ŞENGALA ÇAVÊN GIRÎ (Bi motîva gelêrî)/Prîskê Mihoyî.
Hey, wax, li min, wêran Şengal,
Dinya heye mala Xwedê – nerdewane,
Îro emin cangorî, sibê dora wehîşane!..
Hey, wax, li min, Şengala xana tijî,
Hinek dibin, hinek dimirin, hinek dijîn,
Hey, wax, li min, vênese navenda rengîn!..
Hezar sale bi ruhê xwe – bi zêr û zîv xinêyî,
Bi bengzê xwe, nûr-nedera Lalişa Nûranî,
Belê, Şengal, rokê tê bi text û tacê xwe şabî!..
Lê kê îro dixweze bi zordestî hukum bike,
Xelîfeta zinêkar li ser xaka pîroz ava bike,
Erê, Şengal, rojkê kasa mirinê wê tam bike!..
Ax, Şengalê, tirba me li serê vê kanîyê,
Xwîdana sar – xelqa mirinê daye enîyê,
Hey, wax, ji te dixwezin ezavê cînartîyê?!..
Ax, Şengalê, tirba me li serê vê benda avê,
Şewqa xwîdanê – xelqa mirinê daye navê,
Hey, wax, ji te dixwezin ezavê biratîyê?!..
Ax, Şengalê, menal, menal,
Derdên êzîdîyan li bedana te bûne çax û kendal,
Şîn û girî bê feyde ye, dinya yeke, derge hezar!..
Prîskê Mihoyî.
Leave A Comment