Şingal- Nasnameya 104 termên gorên bikom aşkere bûn
BasNews- Endamê Desteya Lêkolînan û Komkirina Belgenameyên Duhokê Felah Hesen ragihand nasnameya 104 termên gorên bikom ê li Şingalê aşkere bûne.
Îro roja înê 27.11.2020an Endamê Desteya Lêkolînan û Komkirina Belgenameyên Duhokê Felah Hesen ji BasNewsê re axivî û da zanîn beriya bi demekê termên 124 kesan ji gorên bikom li Şingalê hatibûn derxistin û ji bo aşkerebûna nasnameyan termên wan bo pizîşkiya dadî ya Bexdayê hatibûn şandin. Herwiha di encama lêkolînên pizîşkiya dadî de nasnameya 104 terman hat aşkere kirin.
Di berdewamiyê jî de Feleah Hesen da zanîn li gundên Sulax û Koco 2 gundên bi kom hatine dîtin û li gundê Koca 31 term û li gundê Sulax jî 89 kesan hatibûn dîtin.
Rêxistina terorîst a DAIŞê di sala 2014an de êrîşî Şingalê kiribû û bi hezaran kurdên êzdî qetil kiribûn û bi hezaran keç û jinên êzdî jî revandibûn. Heta niha aqûbeta bi hezaran keç û jinên êzdî yên DAIŞê revandibûn jî nayên zanîn.
Leave A Comment