Eskerê Boyîk Civaka Êzdî ji teva pirtir gereke tevbigere.
Em gișk jî tev temamiya mirovaya cihanê
bûn şedê wê tiragêdiya bê çap ȗ sînor, ku 3.08. 2014 DAÎȘ a Îslamî, ya
bê dîn û îman, bi piștgirya hinek dewlet, hêz û organîzasyonê musulman
anîn serê Ezdiyên Şengalê, evdên bê sûc-gune. Her bȗyar li ber çavê me
pêk hatin. Her weșîtî cihanê bi çavê xwe dît. Keraseta Şengalê Ȇzdî li
ber qeziya nebȗnê dan sekinandin. Ji cî – warê wanî kal- bavan, dewsa
lingek erd bin piyê wan da mabȗ ew jî keta bin qezya nemanê.
Nanê
êzdiya helal e. Dîrokê da kê bi navê êzdiya ra lîstiye xêr nedîtiye… Yên
xwestine êzdiyan biqelînin, tune bikin, ew bi xwe ber wê kereseta
qelandinê sekinîn e.
Nava wê dojê ra civaka Êzdî bi serfirazî û rûmet derbaz bûn, lê yên bi navê îslamê berê șûrê xwe dane Êzdiyan rezîl bûn…
Dîroka dijwer Êzdî hînî jiyana dijwer kirin e. Eva birîna nû nîne ya
bi hezara sala ne. Êzdî li ber her dijweryan teyax in, qewat in… Van
sala mirovaya cihanê (hin xêrxwezan û hin jî nexwezan) ev hemû li ber
çavê xwe dîtin.
… Ev QETLYAM yek ji wan sedan komkujiyên xezeb bû,
ku dîrokê da deshilatdarên îslamê heqê êzdiyan da pêk anîne, cudatî vê
carê ew bû, ku cihana azadîhiz zû ji wê xezeb û hovîtiyê hesya, gelê
kurd jî șașya xwe ya bi dewrana texmîn kir, ew weșên hov hêlîna wan da
fetisandin. Dema fermanê berê êzdî tenê, birîndar, bêçar tev êș û birînê
xwe, bê alîkarî û bê pișt diman, kes wê neheqiyê û hovûtiyê jî
nedihisya, kesî neheq sûcdar jî nedikir…Vê carê teherekî din bû.
Em tev jî zanin çi bûye, niha halê ȘENGAL ê, șengaliyan û civaka êzdiyan çawan e?
Eva demeke dirêj e gișk hîvya dewî anîna șerê Mûsilê ne, ji gemara DAÎȘ
ê paqijkiina wê hêlînê, ku pirsgirêka Șengalê jî bi pirsgirêkê Mûsilê
va çareser bibe.
Dewletên gewre, organîzasyon-saziyên navnetewî tevî
deshilatdarya Herêma Kurdistan ê û hukumdarya dewleta Îraqê dixwezin
pirsgirêka êzdiya ra çareserîkê bibînin. Gurûpên êzdiyan jî wê meydanê
da aktîvî tev digerin. Eva baș e, Êzdî xwedî li pirsgirêka civaka xwe
dertên, wek berê pirsgirêk bêxwedî hîvya rehma dilê “xelkê”nahêlin. Lê
ya xirab ewe, ku wê pirsê da di nava girûpên êzdiyan da tifaq û yekdengî
nîne, dijî hevin. Serokatîke olî- civakî, siyasî ya kamil, bi qedir û
rûmet nîne, ku civakê pey xwe bive. Kê rabiye xwera girûbek bi hevalê
xwe ava kirye û serê vê civaka birîndar kirye bela. Pișt wan teva dewlet
û qewatê xweyî berjewendî sekinîne. Ew tev jî xweyê mediya bi hêz in,
civîn û konfêransa dijî hev çê dikin,civak dijî hev kirin e çend perça.
Bi rêyên așkere û dizîva xwe digihînin hêzên navnetewî, heta neyarên
êzdiyan ra jî dikevin hevkariyê. Li nava Êzdiyan da li ser xûna
cahgoryan piropagandake bêtifaqiyê ya dijî hev tê meșînin.
Xeletîk
kare ji bo pêșiroja êzdiyan, bi xelet çareserkirina pirsgirêkê bibe
keresetek nû, șașîke dîrokî û her tișt bê teribandin, xûn, hêsir û azara
bi hezara șihîdan arzan here.
