
Dema vê helbesta rojnamevanê navdar Prîskê Mihoyî dixwînî,
awazên stiranên gelêrî li guhê me tesele dibin.
Belkî di nav xwendevanên me da dengbêjên wisa hebin,
ku wê bixwezin kirasê awazekî gelêrî vê helbesta delal bikin û bikin stiran.
Ji xwe ev keça kurdan ya wek horîyan jî xemileke cuda daye helbestê.
Prîskê Mihoyî
LÊ-LÊ!
Min bîra dengê te kirye, lê-lê,
Akila kurmancî, zaravê nazik,
Min bîra bengzê te kirye, kawê,
Xizêma zêrîn, guharên şirik!
Enîya kever, dêmê gul-gulî,
Kimbera zîvîn – ser navkêlkê,
Êlek-bermilkê awaznarincî,
Dêrê keskesor – heft rengê!
Bejna zirav–stûna sipindarê,
Îşev mêl bûye ser birca min,
Gulîyên te jorda têne xarê,
Bîhna gulavê rahîştîye min!
Ax, ez dixwezim bi vê gulavê,
Ruhê xwe bidim esmanê jorîn,
Xwera barkim morî-mircanan,
Wer bikim eteka van steyran!
Ger bengîyên vê cîhana bêwa,
Rojên demjimar bi xem û xîyal,
Hêl bibin û bifrine kevana wîra,
Steyrên wan ra bibine heyrîcan!..
Riataza
Leave A Comment