• Destpêk
  • Nûçe
  • Gotar
  • Kurdistanî
  • Sport
  • Behîdarî
  • Pîrozbahî
  • Reportag
  • Cand u Huner
  • Erşîf
  • عربــي
  • كوردي
  • Kurdî

Latest :

Ez pir dilxem im Ȋdo Babȇ Șȇx/Eskere Boyik -

Sunday, 29 November, 2020

Werzên Hişk di ezmûna Evînê de/Tengezar Marînî -

Saturday, 28 November, 2020

D.Seîd Me kilîta (klîla) çiya wenda kir -

Saturday, 28 November, 2020

Şingal- Alên grûp û milîsên çekdar hatin daxistin -

Friday, 27 November, 2020

Categories

  • Behîdarî
  • Cand u Huner
  • didar
  • Gotar
  • Kesyatiyên Navdar
  • Kurdistanî
  • Malbat
  • Nûçe
  • Pîrozbahî
  • Reportag
  • Sport

Gotar

  • DEST/Prîskê Mihoyî
  • Daxuyanîya Serok Barzanî ya ji bo raya giştî ya Kurdistanê
  • KOMPLÊKS Û TEVLÎHEVIYA ME Û GIRÊDANA DERÛNÊ ME BI RÛDANÊN BORÎ VE/Dîndar Koçer
  • Qedera jiyanê gelek caran berûvajî νîn û xwestka mirovane/ Bahram Arif Yassin :بهرام عريف ياسين
  • ȘENGAL/Eskere Boyik
  • Sipasî/Eskerê Boyîk
  • Dayêêê😢😢😢…Xaylaza Reşîd
  • L akrè koronayê nezi 4 milyar dinaran zerer bi kertê turîzme daye nivisin Shahwan zebari
  • Di rujeka weku evru da û li sala 2014dê,Rezwan Sindi
  • RASTIYA WÊRAN/Eskere Boyik
  • Șengal ji pey heft sala ra/Eskere Boyik
  • Rêpênedana bi Pirtûkan di Pêşengehan de.!Tengezar Marînî

Nûçe

  • Parêzgarê Duhokê rênimayên nû yên li sînorê parêzgehê ragihand
  • Serok Barzanî: PDK bûye xwendingeheke niştimanî ji bo xebatkar û têkoşerên Kurd
  • Li Hewlêrê rojane herî kêm 10 kes plazmaya xwînê dibexşînin
  • Misir û Yûnanistan astengekê datînin ber Tirkiyê
  • Sererkanê artêşa Iraqê serdana Kerkûkê kir
  • Di 24 demjimêran de, 180 pêketî li herêma Kurdistanê
  • Rêbwar Babkeyî: Herêma Kurdistanê jî beşdarî rêkeftina stratejîk ya Amerîka û Iraqê dibe
  • Hevpeymaniya dijî DAIŞê komek pêdiviyên serbazî ji Pêşmerge re şand
  • Pentagon: Valahiya ewlehiyê li navçeyên derveyî herêma Kurdistanê bûye sedem, ku DAIŞ bihêz bibe
  • Serok wezîr Barzanî ligel Konsolê Amerika li Herêma Kurdistanê civiya

Daxuyanîya Serok Barzanî ya ji bo raya giştî ya Kurdistanê

الكاتب Naif Rasho on Tuesday, November 3, 2020 · شاركنا الرأي 

Daxuyanîya Serok Barzanî ya ji bo raya giştî ya Kurdistanê

„RÊZÊ LI DESTHILATÊ BIGRIN Û NAVÇEYÊN BO XELKÊ ME BÛYE CÎHÊ METIRSÎYÊ VALA BIKIN“

Serok Barzanî derbarê bûyerên dawî û helwestê pkkê ji bo raya giştiya Kurdistanê re peyameke nivîskî belav kir. Me teksta peyamê ji malpera wî ya fermî wergirt, li jêr parve dikî.

Peyama Serok Barzanî kin û kurt û zelal e.

  • Em şer naxwazin û me şerê Kurd û Kurd heram kiriye! Lê belê bila ti kes û alî vî helwestê me bi şaşî tênegîhe û îstîsmar neke!
  • Parastina Kurdistanê bi ser her tiştî re ye. Nuha Kurdistan ji her demî bêhtir hewcedarî bi parastinê heye!
  • Baştirîn helwest ew e, rêz li desthilata Kurdistanê were girtin û navçeyên bi destezorî lê cîh bûne û ji bo xelkê bûye egera metirsiyê, dive were vala kirin, xelk vegerin ser ax û zevî û avadaniya xwe.

