• Destpêk
  • Nûçe
  • Gotar
  • Kurdistanî
  • Sport
  • Behîdarî
  • Pîrozbahî
  • Reportag
  • Cand u Huner
  • Erşîf
  • عربــي
  • كوردي
  • Kurdî

Latest :

Ez pir dilxem im Ȋdo Babȇ Șȇx/Eskere Boyik -

Sunday, 29 November, 2020

Werzên Hişk di ezmûna Evînê de/Tengezar Marînî -

Saturday, 28 November, 2020

D.Seîd Me kilîta (klîla) çiya wenda kir -

Saturday, 28 November, 2020

Şingal- Alên grûp û milîsên çekdar hatin daxistin -

Friday, 27 November, 2020

Categories

  • Behîdarî
  • Cand u Huner
  • didar
  • Gotar
  • Kesyatiyên Navdar
  • Kurdistanî
  • Malbat
  • Nûçe
  • Pîrozbahî
  • Reportag
  • Sport

Gotar

  • DEST/Prîskê Mihoyî
  • Daxuyanîya Serok Barzanî ya ji bo raya giştî ya Kurdistanê
  • KOMPLÊKS Û TEVLÎHEVIYA ME Û GIRÊDANA DERÛNÊ ME BI RÛDANÊN BORÎ VE/Dîndar Koçer
  • Qedera jiyanê gelek caran berûvajî νîn û xwestka mirovane/ Bahram Arif Yassin :بهرام عريف ياسين
  • ȘENGAL/Eskere Boyik
  • Sipasî/Eskerê Boyîk
  • Dayêêê😢😢😢…Xaylaza Reşîd
  • L akrè koronayê nezi 4 milyar dinaran zerer bi kertê turîzme daye nivisin Shahwan zebari
  • Di rujeka weku evru da û li sala 2014dê,Rezwan Sindi
  • RASTIYA WÊRAN/Eskere Boyik
  • Șengal ji pey heft sala ra/Eskere Boyik
  • Rêpênedana bi Pirtûkan di Pêşengehan de.!Tengezar Marînî

Nûçe

  • Parêzgarê Duhokê rênimayên nû yên li sînorê parêzgehê ragihand
  • Serok Barzanî: PDK bûye xwendingeheke niştimanî ji bo xebatkar û têkoşerên Kurd
  • Li Hewlêrê rojane herî kêm 10 kes plazmaya xwînê dibexşînin
  • Misir û Yûnanistan astengekê datînin ber Tirkiyê
  • Sererkanê artêşa Iraqê serdana Kerkûkê kir
  • Di 24 demjimêran de, 180 pêketî li herêma Kurdistanê
  • Rêbwar Babkeyî: Herêma Kurdistanê jî beşdarî rêkeftina stratejîk ya Amerîka û Iraqê dibe
  • Hevpeymaniya dijî DAIŞê komek pêdiviyên serbazî ji Pêşmerge re şand
  • Pentagon: Valahiya ewlehiyê li navçeyên derveyî herêma Kurdistanê bûye sedem, ku DAIŞ bihêz bibe
  • Serok wezîr Barzanî ligel Konsolê Amerika li Herêma Kurdistanê civiya

Hevpeyvîn Bi Tengezarê Marînî re

الكاتب Naif Rasho on Sunday, February 28, 2016 · شاركنا الرأي 

, Derûnasiya xîtaba ragehandinê û
șiroveya zimanê wê ) xwendiye. Karê  sosiyolojiyê di ba Prof.Dr. Hartmut
Griese, li zankoya Hannoverê û Duhokê kiriye. Pisporiya wergerandina
derûnasî û nojdariyê xwendiye, kar kiriye û rahêner e, li nik
EMZ=Navenda nojdariya regezan û bajarê Hannover. Di bîr û raya giştî de,
bi helbestên xwe û nivîsên xwe yên li ser rexneya toreyî û wergerandina
helbestvanên elmanînivîs tê naskirin. Me xwest em li ser navê malpera www.felsefevan.org
ê ligel kek Tengezar Marînî li ser jiyan, xebat, helbest û felsefeyê
bipeyîvin, wî û xebatên wî bi xwînerên xwe zêdetir bidin naskirin.
Hevpeyvîn Bi Tengezarê Marînî re

Ali Gurdilî: Kekê
Tengezar, di destpêkê de ji bo derfeta vê hevpeyvînê li ser navê xwe û
xwînerên malperê, ez gelekî spasiya te dikim û dibêjim, malî ava. Ji
kerema xwe, tu dikarî xwe bi xwînerên me bidî naskirin? Yanî tu li kû
hatiyî dinyayê, zarokatî, perwerdehî, malbat û hwd?  

