Ez pir dilxem im Ȋdo Babȇ Șȇx/Eskere Boyik
Cabeke gelekȋ giran û bi êș me bihȋst. Yek ji stûnȇn zanyarȋya Ȇzdȋnasȋyȇ bȇwext hate xar. Kurdistanȇ û Ȇzdȋxanȇ lawekȋ xweyȋ hȇja, dilsoz wunda kir. Derbeke pir giran e. Bawerîye mirov jȋ nayȇ, ku Ȋdo Babȇ Șȇx kare wa zû… Ew ji binemala Babȇ Șȇx bû, nediket pey nav û mezinayȇ, nenihȇrȋ Xwedȇ șureteke mezin dabȋyȇ û nav-mezinayȋ pey wî digeryan… Zanyar bû, tȋolog, dȋrokzan, nivȋskar, mamosta, sȋasetmedar, lȇ berȋ ewil heval bû, mirovekî helal, xemxur bi herfê Mezin.
Nȇzkayȋke qedirgirtinȇ, ruhî, hevaltȋyȇ, zanyarîyȇ, rewșenmbȋrîyȇ di nav me da hebû.
Sed heyf û mixabin.
Ez pir dilxem im, lê kes nikare derkeve dijî qirara Xwedê. Bira rehma Xwedê Îdoyê bira be, serê Kurdistanê û Êzdîxanê xwesh be.
29.11.2020

Leave A Comment