MARÎNA SVÊTAYÊVA BI ZIMANÊ KURDÎ/Wergêra ji rûsî ya Prîskê Mihoyî.
Karmendên pirtûkxana Ûdmûrtîyayêye netewî û Fîlarhmonîya bajarê Îjêvskê li ser kar û jîyana Marîna Svêtayêvayê rawestîyan û helbestên wê xwendin.
Di vê êvarîyê da usan jî serokê beşa çapxanan û weşana pirtûkan ya Ajansa çapê û masmêdîayê ya Komara Ûmûrtyayê, rojnamevanê vê komarêyî emekdar, wergêrvan Prîskê Mihoyî hatibû vexwandin. Ewî çend helbestên Marîna Svêtayêvayê bi wergêra xweye zimanê kurdî xwendin.
Tiştekî balkêş bû, ku beşdarên êvarîyê cara yekemîn axaftina kurdî guhdar dikirin, îdî em nabêjin, ku cara yekemîn efrandinên Marîna Svêtayêvayê bi kurdî dibihîstin. Xwendekarên bajarê Îjêvskê piştî êvarîyê li ser ziman û wejeya kurdî gelek pirs dane me, dîroka kurdan û deng û besên li Kurdistanêye van dawîyan pirs û pirsyar kirin.
Dema me xatirê xwe ji tevgelên êvarîyê xwest û ji serayê derketin, xwenedareke Ûnîvêrsîtêta Ûdmûrtyaye dewletê nêzîke me bû û spasîya xwe da: «Ez benî, lê min nizanibû, ku zimanê kurdî gelekî lîrîke. Spas ji bo zimanê weyî delal!».
MARÎNA SVÊTAYÊVA
Duhu çavên min her mêze dikir,
Lê îro berê xwe ji min guhastîye!
Duhu wek teyr bû û xwe ba dikir,
Lê îro ne reşêle, qijikê pepûke!
Ezim aqilsivik, lê tu kemalî,
Zêndîyî tu, ez – devqerimî!
Ax, tê gazîya jinên dewirane:
«Delalê min, min çi te kirye?!»
Û hêsirên wê ave û him jî xwîn –
Av li xwînê – bi hêsiran şûştine!
Ne dê ye, lê dêmarî bûye Evîn:
Ne dade, ne jî dilovanîye!
Wê pêlvedin kelekên delal,
Rasterê bin ser dirbên zelal,
Û axînê li cîhanê keve:
«Delalê min, min çi te kirye?!»
Duhu te xwe davîtê lingê min!
Te ez dikirime dewleta Çînî!
Radimûsa te herdû destên min –
Emrêm pûç bû – diravê rizî!
Li dadê mîna dayka ewledkuj
Sekinîme notila mara nîvkuj,
Û ezê tenê li dojê bêjime te:
«Delalê min, min çi te kirye?!»
Pirsê dime kursîyê û textê razanê:
«Çima, ji bo çi bûme malwêran?»,
«Min dara xaçê xin – ji ramûsanê:
Ramûsan min neda tu kesê dêran!»
Te li nav agir fêr û dax kirim,
Ez avtime besta cemidî bi xwe,
Te çi anî serê min, delalê min,
Delalê min, min çi te kirye?
Dilê min fireye, sêr û surr tune!
Dîsa zîrekim – ne evîna te me!
Li ku Evîn mina dibe,
Li wir Mirin dibe amade!
Lê tu ji bo çi darê dihejînî!
Ger gihîştî be – sêvê bikeve,
Bibore, bibore ji bo her tiştî,
Delalê min, – min çi te kirye!
14-ê hezîrana sala 1920-î.
Wergêra ji rûsî ya Prîskê Mihoyî.
25.07.2017.
MARÎNA SVÊTAYÊVA
Min ra ne hevaltîyê bikin, ne jî min hizkin!
Çav û birûyên mine belek jî fesal mêzekin!
Dibê gemî pêl vede, beraşê aş bizivire her,
Taqet te maye baristan bikî dilê sewdaser?
Deftera te vaye dixwînim, lê tu ne camêrî!
Gelo axîn te hatne birin ji dîdemên pêkenî?
Barê evînê girane û gere em tu destî nedin,
Roja duhu îdî buhurîye û dibê em biparêzin!
Sala 1918-a.
Wergêra ji rûsî ya Prîskê Mihoyî.
23.07.2017.
Leave A Comment