• Destpêk
  • Nûçe
  • Gotar
  • Kurdistanî
  • Sport
  • Behîdarî
  • Pîrozbahî
  • Reportag
  • Cand u Huner
  • Erşîf
  • عربــي
  • كوردي
  • Kurdî

Latest :

Ez pir dilxem im Ȋdo Babȇ Șȇx/Eskere Boyik -

Sunday, 29 November, 2020

Werzên Hişk di ezmûna Evînê de/Tengezar Marînî -

Saturday, 28 November, 2020

D.Seîd Me kilîta (klîla) çiya wenda kir -

Saturday, 28 November, 2020

Şingal- Alên grûp û milîsên çekdar hatin daxistin -

Friday, 27 November, 2020

Categories

  • Behîdarî
  • Cand u Huner
  • didar
  • Gotar
  • Kesyatiyên Navdar
  • Kurdistanî
  • Malbat
  • Nûçe
  • Pîrozbahî
  • Reportag
  • Sport

Gotar

  • DEST/Prîskê Mihoyî
  • Daxuyanîya Serok Barzanî ya ji bo raya giştî ya Kurdistanê
  • KOMPLÊKS Û TEVLÎHEVIYA ME Û GIRÊDANA DERÛNÊ ME BI RÛDANÊN BORÎ VE/Dîndar Koçer
  • Qedera jiyanê gelek caran berûvajî νîn û xwestka mirovane/ Bahram Arif Yassin :بهرام عريف ياسين
  • ȘENGAL/Eskere Boyik
  • Sipasî/Eskerê Boyîk
  • Dayêêê😢😢😢…Xaylaza Reşîd
  • L akrè koronayê nezi 4 milyar dinaran zerer bi kertê turîzme daye nivisin Shahwan zebari
  • Di rujeka weku evru da û li sala 2014dê,Rezwan Sindi
  • RASTIYA WÊRAN/Eskere Boyik
  • Șengal ji pey heft sala ra/Eskere Boyik
  • Rêpênedana bi Pirtûkan di Pêşengehan de.!Tengezar Marînî

Nûçe

  • Parêzgarê Duhokê rênimayên nû yên li sînorê parêzgehê ragihand
  • Serok Barzanî: PDK bûye xwendingeheke niştimanî ji bo xebatkar û têkoşerên Kurd
  • Li Hewlêrê rojane herî kêm 10 kes plazmaya xwînê dibexşînin
  • Misir û Yûnanistan astengekê datînin ber Tirkiyê
  • Sererkanê artêşa Iraqê serdana Kerkûkê kir
  • Di 24 demjimêran de, 180 pêketî li herêma Kurdistanê
  • Rêbwar Babkeyî: Herêma Kurdistanê jî beşdarî rêkeftina stratejîk ya Amerîka û Iraqê dibe
  • Hevpeymaniya dijî DAIŞê komek pêdiviyên serbazî ji Pêşmerge re şand
  • Pentagon: Valahiya ewlehiyê li navçeyên derveyî herêma Kurdistanê bûye sedem, ku DAIŞ bihêz bibe
  • Serok wezîr Barzanî ligel Konsolê Amerika li Herêma Kurdistanê civiya

APÊ HECÎ -110 /Eskere Boyik

الكاتب Naif Rasho on Sunday, March 18, 2018 · شاركنا الرأي 

 Bi
bêxemî li ber xisûsî, bedewî, nexş û nîgara ra derbaz dibe, gelek tiştî
navîne.

Lê gava ji çîyayê xwe dûr dikeve, di nava deşt û quçên
xerîbe bêreng demekê li pey xwe çiyê xwe dinhêre, nû bilindaya çîyê,
bedewiya mêrg-çîman, gelî-gebozê wî, tem û zelaliyê avên kaniyên sar,
xweşî û başyên zozana texmîn dike. Bîra wan dike û tê derdixe, ku ew jî
pirtîk ji wî axê wê xezayê bûye…
Ez vî warê xerîb rûniştime, pey
xwe dinhêrim û nû texmîn dikim, ku ez di nava malbatek rewşenbîraye
çawan da mezin bûme: Kê bûne mamostayên min? Min pismamtî, hogirî û
hevaltî bi kê ra kirîye?
Ez bi navê wan xwe kubar û serbilind
dibînim: Erebê Şemo, Hecîyê Cindî, Emînê Evdal, Casimê Celîl, Qanatê
Kurdo, Şekroyê Xudo Şikoyê Hesen, Fêrîkê Ûsiv, Qaçaxê Mirad, Ordîxanê
Celîl, Mîroyê Esed, Nado Maxmûdov, Mîkayêlê Reşît, Elîyê Ebdilrehman,
Sehîdê Îbo, Ûsivê Beko, Egîtê Xudo, Xalit Çetoyêv, Semend Syabendov,
Xelîl Mûradov, Rizalîyê Reşît, Şimoyê Şemo, Wezîrê Eșo. Şemsî…..