Min qirar kiribû xwe dûrî vê pirsê û vî babetî bigrim.
Bê maqûlî di nav hinek gurûpên êzdiyan da çê bûne, ne hurmet maye, ne
emirê mezin, ne zanebûn, ne qedir, ne qîmet, ne jî șerm. Tu hidûdê
morala îsanî nayê naskirin. Hema yek fikireke ne gorî xwestin û dilê wan
girûpa dibêje, bi peyvên bêhurmetyê, yê ne maqûl vîalî-wîalî “ mirîdê”
xwe berî mirov didin. Kes xêncî xwe naxweze fikireke din bibihî,
fikireke cude ra hesab rûnê. Eger tu bi dilê wan ne axivî wusa ne tu
dijminê wan î, dijminê êzdiyatiyê î, TV jî yê wan û xweyê wan in. TV
Kurda jî yê bêteref tune ne. Riya TV wan ber te dadayî ne.
Ji bo
bêterefya min her rêye mediyayê ber min dadayî ne. Mecaleke ragihandinê
ya bêteref: TV, radiyo, rojneme jî nîne mirov xwe bigihîne guhdara,
xwendevana, fikira xwe wan ra bêje.Maye tek facebook.
Ez wek
nivîskarekî vê dema dîrokî da, ku bextê civaka min hatiye meydanê,
nikarim li rex pirsgiêkê ra bêxem derbaz bim û fikira xwe nebêjim.
Van 20-25 salê dewyê, ez di nava civaka êzdiyan da bi kûrayî pirsgirêkê
dîrok, çand, bawarî, dêmogirafî, civaksazî û pirsên êzdîtiyê yên din va
mijûl bûme, rastî rêvabir , oldar, zane, rewșenbîrên Êzdiyan yên sereke û
xweyîgotin hatim e, wan ra li ser pirsên êzdîtiyê kûr mijûl bû me. Min
wek zanîna xwe helaqetyên vê civakê yê dîrokî tevî gelên dagerkirên
Kurdistanê, gel ol û bawaryên cînarên Êzdiyan, ferman, me’nî û sebebên
rakirina fermanan, komkujiyan lêkolîn kirye û ev fikirê min ciyê vala
yanê ber berjewandiyên șexsî û hizra miletî, olî yan kela neheqiyên ku
hatine serê Șengalê û civaka Êzdiyan nînin.
Rind tê xanê ku
dewletê dagerkirê Kurdistanê: fariz, tîrk, ereb berjewendiyên wan vê
pirsê da hene. Derdê wan Êzdi nînin,/Êzdî wusa jî bê hêz bûne/ derd
berjewandiyê wan in, çawa bikin ku Kurdistanê bin nîrê xwe da bihêlin,
para wan weletê Kurda da pir be, dutîretiyê û bêtifaqyê bikin nav gelê
Kurd, nehêlin Bașûrê Kurdistanê bigihîje serxwebûn ê. Hinek cînar jî, ku
xwe dostê Êzdiya didine kivșê, Êzdiya ra bûne ciyê piropaganda dijî
netewetiyê wan, êzdiyan ra xêrnexwezan jî xêrnexweztir in… Her kes
dixweze gor berjewandiyên wan pirsgirêka Șengalê û Êzdiyan çareser bibe.
Eger her êzdîk bi kara êzdîtiyê û bi çavê vekirî li der dorê xwe
binhêre, bifikire wê van hemû berjewandiyan bibîne.
Hêzên Kurdî jî ne ewqas bo berjewandiyên netewî, lê kara xweye rojan e û bi kîna dijî hev bextê Êzdiya ra dilîzin.
Evan tev nava girûpên me êzdiya da bi aktîvî dixebitin, girûpên Êzdiyan
payê pirê diçin cem wan, wanva girêdayî ne, alîkariyê ji wan dixwezin û
gorî xwestin berjewandiyên wan tev digerin.
Bi dewr û zemana
meremê xelîfên Ereba, Șahên Ecema û Sultanên Osmaniyê qelandina Êzdiyan
bûye. Bûyarên dîrokê, fermanên komkujiyê șehde ne. Em difikirîn ku
sedsala 21 ê da ew hovîtî wê newekilin, lê çawa me dît cihana îslamê
DAÎȘ çê kir û wek hezar sal berê berê șûrê xwe, berê ewil dan
Kurdistanê: êzdiyan.