Tengezarê Marînî: Wekî
ku te di destpêkê de nivîsî, ez li Tirbespiyê, ku bajarokekî binxetê ji
dayik bûme û min li wir dibistanên seretayî, navendî û Lîsa li wir
xwend, di pey re 2 salan min literatûra erebî xwend, lê min bidawî neanî
û hatim Elmaniya. Ji sala 1978- destpêka 1983 li Elmaniya mam, min di
wê demê de salekê Journalismus xwend, lê ji ber gelek sedeman min xwend
lê bi dawî neanî û di sala 1983an de vegeriyam welêt. Piștî xizmeta
leșgeriyê, li Helebê, li akadîmiya Topan 3 salan xwend, piştre vegeriyam
Tirbespiyê û min karê partîtiyê dikir, ez nabêjim siaysetê. Li wir,
têkiliyên min bi xwedêjêrazî, Mamoste Rezo Osê, Zagros Haco çêbûbûn û
wan jî ji sala 1983an ve kovara Stêr diweșand, ez tevî xebata nivîsînê
bêtir bûm û wan ez gelekî han dam.

Fêrbûna tîpa kurdî ya yekem, ez li ser
destê xwedê jê razî hunermend Mihemed Şêxo fêr bûm, di destpêka salên
1970ê de. Di malê de jî, birayê min Salar mamoste bû û wî gelek pirtûk
dixwendin û rê dida min, ez pirtûkan bixwênim. Her ji destpêka xwendinê
ve, meyla min li ser edebiyatê bû û zimanê kurdî bala min dikișand û bi
taybetî, dema min didît, melayan mewlûd bi kurdî dixwend.

Helbet Cegerxwîn û nav û dengê wî û
hatina wî bi ser Tirbespiyê de ez wekî hinek ji nifșên bi min re handam
karê kurdîniyê. Min gelek caran Cegerxwîn li mala Amê xwe didît, Di 12
saliya xwe de, min bavê xwe winda kir û wexera wî hîn jî kuleke di dilê
min de. Ez hîn zarok, min gelek berpirsiyarî avête ser milê xwe, di gel
ku mezintir ji min hebûn. Min hemî kar dikir, lê her di wê demê de jî,
min dikarîbû dema xwe baș birêk bixim. Goka lingan, Pingpong, xwendin,
karê di xwaringehan de, pêlavboyaxkirin…

Di hemiyan de jî, min nedixwest kêmasî zor bin. Bi wateyeke din, ez zaroyekî șeqî bûm.

12776940_10154008949762372_1994021164_o 

Ali Gurdilî: Çend sal
in ku cenabê te li Almanya dijî? Bawer dikim tu serokê Komelaya
Nivîskarên Rojavayê Kurdistanê ya Almanyayê jî newsa? Gelo tu dikarî
hebekî behsa xebatên komeleyê û bi giştî xebatên nivîskaran bikî? Yanî
çi pevxebatên we hene bo kurdî?

Tengezarê Marînî: Ew
komele mixabin, wek gelek dezgehên kurdan zû sar dibin û vedimirin.
Saziya nivîskaran, salekê tenê berdewam kir û me karîbû di wê salê de 2
hijmaran ji kovara Pêl  biweşînin û çend şevên toreyî li dar bixin, lê
mixabin nema êdî berdewam bû. Ez rêvebirê wê bûm, lê rêvebirê kovara
pêl, mamoste Heyder Omer bû û di redakisiyonê de, Jan Dost, Keça Kurd,
Helîm Yûsiv, Bahram Yûnis û ez bûn.

Ali Gurdilî: Wekî ku em
dizanin, piştî terora Daîşê bi milyonan kurd berê xwe dane xerîbiyê û
bûne koçber. Hejmareke wan jî, xwe gihandine Almanyayê. Gelo niha rewşa
wan li wir çawa ye? Kurdên ku li Almanyayê ne weke şexs û civak, gelo çi
alîkariyê didine wan?

