîdiyan ew difikiriin xwepêşandanekê li darbixin. Xelîl dibêje ”Kurdên êzîdî li Îraqê dibin xeterê de ne. Loma divê Dezgeha Koçê – Migrationsverket li dozê êzîdiyan baştir binêre û wan dersînor neke.”
Me ji Xelil pirsî bê ev daxwaza wan ji bo êzîdiyên herêma Kurdistanê jî derbas dibe yan na?

Ê Daîreya Koçê rewşa êzîdiyên Îraqê çawa dinirxîne? Berpirsê Çapemeniyê yê Daîreya Koçê Johan Rahm:

”Gelek komên li Îraqê di rewşek zehmet de ne û êzîdî jî yek ji wan koma ne. Bi baştirbûna ewlekariya Iraqê re em bala xwe didinê ku rewşa kêmayiyan kambaxtir dibe. Em dizanin ku rewşa wan pir xerab e.” dibêje Johan Rahm.
Herçend Daîreya Koçê tesdîq dike ku rewşa kurdên Êzîdî li Îraqê xerab e jî, ew li penaxwaziya wan wek ferd dinêrin. Johan Rahm dibêje ku ew ti caran nikarin bêjin ji ber ku kesek endamê komekê, civatekê ye ew divê yekser mafê parastinê li Swêdê werbigre. Nexêr, nirxandin li gorî kesan û sebebên wan tê kirin.
Yanî ji bo Daîreya Koçê ferq nake bê kesek ji malbatek êzîdî, yan misilman tê?
”Belê ferq dike, dibêje Rahm û ew jî beşek girîng e ji nirxandina ferdî. Bê eslê mirov çi be li gorî wê xetera li ser mirov jî tê guhertin. Rahm bi berdewamî dibêje ku haya wan jê heye ku rewşa êzîdiyan aloz e û di lêkolînên xwe de ew vê yekê berçav digrin, dibêje Johan Rahm.
Em behsa kurdekî êzîdî ku salek-du salan piştî dersînorkirina xwe li Îraqê hatiye serjêkirin dikin. Gelo raya Daîreya Koçê ku ev kes dersînor kiriye derbarê vê kuştina hovane de çi ye? Johan Rahm:

”Berya her tiştî ev kuştin trajediyek e. Halê hazir zêde agahdarî di destê me de nînin. Nêzîkê du salan ser vegerandinê re derbas bûye. Di vê navbera ku ew vegeriya ye heta niha jî em nizanin bê wî çi kiriye.

Johan Rahm behsa wê yekê nake ku reda dawî ji Xalid Xwedê da re hatibû, lê dibêje wî ”bi riza xwe Swêd terikandiye û di nav van du salan de gelek tişt dibe ku bûbin.”
Kurapê Xalid, Fewaz Xwedêda yê niştecihê Helsinborg diyar dike ku sedema serlêdana penaxwaziya Xalid xetera li ser kurdên êzîdî bû û ew jî wek ferdek êzîdî ji xwe bitirsbû. Vêce eger derkeve ku Xalid ji ber endamtiya xwe ya ola êzîdî hatiye kuştin berpirsiyariyek Daîreya Koçê nîne gelo? Berpirsê çapemeniyê yê Daîreya Koçê:
”Halê hazir em zêde nizanin bê çi bûye û ne raste ku em texmînan bikin. Lêkolîn derbarê xeterên li hember wî de hatibûn kirin û biryara dersînorkirina ji Swêdê li gorî wilo hatibû dayin”, dibêje Johan Rahm û baweriya xwe bi biryara dadgehê tîne zimên.
Johan Rahm li bendê ye ku lêpirsîna polîsê Iraqê bûyerê zelal bike. Rahm dibêje dê bi rêya medya û çapemeniyê guhê wan li ser pêvajoya dadgehê be, lê ew ê ti daxwazên taybet ji Îraqê nekin. ”Wekî din jî bi rêya hin rêxistin û serdanên ku em bi xwe dikin pêşveçûnên li Iraqê em dişopînin”, dibêje Johan Rahm.
Gelo kuştina Xalid ku ji Swêdê hatibû dersînorkirin wê tesîrekê li penaxwazên nû yên êzîdî bike yan na?
Johan Rahm dibêje ”ji xwe kesên ku parastinê heq dikin wê herdem bên parastin. Her tiştê ku li Iraqê dibe em dinirxînin. Beşek girîng ji lêkolîna me şopandina rewşa Îraqê ya siyasî û ewleyî ye. Nirxandin jî li gorî guhertina rewşê tê kirin”. sverigesradio

 

http://www.avestakurd.net/news_detail.php?id=16109

ضمن قسم Behîdarî · الكلمات المفتاحية


Leave A Comment

جميع الحقوق محفوظة 2021 هكار نت · تابع الخلاصات ·              E-Mail: [email protected]