Wusa ne kîjan Êzdî, kîjan grûpên Êzdiyan bextê
Êzdiyan dixweze wan dewleta û gela va girê bidin, kîjan girûp ber
berjewandiyên xwe yên girûpî soz û gotinên wan “bawar” dikin, dibin
çeka destê neyarê êzdatiyê, êzdiya dîsa li ber qelandinên nû didin
sekinandin.
Berê hinek girûpên êzdiyan jî derva ye.
Dixwezin êzdiyan ji axa wan biqetînin, cihanê belakin.
Eva 30-40 sale Êzdiyan berê xwe dane welatên Ewropayê, Rûsiyayê,
Amêrîkayê, Avstiralyayê, cihanê da bela dibîn. Van dewletan da saya
qirar û qanûnên wan yê dêmokiratîk, xweyîkirin a mafê mirovan, êzdiyara
jî mecalê jiyanê yê normal ҫê dibin. Ji bo bawaryê kes teh’dê êzdiyan
nake, kar heye, aborî ji xirab nîne, lê vira ji ziman, bawarî ,
erf-edet, xeyset, kesayetî, derbazkirina eyd-erefatan, zargotin dikevin
bin qeziya undabûnê. Êzdî dibine wek evdê wan dewlet û welatan. Ҫiqas
ji ew dewlet dêmokiratîk bin, , nikarin her xwestinê parastina
êzdiyatiyê cî bînin… Armanca her welatekî ye penaberên nava xwe
Intêgire bike, bike wak gelê xwe… Dewya dewî helandin undabn e.
Helandin, undabûneke xweș.Șûrê kokbiriyê dibe șekirê undabûnê.
Gelê
ku erdê xwe, welatê xwe, k’oka xwe qetya dewya wî undabûn e,wusane Êzdî
gerekê Șengal û Șêxanê wek ronaya çavê xwe xweyîkin. Ew çûn êzdîtî jî
namîne.
Çawa eyan dibe bo çareserkirina pirsgirêka Șengalê du rê
têne destnîșankirin: yan bimînin di nav dewleta Îraqî, bin
deshilatdariya Bexdayê, ereba, yan bigihîjin Herema Kurdistan e.
Berê Êzdiyan dayîn Bexdayê rêya here xelet û xeter e. Îraq weletekî
erebâ ye, bingeha dewletê șeryet û îslam e. Tu tiștekî êzdiyan û wan tev
tune: ne ziman, ne welat, ne folklor, ne xeyset, ne dîrok, ne bingeh,
ne xûn. Tenê dîrokê da wana fermanê êzdiyan rakirin e. Wê demê Șengalê
bibe wek Qerebaxa Ermenya, wê salên dirêj, qurbanyên mezinê bixwezin bo
rastikirina vê șașiyê. Salê demezirandina dewleta Sovêtê komûnîsta û
bo berjewendiyên dewleta Sovêtê û hinek dewletên cînar Qerebax hîștin
bin deshilatdarya Azerbêcanê. Raste qewl qirarê dewleta sovêtê li her
rêspûblîkeke Sovêtê da bin sîbara Moskivayê weke hev bûn, lê ziman,
kûltûra, çand yek nîbûn. Di nav 65-70 salî da, xelkê Qarabaxê, yê ermenî
her neheqî di dest deshilatdarya Bekûyê dîtin. Zêryan. Heta pirtûkên
dersa jî ji Ermenistanê dibistanên ermeniyê Qerebaxê ra dișandin. Karê
kûltûeî-çandî himlî Ermenistanê wanra dikir, xort dihatin Ermenistanê
dixwendin. Astengî pêșya pêșdaçûyîna zimanê ermenî derdixistin,
nedihîștin lêkolîn ser dîrok û çanda ermeniya bihata kirin. Her pirsê
kûltûrî-çhandî yên ermenyên Qarabaxê Bekûyê da azirya gorî kara xwe, bi
çavê helandinê dinhêrîn. Niha jî em dibînin bi çi qurbaniyan Qerebaxî
dixwezin wê șașiya dîrokî rastkin.
Dîroka Kurdistana Sor jî mînakeke hêja ye.Wan ew “kurdistan” pêçekê da fetisandin.
