DOTA ŞÎRHELAL, XANIMA ESILZADE Û REWŞENBÎRA BERBIÇAV
Frîda Hecî Cewarî ne ku tenê doteke Hecîyê Cindîye xwendî û zane bû, dersdareke emekdar bû, lê bi rastî xanimeke esilzade bû, kulfeteke şîrhelal bû, dayîkeke dilovan û pêşewitî bû, rewşenbîreke civaka meye here berbiçav bû.
Frîda Cewarî ne ku tenê mîrata Hecîyê Cindîye zanarî û wêjeyî parast, gelek berhemên wî dubare ji bo çapê amade kir û weşand, lê ûsan jî mîrata malxwe xweyî erhede, hostê xebera bedewetîyêyî navdar, mîrata Fêrîkê Ûsive wêjeyî parast, beravokên efrandinên wîye çapbûyî tomar kir û bi çend cildan weşand. Û serbarê li vî karê mezin ewê hela çend pirtûkên xweye dîrokî yên li ser kar û jîyana Hecîyê Cindî û Fêrîkê Ûsiv wek bîranîn da ber çapê û weşand.
Tiştê herî ecêb ewe, ku vê rewşenbîrê, lêkolînerê û xemxurê piştî 60 salên temenê xwe fêrî kar û barên kompyûtorê û çapkirina têkstan bû, bi misqal-misqal destxet dane ber hev, belgeyên arşîva bavê folklora kurdî Hecîyê Cindî û malxwê xweyî bîlan, helbestvanekî dewra meyî gewre Fêrîkê Ûsiv «elek û bêjing» kir û wek heykelên geş ji bo çanda gelê me hîşt. Frîda Cewarî li ser vê dereca pîroz bêtirî 20 salan kar kir û nêzîkî 20 pirtûkan amade kir û da weşandinê. Eva kerema Xwedê bû, ku Frîda Cewarî pêva heyr, hijmekar û bi xinê bû…
Û vê xanimê, pisporê, rewşenbîrê, lêkolînerê heta dawîya emrê xwe bi wî şêweyî kar kir. Hetanî van dawîyan jî meta Frîdê li ser textê xwe yê Facebook`ê dinvîsî, agahdarî û nûçe dişopand û diweşand…
Emekê Frîda Cewarî di nava dîroka çanda kurdîye netewî da nayê bîrkirinê û wê heta hetê bê şêkirandinê û qîmetkirinê.
Bila rehma Xwedê li Frîda Hecî Cewarî be û mikanê wê li buhuştê be!
Bila serê lawê wê Zoro, malbeta wê û gelê me sax be!
Prîskê Mihoyî,
Îjêvsk (Rûsya).
12.12.2018.
Leave A Comment