PROFÊSORÊ NAVDAR FEYZOYÊ EGÎT 70 SALÎ YE/ PRÎSK
Bryanskêye dewletê, endamê Yekîtîya Amêrîkayê matêmatîkzanan, karmendê
bi sîyanet yê Dibistana Rûsyayêye bilind, berpirspyarê kovara zanîstîyê
ya bi navê «Bangîna Ûnîvêrsîtêta Bryanskêye dewletê ya ser navê akadêmîk
Pêtrovskî» (beşê «Teybetzanî û zanîstîya bingehîn») FEYZOYÊ EGÎT
ŞEMOYAN ji bo 70-salîya xwe pîrozbayan ji heval-hogiran û rêxistinên
fermî werdigre, yê ku emekê mezin rêtîye bona pêşvebirina zanîstîya
matêmatîkayê, xasma têorîya spêktral ya fûnksyayên komplêkse werguhêz.
Eger pesin tê tûnebe, mirov dikare bi heqî bêje, ku navê Feyzoyê Egtî
ne ku tenê di nava goveka fireh ya zanyarên dewletên Sovîyêta berê da,
lê usan jî li gelek welatên cîhanê dîhare. Ewî bi dehan caran kêlmên
zanîstîyê li ûnîvêrsîtêtên naskirî yên Rûsyayê, Amêrîkayê, Almanyayê,
Şwêdyayê, Îtalayê, Norvêgyayê, Fransayê û welatên dinê xwendîye û li ser
pirsên analîza matêmatîkayê sekinîye.
Feyzoyê Egît 28-ê kanûna
paşin sala 1945-an li gûndê Baysizê (navçeya Talînê li Ermenîstanê) di
mala Egîtê Reşîtê Şemo da ji dayîkê bûye. Pêşîyên binecîyên vî gundî
nêzîkî 190 sal berê di dema şerê rûsa-tirkan yê salên 1826–1828-an da û
piştî girêdana peymana Tûrkmançayê ji deşta Eleşgirê, bi taybetî ji
Eyntabê (Kurdistana bakur) koçberî vira bûne. Eva gunda gûndekî
êzîdîyayî herî kevnare li Herêma Ermenîstanê. Ji gûndê Baysizê gelek
zanîyar derketine: doktor-profêsor Feyzoyê Egît, doktorê dîrokzanîyê
Memoyê Xalit, doktorên zanîstîya fîzîko-matêmatîkayê Paşayê Mihoyî,
Hesenê Egît û Dewrêşê Cewo. Dengbêjê beyt-serhatîyan Egîtê Têcir û
dengbêjê naskirî Memoyê Silo jî ji vî gundî bûn. Bi dehan xort û keçên
Baysizê îdarên xwendina bilind kuta kirine û îro di warê cihê-cihê da
kar dikin.
Li destpêka sala 1950-î mala bavê Feyzo cîhguhastî
gundê Horomê (navçeya Artîkê) dibe, li ku jî ew sala 1962-a bi qîmetên
bilind dibistana navîn li serhevda tîne. Hema wê salê jî Feyzo li
Ûnîvêrsîtêta Yêrêvanêye dewlete li fakûltêta mêxanîkayê-matêmatîkayê tê
hildanê. Sala 1966-an ew bi êkstêrn (ji demê zûtir) întamên xwe dide û
carekê ra ji kursa 3-an derbazî kursa 5-an dibe. Tiştekî balkêşe, wekî
di nava dîroka Ûnîvêrsîtêta Yêrêvanêye dewletê da Feyzoyê Egît
xwendekarê duemîn bû, yê ku ji demê zûtir zonko kuta kirîye. Feyzo dewsa
5 salan Ûnîvêrîstêt nava 4 salan da li ser hevda anîye, lê akadêmîk,
matêmatîkzanê navdar Sêrgêy Mêrgêlyan nava 3 salan da.
Sala 1966-an Feyzoyê Egît xwendina xwe li aspêrantûra Ûnîvêrsîtêta Lênîgradêye dewletê dûmayî dike.
Sala 1971-ê ew têza xwe ya zanîstîyê ya bi mijara «Hinek pirsgirêkên
parkirinê di nava aqar-goveka fûnksyayên analîtîk da» amade dike û
diparêze. Ew 26-salîya xwe da navê doktorê zanîstîyê yê
fîzîko-matîmatîkayê werdigre.
Lê sala 1983-an Feyzoyê Egît
lêgerîn-têza xweye dudan ya doktorîyêye li ser qedera duemîn ya bi
mijara «Faktorîzasîya, raberkirina întêgral û îdêalên fûnksyayên
analîtîk» amade kir û bi rûsipîtî li Sankt-Pêtêrbûrgê parast.
Feyzoyê Egît ji sala 1973-an hetanî sala 1993-an karmendê zanîstîyêyî
sereke yê Înîstîtûta matêmatîkayê ya Akadêmîya Ermenîstaêneye zanîstîyê
bû. Wê demê ewî usan jî li Ûnîvêrsîtêta Yêrêvanêye dewletê li kafêdra
têorîya fûnksîyan û analîza fûnksyonal dersbêjî dikir, di destpêkê da
wek dosênt, lê dû ra wek profêsorê wê kafêdrayê.