Șengalê da tu îdareke kurmancî bi zimanê êzdiyan nîne. Ziman, perwede,
elfeba, gișk erebî ne.. Dibistan gișk erebî bûne.Heta niha jî Edebyeta
ereba ya sîyasî, olî,edebî û dîrokî da êzdiyatiyê wek șaxekî misulmanyê
dinhêrin. Êzdiyan wek ereb dibînin.
Ji pey herba cihanî ya ewlin ra
bawarkî êdî 100 sal derbas bûye. Dewleta Îreqê çê bû, çawa Kurdistana
Bașûr wusa jî navê da Șêxan û Șengal ketin bin deshilatdarya Bexdayê
.Wê demê da heta niha Mûsil bû bajarekî ereba, Kurdên musulman, çiqas jî
bawarya wan û ereba yek e (bi mîlyona) șer dikin ji bo mafê xwe yê
îsanî… Temamya gelê Kurd nikare ji zulma Ereba ya 1400 salî xilaz be,
îcar em çend hezar êzdîyê feqîrê çi bikin? Nava wî sed salî da gelo
xêncî xirabyê, hilșandin-wêrankirinê Bexdayê tiștekî qenc ji bo șênbûna
Șengalê û halxweșiya șengaliyan, bo parastina ziman, ol, çand, nasnema
êzdiya kirye?
Șengal Bexdayê va hat girêdan tê wetêya erebkirina Șengalê.
Cî û warên Êzdiyên Bașûr wê bibin du perçe. Șengal, Șêxan û Lalișa Nûranî ji hev wê bên qetandin.
Êdî ez nabêjim vê dîroka 1400 salî da fermanên li ser êzdiyan hîmlî ji Bexdayê û Mûsilê dest pê bûne.
Bi sedan sala dewsa navê “êzdî” “dasinî” dihate kêranîn…
Gayê reș çermê xwe naguhere.
Ciyê Êzdiyan, Șengalê, Êzdîxanê bi statuyek bi tebyet welatê wan e, axa
wane kal-bavan- Kurdistan e. Kurdistan çiqas welatê Kurdên musulman e
hezar carî ewqas cî û warê êzdiyan e. Li ser her kevirekî Kurdistanê
xûna evdên êzdî heye. Ezdi hin bi zimanê xwe, çanda xwe, bawarya xwe,
xeysetê xwe, kilam-reqas, folklora xwe ewledê wê ax û avê ne, ruh û
fikirandina wan, îman-axreta wan kurmanciya wan e șîrin e. Êzdî li kîjan
welatî bin sibê radibin duea’ xwe bi kurmanciya kal û bavên xwe dikin,
bi kurmanciya xwe Xwedayê xwe ra diaxivin. Kê dixweze Êzdiya ji welatê
wan bașqe bike xêrxwezê êzdîtiyê nîne, li ber Xwedê jorin jî gunekî pir
mezin dike. Gelo dema Șîxadî da çima zimanê bawariya êzdiyatiyê kurmancî
ma?Gelo wê demê Êzdiya çima xwe nespartin ereba, zimanê erebî nekirin
zimanê bawarya xwe… Zanibûn kirina wê gavê wê bibe dewya Êzdatiyê.
Xasê Êzdiya yê wê demê ew rind têdigihîștin. Gelo zimanê têkstên me yên
pîroz bibûna erebî heta niha wê evdek êzdî bima? Nav jî nedima… Ez
bawarim kurdekî kurmancî axiv nedima.
Dîrok hindava êzdiya da pir neheq bûye. Ez wê dîroka bi xûnê, neheqiyê, weșîtiyê nivîsî rind zanim.
Eva 1400 sale ne tenê Êzdî lê temamya gelî Kurd li nav xûna xwe ra
dimeșin. Kurdê musulman bi xwe jî bi berçavkên sexte nava vî halê
malwêran da xwe dixapînin. Kê kurda qir dikin?Kê gund û bajarê Kurda
wêran dikin? Kê Kurdistanê da zimanê Kurda dibirin ? Kê Kurdistan wa
kirye ciyê nezaniyê û wêranyê? Kê nahêlin kurd bigihîjin tu mafî? Kê
dutîretiyê nava kurda da çê dikin? Kê kurda bi destê Kurdan didin
qirkirin?… Gelo li kîjan wekatî ewqas goristanê bi kom hene?Kê dewsa
qesir û bircê çandê û kûltûrayê ew goristan kurda ra ava kirine? Kîjan
welet û gel bûye ewqas perça? Kê kurdîtî, navê kurda da li ber çavê
kurda reș kirye… Gelo li nava kîjan gelî da kokbirê gelê xwe ewqas
zêde ne?Çima DAÎȘ ê berê șûrê xwe da temamiya Kurdistanê. Kobabî kê
wêran kir?Gelo Kobanî jî bajarê êzdiya bû.
