Werzên Hişk di ezmûna Evînê de/Tengezar Marînî
Di şeveke sar de,
şeveke kin de,
şeveke dagirtî xem.
Ba em biribûn.
Min sozek bi bê re hebû
Giya stirana hêza bêhêvîtî ye
Di bêdengiya berbangê de
toza li asîman belav bûbû.
Di her kêliyekê de,
dîwarê elendê herift
Li ser rûyê avê
vedenga lerzên hizran im.
Ba diherift.
Kî di xew de maye?
Di hebûna min de,
tu nivîseke mijane yî.
Hilma helbestek e,
ji êgir,
ji avê,
ji daran î.
Şeva min kolaneke dirêj e.
Awira min di çavên te de winda bû.
Stirana min,
li ser kenarê pencerê raxistiye.
Ez xemeke rengîn im,
ji destên te hez dikim.
Tiblên min
bi bîrahtainên te serxweş in.
Li ser rêka demê
ba girnijîna te revand.
Ev çi derya ye,
min di nav ramîsanekê de dikuje?!
Bi maçekê min vedigerîne jiyanê.
Bi min re li ser pelekî
dikeve nav kêf û xweşiyê?
Dar tazî bûn.
di nav çengên min de,
li ser dil, pencere kor bûn.
Bi bêrîkirinê avis bûm.
Kevok baskşikestî man.
Westiyam.
Bûm çirûskeke nav leylanê
Ji axê cuda nebûm.
Vaksîna şehwetê
ya êşê mîna giyanê xwedênasan
li min dan.
Bûm giya,
Bûm ba, av û ronahî.
Bûm stiranek.
Bûm vedenga bêdengiyeke kovandar.
Bûm qêrîna nav laşekî ji xunavê.
Ji dûr ve,
li ser dîwarê xaniyê min,
rêbiwariyan,
evîndaran,
bi tîpên reş
dilek dufelq,
çend tîpên belawela
bîranînên xwe hiştibûn.
Ez di gel şevê,
di nav deryayek ji bîranînan de rûniştim.
Vê şevê
Min dizanîbû heyveke tarî ye,
ewr bendewarê baranê ye
Êdî were
em bibin ba..
Leave A Comment