Nav pirr in, bîranîn kûr, dûr û şîrin in. Min tek navê hinek remetîya
da. Her yek bilindayîk, maqûlek, şîrhelal û karkirê çanda gelê xwe…
Eger kurdê Ermenîstanê, Gurcistanê, rêspûblîkayên Asya Navîn û parek ji
yê Azerbaycanê nehelîyane, mane, ziman, çand, deba kal-bava bîr
nekirine, di wî warî da emekê van rewşenbîrên me pirr e.
Kar û barên
kurdên Ermenistanê yê kûltûrî-çandî, axaftinên Radîoya Yêrevanê bi
zimanê kurdî, ji gelê meyî welêt ra jî bûn bîr û bawerî. Wan jî ruhê
kurdîtîyê demekê ji wur distandin.
Ez ked û karê rewşenbîrên me yê
din, nimz nakim. Lê heqî ew e, ku cîyê Hecîyê Cindî di nav gişka da cuda
bû. Ew, te yê bigota malxê wê malbata rengîn bû, xemxur û rêvabirê
gişka.
Ew havîna timê dihate gundên meye pala çîyayê Elegezê, ji
kal-pîra, çîrokbêja, zana zargotin dinivîsîn. Dema ew dihat, caw di nav
gel da bela dibû, digotin Hecîyê Cindî hatîye. Em zarok, tomî li ser hev
dibûn û me ji dûr va wî cwamêrî mêze dikir. ELFEBA ku di dibistanê da
em pê hîn dibûn, wî nivîsî bû.
Gel pir hiş jê dikir, qedirê wî zanibûn. Gişka bi serbilindî û kubarî cem gelê cînar navê wî didan.
Sala 1961-ê, wexta ez li bajarê Yêrêvanê ketime xwendinê, rojeke
payîzê, min devtera xwe ya helbesta hilda, çûme Akadêmîya Ermenistanê ya
Zanîyaryê, oda kurdzanîyê cem Hecîyê Cindî.
Ew rasthatin qet ji bîra min naçe.
Naha dilê min davêje, şerm dikim, gavekê pêş da diçim, gaveke paş da.
Ha dixwazim paş da vegerim, çûyîna xwe ji rojeke din ra bihêlim, ha jî
difikirim: "Vê rojê çêtir tûne."
Xulese, ha min culet da xwe, ha
poşman bûm, gîhîştim ber derê oda wî. Wî çaxî ew serokê Sêksîya (beşa)
Nivîskarê Kurda bû rex Yekîtiya Nivîskarên Ermenistanê û Beşa
Rohilatzaniyê ya Akadêmiya Ermenîstanê da serokê koma Kurdzaniyê bû.
Ez li ber derê oda wî sekinîm e, şerm dikim, dêrî bikutim, herme
hundur. Xulese, min dêrî xist. Ji hundir deng hat: "Mitêk!" (Yanê warne
hundur).
Min derî vekir. Di odê da ew tenê bû. Bi beşereke xweş li min nêhêrî.
– Tu kurd î?
Min serê xwe hejand.
– De pêş da warê, şerm neke! Ware li ser vî kursî rûnê.
Ez li ser kursiyê ku wî nîşan dabû, rûniştim. Min xwe da naskirin.
– Erê, erê tu ew xortê Belî yî ji Qundexsazê. Ez te, seva xwendinê
pîroz dikim… Qundexsaz, -ewî navê gundê me wekiland, demeke kete nava
mitala,- gundê we da 30 sal berê min dersdarî kirye. Kurmacîya gundê we
xweş e… Wura min him dersê zimanê kurmancî dida zarokê gund, him jî ji
wan hînî kurmancî dibûm… Wextekî dijwar bû… Lê heta naha çima
nayêyî xanê, pismam! Xwendekarê me gişk tên-diçin. Ji min ra gotin yekî
Qundexsazê jî Înstîtûtê hatiye hildan… Bela dibûrî ne, ha!
Min tê derxist, wekî ew îdî derheqa min da zane.
Guhê ronakbîrên me li ser her qewimandinekê bû, ku jîyana gel da dibû.
Wana qîmetekî mezin didan xwendin û pêşdaçûyînê. Hersal çi ji destê wan
dahat dikirin, wekî ji cîwanê kurd gelek zanîngehê Ermenîstanê da
qebûlbin. Diçûne cem dersbêj, profêsor û serokên zanîngeha, navçîtî
dikirin; ji wan hîvî dikirin, dostaniya xwe bi wan ra didane kêranînê…
Pey êntîyamê qebûlbûnê, îdî Yêrêvanê da civaka kurda teva zanibûn çend
xort û keç ketine xwendina bilind.
Dest pê kir hinek xweşî û laqirdî
derheqa qebîla Bela û gundê me da gilî kir. Em tev kêfxweş bûn. Ji
berbirbûna wî, min jî bîra kir, ku eva Hecîyê Cindî ye, nivîskar û
zanyarekî mezin e. Pê ra ketime xeberdanê…
-Usan e tu nebîyê
serokê êla Heseniya Ûsiv Begê yî. Tu zanî xwendîyê ewil li nava kurdên
meye êzdîyên Ermenistanê da kalkê te bûye. Paşê bû endamê parlamênta
dewleta Ermenistanê. Bavê wî: Hesen Axa serokê êzdîyên Ûrisêtê bû. Cara
ewil ewî lawê xwe şande xwendinê û wî edetê bêkêr, ku digotin: "Xwendin
ji êzdîyan ra heram e" ji nava gel rakir. Bi navçîtiya wî, sala 1900-î
dewleta Ûris li sê gundên me, Êzdiyên kurd da (Zor, Qundexsaz, Bacelû)
mektebên zimanê ûrisî vekirin û hukumî li ser xelqê kir, ku zarokê xwe
bişîninne mektebê.
Rast bêjim min ew agahî nû dibihîstin. Ez seva
gilîkî din çûbûm, lê ewî serecema axaftinê usa guhestibû, ku min nizanbû
çawa mena hatina xwe jê ra bigota. Waxt jî derbaz dibû… Ewî jî
derheqa gundê me, mala kalkê min da digot, ha digot. "Heyran eva evqas
tişt ji ku zane, -ez difikirîm û min qirar kir mena hatina xwe ji rojeke
din ra bihêlim, xatirê xwe jê bixwazim, herim. Min ew pirr mijûl kir,
şerm e."
Ew bû ezê rabûma, nişkêva navbirî da axaftina xwe û pirsî:
– Em ketine xeberdanê, min nepirsî xwendina te çawan e? Çawa cî bûyî? Em çi dikarin alî te bikin?
Min razîbûna xwe got û devtera helbestên xwe nîşan dayê.
– Ha, şiêra jî dinivîsî? -devter ji destê min girt. Demekê lê nihêrî û got,- hela evê bixwîne.
Min xwend.