Niha bawarkî temamya
Kurdistanê da șerekî giran e… Kurd temamiya Kurdistanê da șerkariya
hebûn-nebûnê didin. Herema Kurdistanê rêya têkoșînê ye dijwer ra derbas
dibe . Wezîfa dîrokî ya pir giran para vî nivșê Kurda ketiye.
Pêșiyê Kurdan mîrateke malwêran ya hezarê salan vî nivșî ra hîștiye.
Miryê gora jî sebeb û bersîva van pirsgirêka zanin.
Heta dewleta Kurda ya netewî nîbe, heta qeder û bextê kurda destê kurda
da nîbe, heta perwerda kurda ya bi zimanê dê, ya netewî nîbe,heta kurd
dîroka xwe xweș nizanbin, heta kurd ji xwera welatekî kurdewarî, azad,
dêmokirasî ava nekin, heta Kurdistan li nav vê hezeka nezanyê,
eșîretiyê, olperestiyê derneyê, heta, heta, heta…halê temamya gelê
kurd wê wa be.
Kê ji mala xwe rabe wê bext û pêșîroja Kurda ra bilîze.
Kurdistana îro jî Êzdiya ra rûnê helandî nîne…
Heta rastî rast neyê gotin rastî çê nabe, rastî ser nakeve.
Me ber çavê xwe dît van salê dewyê dema deshilatdarya Kurdan Bașûr çi hate serê Êzdiyên Șêxan û Șengalê.
Em çend bûyara ji bîr bînin: Bûyarên li Șêxanê, Çîroka keça Ȇzdî ku bû
bela serê Ȇzdiyan, 24 karkirên Ȇzdî, bo ku êzdî bûn birin li ber derê
mizgevta Mûsilê bi hovîtî kuștin, bûyarê Zaxoyê, qetlyama Gire Zêr û
Siba Șêx Xidirê ya 14 tebaxê 2007 a, û dewyê jî ev xezeba Șengalê ya
here mezin.
Dema komkujiyê jî hinek șașî hatine kirin /lê ne ji
alyê gel lê alyê hêzan va/. Wan șașiya tifaqa gel wêran kirin, bawarI
șikênandin.
Dîroka dewrana ya bi komkujiyan dagirtî jî tiștakî xêr
nayne bîra mirov. Ev birîn kevn û bi êș e. Eger gelê kurd ji bo kurdîtya
xwe bi dewrana alyê dagerkir û cînara va hatie zêrandin, qirkirin,
pelçiqandin lê êzdî hin ji bo netewa xwe, hin ji bo nav, ziman û
bawarya xwe. Kujarê wan tenê dagerkir nî bûne, ji dagerkira bêtir qewmê
wan kurdên musulman bûn e.
Dewrana 21 ê, geșbûna bizava gelê kurd ya
azadaryê,derketina wan li ewropayê, xwendin û zanebûnên rastî ê,
têgihîștin a kara netewetiyê, berçevkê olperestiyê yê sexte ji ber çavê
gelê kurd anîne xarê u gel rastiya xwe dît. Ew yek dema vê komkujiya
DAÎȘ ê baștir hate xanê. Gel dêm û armancên neyarê netewa xwe rind dîtin
û neyarê netewî nas kirin. Vê Komkujiya êzdiyan li nava gelê kurd da
guhestineke ruhî, netewî ya erênî anî holê. Di komkujiyên din da Kurdên
musulman jî tevî hêzên neyarê êzdiya dibûn û bi navê olê komkujî pêk
tanîn. Vê komkujiyê da ruhê netewiyê alt kir û payê kurdayî pirê rabûne
pișta êzdiyan, hewara êzdiya hatin. Ji her qulçekî Kurdistanê alîkarî,
piștgirya aborî û moralî hate kirin. Xelkê Zaxoyê û Dihokê derê xwe li
ber birayê xwe Êzdî vekirin û nanê neferê xwe êzdiya ra pare vekirin .
gel fem kir ku ew komkujîya îslamê dijî temamya netewa Kurd e.
