Lîstika Qederê/Tengezar Marînî
Li wir,
di nav vedenga bêriyê de,
-nizanim pirs e an bersiv e?-
mirî di bin sîbera daran de dirazan.
Dergeh dadayî bûn.
Li min çû,
hinek bûnewerên daleqandî hebûn.
Şevbuhêrka me, li ber baranê.
Dema min har e.
Henaseya min,
ji nişka ve, li ber dîwêr giriya..
Min şev di himbêza xwe de veşart,
ba li dergehî dida, li ber kenarê tariyê,
min lingê xwe danîbû.
Dengê pêlan di tariya kesk de..
Xew sivik bû.
Reng li pişt ewran hebûn..
Tîrbûna xwedê li ser xêzekê,
di bin çavên asîmên de xamoş dibû.
Bayê reş bû,
sar û bitirs
mija rojên giran
Dem nealîkar bû,
cihek hebû, ava robarê wê bo avdaniyê bêkêr bû
Min her tişt winda kir
Hate bîra min, min çi dixwest.
Min dixwest helbestekê binivîsim
Yeke kurt,
yeke li dil neyê badan
pir zor bû
wê poetîze bikim
dilê min têra êşê nema kir
Leave A Comment