Em hêvîdar in peyama Serok Barzanî bigîhe cîhê xwe û nebin sedemê rijandina xwîna Kurd bi destê Kurd ku ev tenê daxwaza dijminên Kurd û Kurdistanê ye.

***

Hemî teksta peyama li jêr e:

„Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Li vê rewşa aloza ku navçe têda derbas dibe û li van hemû qeyranên rû li welatê me kiriye, bi pêwîstî dizanim daxwaz ji hemû Kurdistaniyek bikim ku bi awayeke rastbîniyê rûbirûyê vê rewşa neguncav bibin û li asta berpirsiyariya dîrokî da bin û berev asayîkirin û nehiştina alozî û nexweşiyan hengavan bavêjin. Niha Kurdistan ji hemû demekê zêdetir pêwîstî bi zarok û gedeyên xwe yên dilsoze bo ku welatê xwe ji nexweşî û planan biparêzin.

Dîrok şahidiya ewe dide me û şanaziyê dikîn ku me şerê Kurd û Kurd heram kiriye ji ber ku gelê Kurdistanê û me hemû aliyek zerereke mezin ji şer û neyekbûn û netebayiyê dîtiye.

Lê belê nabê ev helwesta me bi şaşî bê têgihiştin û îstîxlal kirin bo ku gefa desthilata yasayî ya Herêma Kurdistanê bê kirin û hewla sepandina îradeyeke çekdaraneya neyasayî li ser xelkê Kurdistanê bê dayîn. Nabê helwesta heramkirina şerê Kurd û Kurd bi wê yekê bê şîrovekirin ku aramî û asayîşa bajar û bajarok û gundên me bê têkdan û welatiyên me bêne neçar kirin ku mal û warên xwe bi cîh bihêlin û bibin qurbanî û bi neheq bêne şehîd kirin û kes jî deng neke.

Piştî êrîşa dirindaneya terorîstên Da’îş, Pêşmergeyên qehremanên Kurdistanê rû li bereyên şerê dijî terorîstan kirin û gelek li navçeyên tixûbî vala kirin. Bi mixabiniyê ve ji wê demê ve li şûna wê yekê ku piştevaniya ezmuna Herêma Kurdistanê bikin, çekdarên PKK van navçeyên tixûbî û paşê hinek navçeyên din jî dagîr kirin û xwe wekî cîhgirê Hikûmetê sepandin û rêgiriyê li xelkê kirin mal û gûndên xwe avadan bikin û eger serdana navçayên xwe jî bikin bac û seraneyan ji wan werdigrin. Bêgûman ev reftar ne cihê qebûlkirinê ye. Helwesta niştimanperwerane û welatparêzane bi kirdarî diyar dikevê neku bi axaftin û gotaran.

Li vir da pêwîstebi bîra wan bê dema li destpêka destpêkirina bi çalakiyên xwe bûn, me hemû cûreyekê hevkariya wan kirin. Ewan bi berevajiyê ve helwesteke necamêrane nîşan da û paşê li çendîn qonaxan da şer jî li ser me da sepandin û li encamê da em hemû aliyek zerermend bûyîn.

Baştirîn helwest li vê demê da rêz girtine li desthilata şer`î û yasayî ya Herêma Kurdistanê û her wiha valakirina wan hemû navçeyane ku li rêya sepandina hêzên çekdarî hatine dagîr kirin û ji bo welatiyên Herêma Kurdistanê bûne cihê metirsiyê. Niha jî li gel da bê sedan gûnd ji ber hebûna çekdarên PKK nehatine avadan kirin û bûne qadên şer û pevçûnan.

Li vir da daxwaz ji hemu aliyek dikim bo ku rewşa welatê me ji vê zêdetir têk neçê û cihên wêrankirî bêne avadan kirin û rê li aloziya zêdetir û rûdanên nexwastî bê girtin, pêwîste rê bi xwesepandina neyasayî ya çi aliyek nedin û piştevanê li xebat û qurbaniya Pêşmerge û gelê sîtemlêkiriyê me bikin û li asta berpirsiyariya vê qonaxê da bin.

Mesûd Barzanî

02.11.2020“

ضمن قسم Gotar, Kurdistanî · الكلمات المفتاحية


Leave A Comment

جميع الحقوق محفوظة 2021 هكار نت · تابع الخلاصات ·              E-Mail: [email protected]