Tengezarê Marînî: Eve
zêdeyî 18 salan e, ku ez bi karê wergerê û mafê mirovan de bibizav im,
dikim û têkiliya min her dem bi koçber, derbeder û penaberan re ye û eve
saleke, ez berpirsê kampeke koçberan im. Birastî, ew di rewșeke nebaș
de dijîn, ji bilî, ku dûrî kes û xizmên xwe û welatê xwe bûne, ku ev bi
xwe êșeke mezin e, lê ev guherînên berdewam, di yasayên penabertiyê de û
nezanîna wan ji zimanî re, dihêle ku xwe wek mirov kêm bibînin.
Struktûra avakirina hișê rojhilatî jî, ku eger karekî xerab bike, ew
hest dikin, ku wê hemî bi agirê wî bisotin. Ya kambax jî, koçber, herdem
dibin babeteke baș, bo hilbijartinê û siyasetê û her hêleke siyasî,
dixwaze li ser êșên wan dengan bo xwe kom bike.

Lê ji hêlek e din ve, eger yê koçber
bikaribe xwe di gel civaka nû biguncîne, fêrî ziman bibe, derfet û
dergeh jê re vedibin. Ji bo alîkariyê, ji xwe bi giștî, yên nû pêdivî
alîkariya yên ji wan kevintirin.. di van demên dawî de, hem civata
elmanî û hemî jî, yên penaberên kevin alîkarî kirin, her yek li gor hêz û
derfetên xwe.. Di gel wê jî ji ber hijmar gelek bû, ji hêla
organîzasiyonê ji destê hukumeta elman jî derket. 

Ali Gurdilî: Qasî ku
bala xwe didimê di helbest û wergerên cenabê te de, herdem lêgerîn û
nîşandana felsefeyekê xwe dide der. Yanî, pirî caran tu helbestên hinek
feylesofan ligel danasîna jiyana wan diweşînî, ku gelek balê dide ser
xwe. Di vê yekê de, ez bawer im ku para hezkirina te ya felsefeyê gelek e
newsa? Baş e, li gor baweriya cenabê te têkiliyeke çawa di navbera
felsefe û helbestê de heye? Û çima helbest?

Tengezarê Marînî: Min
ji biçûkaniya xwe de, hez ji felsefê dikir. Ez di xeta çeprewiyê de
mezin bûm û Marx bo min, wek gelekan simbola pêșketinê û pêșverûbûnê bû.
Di pey re, min Hegel, Kant, Engels, Fürbach, Şopenhawer bi erebî
xwendin. Lê hezkirina min ji helbestê re jî, zû li ba min diyar bû.. di
12 saliya xwe de, di dibistanê de, pișbirka helbestên erebî hebû û min
gelek ezber dikirin. Yên kurdî jî. Min ji stranên Aram, Temo, Saîd Yûsiv
çêj werdigirt û li ber awazên wan, carcaran min peyv diristin.

12765800_10154008924007372_426124414_o

Di dema temenê min 14 salî bû, rojekê li
bihyekê camêrekî (di pey re min zanîbû, ku ew Şêx Abdulqudûs e)
helbestek xwend, min di cih de ezber kir û bawer dikir ku ev helbest bi
farisî ye. Ew jî helbesta “Sebahulxeyrî Xanim”, êdî piștî derbasî lîsa
bûm û min helbestên kurdî xwendin û guhdar kirin, êdî min zanî ew ya
melayê Cizîrî ye. Di dibistanê de jî. Dema pola 10. Me dixwend waneya
felsefê hebû û min hez ji Suqratos kir û bi taybetî ew hevoka
Herakleîtos jî hișt gelekî berê min bikeve Diyalektîkê “Mirov 2 caran di
ava çemê herikbar de melevaniyê nake”. Lê min hez ji Platon nedikir.
Sedem jî ew bû, ku wî helbestvan ji komara xwe ya Utopî avêtibûn û min
jî ta demeke bașbawer dikir, ku helbestvan bi helbestên xwe dikarin
jiyanê biguherin û mû ji nav mast derbixin. Eve bi xwe jî Utopiyeke bi
șêweyekî din e.

Ali Gurdilî: Kurd, ji helbestan gelek hezdikin. Gelo meriv çawa dikare berê vê hezkirina wan, hinekî jî bide felsefeyê?

