Şingal- Alên grûp û milîsên çekdar hatin daxistin
BasNews- Îro hêzên polîsê federalî li navçeya Şingalê dest bi cîbicîkirina rêkeftina Hewlêr û Bexdayê ya li ser Şingalê kirin.
Hêzên polîsê federalî, hemû wan alayên ku grûp û milîsên çekdar ên ser bi PKK û Heşda Şe’bî li Şingalê bilind kiribûn, anîn xwarê.
Qaymeqamê Şingalê Mehma Xelîl ji Kurdistan24ê re tekezî li ser dirustiya vê pêngava polîsê federalî kir û ragihand ku ev helmet di çarçoveya cîbicîkirina rêkeftina Şingalê ya navbera Hewlêr û Bexdayê, hatiye pêkanîn.
Di helmeta polîsê federalî de alayên her yek ji milîsên ser bi Heşda Şe’bî, Yekîneyên Parastina Şingalê (YPŞ) û hêzên Êzîdxanê, hatin xwarê û tenê ala Iraqê hat bilindkirin.
Li gor rêkeftinê, hêzên polîsê federalî li sînorê Şingalê têne belavkirin û heta sînorê Sûriyê dirêj dibe bi mebesta parastina wan deveran.
Roja 9ê Cotmeha 2020an, Hewlêr û Bexda li ser rewşa Şingalê û siberoja wê deverê, rêkeftinek îmze kirin.
Li gor rêkeftinê, ji aliyê îdarî ve, îdareyeke nû tê hilbijartin, ji aliyê ewlehiyê ve, hêzeke xwecihî tê pêkanîn û navendeke hevbeş a Kurdî û Iraqî rewşa ewlehiya deverê îdare dikin û hemû milîs bi dûriya çend kîlometreyan, ji navenda navçeya Şingalê têne dûrxistin. Ji aliyê avakirinê ve jî, zemînsazî ji bo vegerandina awareyan tê kirin û hewla avakriina Şingalê tê dayîn
Leave A Comment