• Destpêk
  • Nûçe
  • Gotar
  • Kurdistanî
  • Sport
  • Behîdarî
  • Pîrozbahî
  • Reportag
  • Cand u Huner
  • Erşîf
  • عربــي
  • كوردي
  • Kurdî

Latest :

Ez pir dilxem im Ȋdo Babȇ Șȇx/Eskere Boyik -

Sunday, 29 November, 2020

Werzên Hişk di ezmûna Evînê de/Tengezar Marînî -

Saturday, 28 November, 2020

D.Seîd Me kilîta (klîla) çiya wenda kir -

Saturday, 28 November, 2020

Şingal- Alên grûp û milîsên çekdar hatin daxistin -

Friday, 27 November, 2020

Categories

  • Behîdarî
  • Cand u Huner
  • didar
  • Gotar
  • Kesyatiyên Navdar
  • Kurdistanî
  • Malbat
  • Nûçe
  • Pîrozbahî
  • Reportag
  • Sport

Gotar

  • DEST/Prîskê Mihoyî
  • Daxuyanîya Serok Barzanî ya ji bo raya giştî ya Kurdistanê
  • KOMPLÊKS Û TEVLÎHEVIYA ME Û GIRÊDANA DERÛNÊ ME BI RÛDANÊN BORÎ VE/Dîndar Koçer
  • Qedera jiyanê gelek caran berûvajî νîn û xwestka mirovane/ Bahram Arif Yassin :بهرام عريف ياسين
  • ȘENGAL/Eskere Boyik
  • Sipasî/Eskerê Boyîk
  • Dayêêê😢😢😢…Xaylaza Reşîd
  • L akrè koronayê nezi 4 milyar dinaran zerer bi kertê turîzme daye nivisin Shahwan zebari
  • Di rujeka weku evru da û li sala 2014dê,Rezwan Sindi
  • RASTIYA WÊRAN/Eskere Boyik
  • Șengal ji pey heft sala ra/Eskere Boyik
  • Rêpênedana bi Pirtûkan di Pêşengehan de.!Tengezar Marînî

Nûçe

  • Parêzgarê Duhokê rênimayên nû yên li sînorê parêzgehê ragihand
  • Serok Barzanî: PDK bûye xwendingeheke niştimanî ji bo xebatkar û têkoşerên Kurd
  • Li Hewlêrê rojane herî kêm 10 kes plazmaya xwînê dibexşînin
  • Misir û Yûnanistan astengekê datînin ber Tirkiyê
  • Sererkanê artêşa Iraqê serdana Kerkûkê kir
  • Di 24 demjimêran de, 180 pêketî li herêma Kurdistanê
  • Rêbwar Babkeyî: Herêma Kurdistanê jî beşdarî rêkeftina stratejîk ya Amerîka û Iraqê dibe
  • Hevpeymaniya dijî DAIŞê komek pêdiviyên serbazî ji Pêşmerge re şand
  • Pentagon: Valahiya ewlehiyê li navçeyên derveyî herêma Kurdistanê bûye sedem, ku DAIŞ bihêz bibe
  • Serok wezîr Barzanî ligel Konsolê Amerika li Herêma Kurdistanê civiya

Hemo: Divê her Kurdek dengê xwe li hember kiryarên PKKê bilind bike

الكاتب Naif Rasho on Monday, November 9, 2020 · شاركنا الرأي 

Hewlêr (K24) – Endamê Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê – Sûriye (PDK-S) Ebdulbasit Hemo derbarê kiryarên PKKê yên li dijî Herêma Kurdistanê de diyar kir: “Divê her Kurdek li her çar parçeyên Kurdistanê, dengê xwe, helwesta xwe zelal bike li ser van kiryarên PKKê, ji ber ku bi rastî Herêma Kurdistanê bûye hêlîna her çar parçeyên Kurdistanê.”

Endamê Polîtburoya PDK-S Ebdulbasit Hemo ji Almanyayê bajarê Dortmundê beşdarî bultena nûçeyan a Kurdistan24ê bû li ser kiryarên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) bersiv da pirsên Cemal Batun.