Tengezarê Marînî: Eger
mirov bixwaze berê xwendevanên kurd bide felsefeyê, divê helbestên
felsefî yên Cizîrî, Feqiyê Teyran, tesewifê, bi wan xweş bike û metodan
bibîne, ku baş li wan guhdar bikin. Lê rastiyek din heye, divê hezkirina
zimanê kurdî zor peyda bibe û kurdî bibe zimanê yekemîn yê nivîskarên
kurd û bitaybetî yên bi kurdî dinivîsin. Hijmareke zor ji nivîskarên me,
zimanê wan yê yekem, zimanê dagîrkeran e. Divêt rola wergerê zêdetir
bibe û bêgumane, di wergerê de, pêdiviye para felsefe di wergerandinê de
zor be, çiku felsefe, Roman û hizir ziman bi pêş ve dibin û dewlemend
dikin. Em pêdivî bi hemîcure nivîsînê de û di hemî war û beşên zanistî,
civaknasî, derûnî, yasayî û teknîkî ne.

Ali Gurdilî: Gelo tu bi
tenê helbestan dinivîsînî yan kurteçîrok û roman jî hene di nav xebatên
te de? Yan tu difikirî ku rojekê romaneke binivîsînî?  

Tengezarê Marînî: Ez
gotar, helbest û rexneya edebî dinivîsim, lê di warê wergerê de, ez
zimanê nojdarî, yasayî, derûnnasî û terapiyê jî dinivîsim û min berhevok
di van biwaran de wergerandine. 

Ali Gurdilî: Di
peyameke xwe de tu wiha dibêjî: ‘Aștiya cîhanî bi pirsa kurd ve girêdayî
ye û her kes jî dizane, bêy çareserkirina pirsa kurd aștî li herêmê
nikare berqerar be. Di dawî de, bê Kurdistanek serbixwe û azad, em kurd
dê herdem pêrgî van qetlîaman bibin.’ Di vê gotin û ramana te de, gelo
ciyê tevgerên kurdan yên li Rojavayê Kurdistanê çi ye, yan jî divê çi
be? Bi qasî ku em dizanin, beroka PYD, YPG zêde xwe nêzîkî otonomî yan
jî serxwebûnê nake û xwe wekî perçeyeke hêza ‘Sûriyeya Demokratîk’
dihesibîne. Yên din çi dibêjin gelo? Baş e, xelkê rojavayê li benda
çareseriyeke çawa ye gelo, li gor bîr û baweriya te? Hewldanên PYD û
YPG’ê dê bersiva hêviya wan bide yan na?

Tengezarê Marînî: Eger
em bibêjin, navenda gerim ya sedsala 21ê rojhilata navîn e, pirsa kurd
di rojhilata navîn û naverast de pirsa sereke ye û ez bawer im aştiya
cîhanî, eger di vê sedsalê de cengeke mezin çêbibe, di gel ku heye,
cîhanê di  2003an li Iraqê da, berya wê Afganistan, niha jî di Sûriya
de, cengeke cîhanî biçûk heye û di wê cengê de USA, Rûsiya Îran, Siûdiya
erebî, Turkiya, Iraq, Urdun û Libnan hene. Pirsa kurd eger çareser
nebe, wê gelek welatên herêmê parçe bibin, bo nimûne Turkiya û Iran. Îro
berjewendiyê Cîhana zilhêz û demoqrat û azad û kurdan digihin hev û di
cokekê de diçin. Tişta giring, kurd hev bigirin û pêdivî ye, serxwebûn
di parçeyekî de peyda bibe, eger peyda nebe, dê gelek kuşin û qetlîam li
dijî kurdan pêk bihê. Projektê PYD, YPG û derdorên PKK bo çareserkirina
pirsa kurd nebersiv e. PYD bi tena xwe nikare û dê agendên rêjîmê û
Îranê serdestî wê bin, wate wê bibin alavê di dest wan de, eger kurdên
din bi xwe re neke hevpişk. Hêvî û xewnên kurdan, bi xweseriya
demoqratîk çareser nabe. Niha PYD ddaxwaza Sûriyayek federal dikin, lê
nabêjin Federalî bo rojavayê Kurdistan. Bi kêman î niha nezelal e.

12782338_10154008950252372_1023486837_n 

Ali Gurdilî: Li gor bîr
û baweriya te partî û tevgerên siyasî yên kurd, ji bo temamiya
Kurdistanê dipirsim; gelo têra xwe giraniyê didine zimanê kurdî yan na?
Çimku meriv dema li wan mêze dike, ji aliyê siyasetê ve xurt in, lê ji
hêla piştgiriya zimanê kurdî ve hebekî qels in yan ez çewt im? Li gor
baweriya cenabê te dikare çi were kirin?