Feyzoyê Egît
sala 1993-an bi malê va ji bajarê Yêrêvanê cîguhastî bajarê Braynskê
(Rûsyay) dibe û wê salê da heya roja îroyîn ew serokvanîyê kafêdra
analîza matêmatîkayê ya Ûnîvêrsîtêta Bryanskêye dewletê dike.
Fezoyê Egît xûdanê bêtirî 130 xebatên zanîsîyê ye, di wê jimarê da usan
jî çend lêgerînên fûndamêntal yên di warê analîza matêmatîkayê da.
Ewî gelek caran grantên Fonda Rûsyaye lêgerînên fûndamêntal, Wezîreta
Rûsyayêye perewerdê û zanîstîyê, Ûnîvêrsîtêtên Norvêgîyayê, Şwêdyayê,
Îtalyayê û welatên mayîn wergirtîye.
15 doktoran li ber destên Fezoyê Egît têzên xweye zanîstîyê yên dereca fîzîko-matêmatîkayê amade kirine û parstine.
Ji bo keda mezin ya di nava pêşvebirina zanîstîya fiziko-mamtêmatîkayê
profêsor Feyzoyê Egît gelek caran hêjayî hurmetname-xelatên Akadêmîya
Ermenîstanêye zanîstîyê, Wezîreta Rûsyayêye perewerdê û zanîstîyê û
berpîrsyarîya Herêma Braynskê bûye.
Wê ev gotara me nivîşkan be,
eger em li ser malbeta profêsorê hêja û navdar Feyzoyê Egît ranewestin û
çend gilîyan nenvîsin. Dê û bavê wîye rehmetî–Qerqaşa Huseyn û Egîtê
Reşît ji gundê Baysizê bûn, ji qebîla stûrkan. Wana 10 zaro mezin kirin,
5 kur û 5 jî qîz, ji kîjanan pêncan xwendina bilind dest anîne.
Malbeta feyzoyê Egît ra dibêjin, malbeta matêmatîkzanan. Birayê wîyî
mezin–Eskoyê rehmetî fakûltêta matêmatîkayê ya Înstîtûta Lênînakanêye
amadekirina dersdaran kuta kiribû, salên dirêj ewî dersên fîzîkayê li
têxnîkûma çêkirinê ya bajaê Hrazdanê (Ermenîstan) dida, pêra jî cîgirê
midûrê wê bû. Birakî Feyzoyî dinê–Hesen fakûltêta matêmatîkayê ya
Ûnîvêrsîtêta Yêrêvanêye dewletê xilas kiribû, dû ra ewî têza zanîstîyê
xwey kir û bû doktorê fîzûko-matêmatîkayê. Sed mixabin, ew sala 2002-a
bi trajîk çû li ser dilovanîya xwe. Kurê Hesen–Miraz çend sal berê
fakûltêta matêmatîkayê ya Ûnîvêrsîtêta Bryanskêye dewletê li ser hevda
anî. Birakî Feyzoyî dinê–Silêman Înîstîtûta Yêrêvanêye polîtêxnîkê, lê
xûşka wî–Sûsanê fakûltêta matêmatîkayê ya Ûnîvêrsîtêta Yêrêvanêye
dewletê di dema xwe da kuta kirine.
Xanima Feyzoyê Egît– Naza
Hecî Cewarî jî matêmatîkzane (ew dota profêsor Hecîyê Cindî ye). Ewê jî
Ûnîvêrsîtêta Yêrêvanêye dewletê xilas kirye, gelek salan dersbêja
matêmatîkayê bûye, lê salên dawî li Ûnîvêrsîtêta Brayanskêye dewletê
dersbêjî dikir. Niha ew kar nake.
Feyzoyê Egît û Naza Hecî du zaro
mezin û perwerde kirine. Kurê wan–Romo Ûnîvêrsîtêta Sankt-Pêtêrbûregêye
dewletê temam kirîye, doktorê zanîstîya fîzîko-matêmatîkayê ye, vê gavê
li Amêrîkayê kar dike. Lê qîza wan–Sonê doxtira zarokane, ew doktora
doxtirzanîyê ye, li bajarê Vladîmîrê dijî û di nexweşxanê da zarokan
qenc dike.
Îro Feyzoyê Egît û Naza Cewarî du nevîyên kurîne delal
bi ruhê netewperwarîyê derbîyet-tore dikin, yên ku vê gavê di dibistanê
da bi serfirazî dixwînin.
Em bi dil û can profêsor Feyzoyê Egît
ji bo rojbûyîna wî pîroz û bimbarek dikin, sehet-qewatê, temenê dirêj,
jîyana aramî û bextewarîyê wî û malbeta wî ra dixwezin.
PRÎSKÊ MIHOYÎ,
endamê Fêdêrasyona rojnamevanên navnetewî,
rojanevanê Komara Ûdmûrtyayê yê emekdar (Rûsya).
28.01.2015.
P.S. Hevpeyvîna me ya tevî profêsor Feyzoyê Egît bi zimanê rûsî hûn dikarin li vira bixwînin:
http://www.kurdist.ru/index.php…
Leave A Comment