DEST/Prîskê Mihoyî
Ax, vê kulê, vê bedbextîyê,
Herdu destên me ketine rikê!
Hêrs-neheqe destê meyî çepê,
Diqurçimîne destê meyî rastê!
Destê meyî rastê jî li berîka
Dijminê me da bûye xinê!
Destê meyî çepê nava şirîka
Bi nezanîyê hildide çekê!
Em çi bikim li van destên xwe,
Destê tenê deng lê dernayê!
Du destên me hev ketine şikê,
Gelo kîjanî bavêjin kelemçê?!
Gelo kîjan destî, destê rastê
Seqetkin, jêkin ji bo yê çepê?
Yanê yê çepê ji bo yê rastê?
Ne, axir destek dişo yê dinê!
Xewezil herdu destên buhur,
Xewezil herdu destên bi şêwir,
Çi rast, çi çep hev ra bi xemxur,
Dua bikrana wek “destên” Dyûrêr!..
Prîskê Mihoyî,
07.11.2020
Wêne yê Albrêxt Dyûrêr
(wênekêşê alman. 1471–1528).
Leave A Comment