Tengezarê Marînî: Niha
kêşa zimanê kurdî, ji bilî siyaset û partî guh didin vê meselê an jî
nirxê zimanê kurdî dizanin an na, kêşeya perwerdekirina bi ziman heye,
kêşeya ABC ya kurdî heye, ku niho 2 ABC, kêşeya zaraveyan heye, ku ta
radeyekê sinorê zarave derbas kirine û bûne zimanên bi serê xwe. Bi
rastî em dikarin bibêjên zimanên kurdî û ev ji hela zanistî ve jî rast
e. Tu binêre li regezê nêr û mê, di kurmanciya jor de heye û li ya xwar
de tune ye. Lê ji bo bersiva pirsa we jî, bi rastî guh nadine zimên û
han nadin, ku xelk fêr bibe. Em niha dibînin, ku gelek nivîskarên me,
yên ji destpêkê ve bi kurdî dinivîsîn, niha bi erebî dinivîsin. Ev cihê
mixabiniyê ye. 

Ali Gurdilî: Navbera
cenabê te û felsefeyê, ez dizanim ku baş e. Ji kerema xwe re tu dikarî
hinekî destnîşan bikî, ka çima pêdiviya mirovan bi felsefeyê heye?

Tengezarê Marînî: Pêdiviya
kê bi felsefê nebe, ya me –çi nebe ji bo ziman- pê heye. Li ser pirseke
weha, Çima felsefe giring e, ji nivîskarê Norvêjî, Jostein Gaarder,
nivîserê pirtûk Sofîzim kirin?

Bersiva wî jî ev bû? “ Zor giring e.
Tîtala rexneyê li Europa bête naskirin. Felsefe, mirovî fêr dike, çawa
bi hişekî û nêrîneke rexneyî biramê. Eger em Hegel deynin ber çavan, ku
çawa xwe bi nerêniyê mijûl kir û nerênî jî mirovî fêrî rêka ramandinê
dike. Çendî giring e, bo nifşên nû, yên genc xalên nerênî di civaka xwe
de bizanin” Focus Magazin, Duşemb, 20.12.1993

Di kongirê Felsefê yê Elmaniya li
Düselldorfê, kovara der Spiegel, di 20.10.1969, bi Profesor Löwith re
kirin û ev pirs jê kirin: “ Ma felsefe dixwaze, şirovekirina zimanê
siyasî, kartêkirinek rasterast li siyaseta civakî ya rojane bike”?
Bersiva Prof. LÖWITH: Rasterast nikare, eger bixwaze jî. Zimanê siyasetê
û yê zanista civakî zimanekî nêzîkî rastiyê ye lê cihê pirsê ye jî û ji
lêvegerên felsefê re vekirîne. Felsefe dihêle, pirsiyar li ser zimanê
polîtolog û sosiyologan çêbibe. Mirov bi xwe bûnewerekî civakî ye, û vê
hebûna xwe nake cihê pirsê”  Piştî van bersivan, belê felsefe ji
mirovayetiyê re pêdivî ye, daku civak, siyaset, teknolojiya û aborî,
zimanê guman û şirovekirin û zimanê rexneyê, derbasî jiyana rojane ya
mirovî bike û felsefê ji nav çar dîwarê zanîngehê rizgar bike, daku
zimanê rexneyê di pozîtîvîzmê û Neopozîtîvizmê, bigihe radeya
lixwevegerînê.

Ali Gurdilî: Kitêbeke
felsefî ya ku te gotiye ‘xwezî ev kitêb bi kurdî bûya.’ heye gelo? Yan
te dixwest ku kija berhema felsefî bi kurdî bixwînî?

Tengezarê Marînî: Min gelekî dixwest pirtûka Martîn Heidegger ya bi navê “ Sein und Zeit= Heyîn û Dem” bo kurdî bihata wergerandin. 

Ali Gurdilî: Ji bo vê
hevpeyvînê, ez gelekî spasiya cenabê te dikim û di kar û xebatên te de
jî serkeftina te dixwazim. Malî ava kekê Tengezar.

Tengezarê Marînî: Spas bo vê derfetê û spas bo keda we ya hêja.

Hevpeyvîn: Ali Gurdilî

[email protected]

27.02.2016 

Jêder

ضمن قسم Reportag · الكلمات المفتاحية


Leave A Comment

جميع الحقوق محفوظة 2021 هكار نت · تابع الخلاصات ·              E-Mail: [email protected]