Konferansa șakirê Xudo : Bîrhatin û Berhem Raport: Heso Hurmî
ĵi Belçîka û Holinda û Siwêd û Almaniya û rusiya û ĵi kurdistanê ,zêdebarê
kes û kar û xweșk û kurên xwedê ĵê razî șakirê xudo yê ku li 01.02.2007 li
Moskow koca dawî yê kirî.hêĵaye bêĵin ev
konferans ĵi alyê Komkar-Eu ,komela Hevaltî li Bottrop hatibû organîze kirin, û
kar û barên konferansî bi vî șêweyê li xwarî
derbas bûn.
Li despêkê nivîskar șêx zêdo Baedrî bi xêr hatina
amadebuyan kir û got fere em deqîqekê li
ser giyan cangorî yên kurdistanê bi sekenîn û ew kesên pîr bi șîr û mertalan û
duhî bi luliya tivingê û îro bi qelemî șerê berevanyê kirin û diken û canê xwe
kirîne qurban,li șonda xwest guhdariya çend kopleyên Beyta Laliș biken û li
peyre rêda serokê Komela Hevaltî Fetah
Tîmar ku hinekî armanc û pirograma konferansî anî ser ziman û daxwaz ĵi berêz Kovan Amedî kir peyva
komkarê pêșkêș bike û got ( em çî biken nikarîn ĵi derheqa kar û xizmet û
berhemên zanistî yên Profîsor șakirê
Xudo derbikevîn ) û serferazî ĵi konferansî re xwest ,li peyre nivîskar Wezîrê
Eșo semînarek pêșkêșkir û têda got(ĵiyana profîsor șakirê Miho ye teĵî bizav û
çalakî û berhemên zanistî û dîrokê ye û pir xebat ĵi bașûrî kurdistanê ĵi kirin
û li ser dirok û Enfal û cînosayda kurdan bi sedan gotar dayne weșandin).
Nivîskar Pîr xidir
Sulêman hinekê li dor seredanên xwedê ĵê razî bo bașurî kurdistanê û perêzgeha
laliș û hevdîtinên wî li gel sergirdên kurdistanê axfit û pêșniyaz û ra û ditinên wî anîn ser ziman û
çend wêne yen wî ku li Kurdistanê hatbûne girtin nimayișdan,li
peyre mediye kar Heso Hurmî mesaca berêz Derwêþ Ferho serokê Enistûta Kurdî li Brukselê xwand û têda ronî xiste ser hevdîtin
û têkheliyên xwe û Prof șakirê xudo û
rolê wî blind ragirt,li dumahîyê Mediyekar Heso got baștirîn dîyarî pêșkêșî
giyanê xwedî razî biken ,ku
rojnama RYA TEZE li Erminstanê wê ĵi
layê Hikumeta Kurdistanê ve bê fînasekirin daku berdwami yê bi weșana xwe bide.
Parêzer Ferîq Faroq
ĵi kurdistanê hatibû rolê ekadîmîst
șakirê xudo li ser astî siyasî ,çandî,zanistî
bilind nirxand û soz da ku hewil bide li șêxan festevalekî bi navî
șakirê Xudo li darbêxin . li peyre Dr Eskerê Buyik li dor zarokatî û ĵiyana wî a dibistanê bi
dirîĵî axvit û amaĵe karî wî yên roĵnameyî li Rya Teze li salên sêhande û bizav dikir ku netwa xwe bêxe di xizmeta
dînê xwe (Êzîdiyatî) û kurdperwerî li cem wî li peyskên bilind da bû .
Nûnerê mala Êzîdiyan
li Oldenburg kak șehab Dax di peyva xweda destxweșî li komkar û komela Hevaltî ĵi bo li darxistina vî konferansî û got( li vir ez daxwazê ĵi hikumeta
Kurdistanê dikem ku zêdetir li zana, rewșenbîr ,nivîskar û roĵnamevanên kurd xwedî derbikevin),li dawî yê
Dr Mehemed Zîno ku șagirdê Prof șakirê Xudo
bû ,têkhelîyên wî bi xwendekarîn kurd ve așkira kir û șarezaiya wî di biyava dîrokêda anî ser
ziman û got(xwedi kesatiyek bi hêz bû û pir navdar bû
di qada navnetweyî da) û pêșniyaz
kir ku tev petrûkên wî ĵi layî senter û komelên kurdan ve bêne cemandin,li
peyre Derhênerê sînemayê Casimê Wezîr li ser asteng û rêgirya dikeve pêșiya
zanyarên kurda de û prof șakirê Xudo
kire nimûne.
Li dawyê dergehê dan û standinê
û pêșniyazan ĵi amadebuyan re hate vekirin û van berêzan gotinên xwe anîn ser
ziman ,nivîskar Mehemed Heyran (têkheliya dînî û netwe ya kurdî da
zelalkirin) ,nivîskar Kamil
xwedêda (fere pirtukên pirofîsorî tev bêne wergerandin bo zimanê kurdî ,Erebî
),kak kamîran Qasim (rolekî mezin gêraye),feqîr șeref (fere peykerkî pirofîsorî
li ber dergehê kolîja Edebiyata kurdî li
kurdistanê bê çêkrin),hozanvan Hesûn Cehwer(Jîyana wî zêdetir bê zelakirin).
Hêĵaye amaĵeyê bi hindek kesatiyên amadebûy
konferansî bûn bidem mina berêzan
( Dasin Faroq beg ĵi malbata mîrên
Êzidyan, se’dilah Berwarî bepirsyarê PDK li Duslidoorf ,cineral Hisên Meran
,Nihad Mehmûd berpirsa ĵinên kurdistanê li Almaniya ,Feremaz Xerîbo ĵi komela
kaniya sipî,kamîran qasim –serokatiya bingeha laliș Almaniya,Salih omerî ĵi swêd û micêwirê Baedrê û gelekên din ĵi, fere bêĵim
ku çendeha name û mesacên piștevanî û destekê ĵi konferansî re hatin û xwesteka
tevan ĵi serfirazî û sekeftina konferansî bûn min( lalîș senter-almaniya
,www.behzani.net.niviskar Kemal Tolan,kamîran xeyrî beg-perlemanterê Iraqê yê
berê,Hazim Tehsîn beg-perlemanterê kurdistanê,Heso Nermo –qaymiqamê șêxan,nihad
mehomd –yeketiya Afretên kurdistanê șaxê almaniya ).
Di warê ragehandinêda
akîba Ktv û kak liyas ĵi tv ya mala Êzidiyan li Oldenburg
,Azad Sîso ĵi Êzîda tv ,malperên www.Behzanî.net. www.gundeme.ne ,….htd amadebûn
û bikarê xwe rabûn.
Li dawyê ĵi dibêĵim
konferans bi serktin bi dawî hat û șîv ĵi bo tev amadebuyan hatibû berhevkirin
û dest xweșiyê li wan kesan diken ku ev qurban û xêr pêșkêșî giyanê pirofîsor
șakirê xudo kirin, disan renc û keda
hêĵayan fetah Tîmar û șêx Zêdo Baedrî ĵi bo vî konferansî kêșayin hêĵayî
hurmrt û sipasiyane.
Leave A Comment