ربما تحتوي الصورة على: ‏‏‏6‏ أشخاص‏، و‏أشخاص يبتسمون‏‏ – Ya pey ra jî…
Min şeş-heft helbestên biçûk jê ra xwendin.
– Na, nivîsarê te da pirîska helbestvanîyê heye, -got,- hevtîya tê, li
mala nivîskarên Ermenîstanê êvarîya me heye. Tu jî ware, him tê
nivîskaran ne nas bikî, him jî li wir şiêrekê-duda bixwîne. Çika şayîrê
me çi dibêjin.
Usa ez ketime nava refê wan maqûla.
Ji wê rojê
heta sala 1990-î, dema ew evdê mezin çû li ser dilovaniya xwe, devedevî
30 salî, bawerkî hevtê tunebû ez rastî wî maqûlî nehatama. Bîranînê pirr
xweş bi wî va girêdayî ne. Ne ku ez tenê, guhê wî li ser rewşenbîrên me
ye wê demê teva bû. Bi destanînê me va kêfxweş dibû, tengasiya da
digîhîşte me.
Di mala xwe da jî, di warê xweyîkirina ziman,
erf-edet, rabûn-rûniştandinên miletiyê nimûne bû. Dema diçûyî mala wî,
teyê bigota ketî maleke eşîrê ya qedîmî…
Keda wî pirr e. Ez gelek tişta jê hîn bûm. Xweyê merîfeta bilind bû.

ربما تحتوي الصورة على: ‏‏شخص واحد‏، و‏‏‏بدلة‏ و‏لقطة قريبة‏‏‏‏

ضمن قسم didar · الكلمات المفتاحية


Leave A Comment

جميع الحقوق محفوظة 2021 هكار نت · تابع الخلاصات ·              E-Mail: [email protected]