Niha Șingal vala ye, li Șengala wêran dewsa șengalyan hêzên partiya yên
çekdar in, , Hinek warê Șengalê hê jî ji DAÎȘ a azad nebûne…Bi hezara
jin zarê êzdiyan hê jî destê DAÎȘ a da nava zulm û xezebê da dizêrin.
Heta niha jî tu pirsgirêkeke Şengaliya nehatiye çareserkirin.
Nîv mîlyon evdê bê sûc û gune, weletê xwe da penaber malwêran in, bin çadira da, bê hîvî, bê guman, roj ȗ emrê xwe dimaşînin.
Hezaran zarokê sêwî, bêxwedî, bê cî –star mane hîvya rehma Xwede.
Gund ȗ bajarê wêranbȗyî, talankirî, bêruhkirî nizanin kêyê bive xweyê wan.
Gorên kom ku li ser her gavekê tên dîtin, Ȇzdî nikarin cangoriyê xwe jî bibin xweyî.
Karvanên êzdiyên welatê xwe terk dikin, bê hîvyên paşîrojê bi hêsir ȗ girî dikşin berbi Ewropayê…
Mirov nizane kîjanê bêje, kîjanê bihêle…
Dew ȗ doza partiyayên Kurda yê çekdar ser Şengalê, Ȇzdî rakirin e dijî
hev, çika bi xȗna êzdiyan ji wan kêyê dibe xweyê Şengala wêran…
Tevî vê bingehê hê-hê jî Heremê da çiqas jî êzdiyan “Kurdên ressen” nav dikin, lê bi rastiyê “Kurdên reben” in.
Helbet çareserkirna pirsa Șengalê gerekê destê șengaliyada be. Biryara çaranûsa xwe ew gerekê bidin.
Ez wek nivîskarekî Kurd û evdekî êzdî çareserkirna pirsgirêkê wa dibînim:
Niha da /deregî jî ketiye/ rex hukumata Herema Kurdistanê, bi çavdêrya
Serokkomar û Serokwezîr komîsyonek bê avakirina bo çareserkirin a
pirsgirêkên Șengalê.
Șengal û Șêxan, ku tên navkirin wek Êzdîxane gerekê ji walatê wan Kurdistanê neyê qetandin.
Ji bo bawariya Êzdiyan kurdîtiya wan, netewa wan, walatê wan nemaye,
gotin û sozên kesî bawar nakin, bo amintî çêbe pêwîste bo Êzdîxanê
statûyek tebyet, bi dilê xelkên Șengal ê bê destnîșankirin.
Ewlekarya xelkên êzdî gerekê bê garantîkirin.
Ev pirsgirêk ne ku bi soz, gotinên serok, rêvabira, serokên partiya,
oldaran, axa-began lê bi parlamênt, destûr-qanûnên dewletê /dewleta
serbixwe, fêdêrasyon/ bi beșdarya sazyên navnetewî bê garantîkirin.
Rêvabirî û parastina Êzdîxanê bispêrin Êzdiyan.
Codetî û piropaganda cudaxwezyê di nav olên Kurdistanî da bi
destûrî-qanûnî bê qedexekirin. Șexsyet û sazyê wê piropagandayê bikin bi
giranî bên cezakirin.
Ola êzdîtiyê wek oleke Mêzopotaniyêye ya pîroz bi parlamêntî, destûrî bê naskirin.
Mecala saz bikin ku Êzdiyên cihanê bela bûyî welatê wan Kurdistanê va bên girêdan.
Êzdî wek hesavê xwe beșdarî rêvabirin û parastina Herema Kurdistanê bibin.
Ji bo hinek xisûsyên vê civakê hene, mecal bên sazkin bo perwerdê,
lêkolînên çandî, dîrokî, bi serbestî derbazkirina eyd-erefatan û hivd.
Wê bașbibe, çawa sala 1924 rêspûblîkayên weletê Sovêtê bi destûr û
qanûna hevva hatin girêdan wusa jî mesela Șengalê da pêk bihata …
Ev hemû qewlê serxwebûn û dewletbûnê da karin bi hêsanî mîaser bibin.
Wusa ne civaka Êzdî ji her kurdekî pirtir gereke ji bo serxwebûna Kurdistanê tevbigere.
12.05. 2017
Leave A Comment