Li ser berteka rewşenbîrên bakurê Kurdistanê ku îro bang li PKKê kirin ku serweriya Herêma Kurdistanê nas bike û rêzê li îradeya wê ya meşrû bigre, Ebdulbasit Hemo diyar kir: “Ew daxuyanî û civîna birayên me, Kurdên me yên li Diyarbekir gaveke herî hêja ye, di wextê xwe de hatiye, pîroz e. Divê her Kurdek li her çar parçeyên Kurdistanê, dengê xwe, helwesta xwe zelal bike li ser van kiryarên PKKê, ji ber ku bi rastî Herêma Kurdistanê bûye hêlîna her çar parçeyên Kurdistanê, ku xewna Kurdan, hêviya Kurdan a sed salî, ber bi serxwebûnê ve, piştî referanduma bi pêşkêşiya Serok Mesûd Barzanî, ev xewn roj bi roj nêzîk dibe, lê di heman demê de PKK ev kiryarên hanê bide rawestandin û rêzê li serweriya xaka Herêma Kurdistana Federal bigre, ku hikûmeteke wê heye, parlemeneke wê heye, destûreke wê heye, gihaye asta dewletan, gelek konsulxane, gelek dezgehên navdewletî di hundirê Kurdistanê de rola xwe dilîzîn û Herêma Kurdistanê gelek pêşve çûye, li gorî xelkê Iraqê dibêjin, berpirsyarên Iraqê jî dibêjin.”

Li ser daxuyaniya KCKê ku dibêje “em ne li dijî serweriya Herêma Kurdistanê ne”, Ebdulbasit Hemo eşkere kir: “Ev siyaseta çewt ku xapandina hemberî Kurdan, kevn e, ne ji niha ve ye. Îro dema ku serkirdeyên PKKê, Cemîl Bayik, ez ê yek bi yek bi nav bikim, dibêjin em dewleta Kurdî naxwazin û em nahêlin dewleta Kurdî jî çêbibe. Duran Kalkan dibêje em nahêlin Sûriye û Iraq û Îran û Tirkiye parçe bibe. Murat Karayilan dibêje dewleta Kurdî xewnek, zihniyeteke kevn e. Di heman demê de jî ev êrîşên ser Kurdistanê û berjewendiyên netewî, evana bi heqîqet dikeve bin siya siyaset û îdeolojiya Qendîlê bi taybet.”

Ebdulbasit Hemo diyar dike: “Di baweriya min de û di gumana min de, her kiryareke PKKê û Qendîlê bi taybetî, dema dest pê kir, girêdayî derdorê miletê Kurd û dijminên Kurdan ve dihêle. Ez dikarim bibêjim, ev êrîşa ku dest pê kir, piştî rêkeftina Şingalê bû. Ji ber ku rêkeftina Şingalê herî girîng e ji bo Kurdan û ji bo Iraqê û ji bo miletê me yê Êzidî bi taybet, ku vegerin xaka xwe û ew herêm vegere nav mala xwe ya Kurdistanî.”

Endamê Polîtburoya PDK-Sê derbarê bandor PKKê ya li ser diyaloga Kurdî-Kurdî ya li rojavayê Kurdistanê, destnîşan kir: “Bandora Qendîlê li ser gelek dosyeyan heye. Divê ev pirs ji hemû Kurdên welatparêz û xizmeta Kurdayetiyê kirine û xwîna xwe dane, em bejna xwe li ber wan şehîdan ditewînin ku xwîna xwe ji ber Kurd û Kurdistanê dane, bi rastî divê ew bibêjin ev xebat û ev zarokên me û ev keçên me ku xebateke Kurdayetiyê kirin, ji bo doza Kurdî ye, ji bo mafê gelê Kurd e. Divê hemû kes rabin bibêjin ji PKK û Qendîlê re ‘dema tu dibêjî tu ne daxwaziya Kurdîtiyê dikî, tu daxwaziya gelên demokratîk dikî, xelk bila demokrasiyê ji xwe re ava bikin, em Kurd hewceyî dewleta xwe ya netewî ne’, em jî weke miletên Ereb û Faris û Tirk bijîn.”

 

 

 

ضمن قسم Kurdistanî · الكلمات المفتاحية


Leave A Comment

جميع الحقوق محفوظة 2021 هكار نت · تابع الخلاصات ·              E-Mail: [email protected]