• Destpêk
  • Nûçe
  • Gotar
  • Kurdistanî
  • Sport
  • Behîdarî
  • Pîrozbahî
  • Reportag
  • Cand u Huner
  • Erşîf
  • عربــي
  • كوردي
  • Kurdî

Latest :

Ez pir dilxem im Ȋdo Babȇ Șȇx/Eskere Boyik -

Sunday, 29 November, 2020

Werzên Hişk di ezmûna Evînê de/Tengezar Marînî -

Saturday, 28 November, 2020

D.Seîd Me kilîta (klîla) çiya wenda kir -

Saturday, 28 November, 2020

Şingal- Alên grûp û milîsên çekdar hatin daxistin -

Friday, 27 November, 2020

Categories

  • Behîdarî
  • Cand u Huner
  • didar
  • Gotar
  • Kesyatiyên Navdar
  • Kurdistanî
  • Malbat
  • Nûçe
  • Pîrozbahî
  • Reportag
  • Sport

Gotar

  • DEST/Prîskê Mihoyî
  • Daxuyanîya Serok Barzanî ya ji bo raya giştî ya Kurdistanê
  • KOMPLÊKS Û TEVLÎHEVIYA ME Û GIRÊDANA DERÛNÊ ME BI RÛDANÊN BORÎ VE/Dîndar Koçer
  • Qedera jiyanê gelek caran berûvajî νîn û xwestka mirovane/ Bahram Arif Yassin :بهرام عريف ياسين
  • ȘENGAL/Eskere Boyik
  • Sipasî/Eskerê Boyîk
  • Dayêêê😢😢😢…Xaylaza Reşîd
  • L akrè koronayê nezi 4 milyar dinaran zerer bi kertê turîzme daye nivisin Shahwan zebari
  • Di rujeka weku evru da û li sala 2014dê,Rezwan Sindi
  • RASTIYA WÊRAN/Eskere Boyik
  • Șengal ji pey heft sala ra/Eskere Boyik
  • Rêpênedana bi Pirtûkan di Pêşengehan de.!Tengezar Marînî

Nûçe

  • Parêzgarê Duhokê rênimayên nû yên li sînorê parêzgehê ragihand
  • Serok Barzanî: PDK bûye xwendingeheke niştimanî ji bo xebatkar û têkoşerên Kurd
  • Li Hewlêrê rojane herî kêm 10 kes plazmaya xwînê dibexşînin
  • Misir û Yûnanistan astengekê datînin ber Tirkiyê
  • Sererkanê artêşa Iraqê serdana Kerkûkê kir
  • Di 24 demjimêran de, 180 pêketî li herêma Kurdistanê
  • Rêbwar Babkeyî: Herêma Kurdistanê jî beşdarî rêkeftina stratejîk ya Amerîka û Iraqê dibe
  • Hevpeymaniya dijî DAIŞê komek pêdiviyên serbazî ji Pêşmerge re şand
  • Pentagon: Valahiya ewlehiyê li navçeyên derveyî herêma Kurdistanê bûye sedem, ku DAIŞ bihêz bibe
  • Serok wezîr Barzanî ligel Konsolê Amerika li Herêma Kurdistanê civiya

Ҫend fikir derheqa Rȇvabirȋya Ȇzdîyan da/Eskerȇ Boyȋk

الكاتب Naif Rasho on Monday, October 19, 2020 · شاركنا الرأي 

ربما تحتوي الصورة على: ‏‏شخص واحد‏، ‏‏‏‏نظارة‏، ‏لحية‏‏ و‏لقطة قريبة‏‏‏‏

Ji pey qedem guhestina Mîrê Êzdîxanê Mȋr Tehsȋn beg ra valahîk di nav rêvabirȋya civaka Ȇzdîyan da ҫȇ bû. Berȇ jȋ rȇvabirȋ xurt nȋbû, lȇ ji bo nava evdȇn Ȇzdȋ da bawarȋ berbi rȇvabirîyȇ hȇ hebû valayȋ ewqas nedihat texmȋnkirin, eger pirsgirȇk ҫȇ dibûn Êzdîyan alȋyȇ Mȋrȇ xwe dinhȇrin. Benda gotineke wȋ bûn. Mȋr dinȇdȋtȋ, bȋnfire, fikirdarekȋ mezin bû. Axaftina xwe da fesal bû, zêde nediaxivî. Cihanȇ da naskirȋ bû. Xȇrxweza jȋ, nexweza jȋ qedrȇ wȋ digirtin, jȇra hesab rûdiniștin.
Xwestin û gazinȇ civakȇ jȋ kȇm nȋbûn.
Salȇ dewȋyê di jȋyana Ȇzdȋyan da bûyarȇn tragîk didane pey hev… Gel nȇzȋkbûna lȇya reș, ya malwȇran texmȋn dikir û nerehet bû.
Xastina teva demezirandina rȇvabirȋke olȋ û civakȋ ya xurt bû. Eger ew xwestina civakȇ bihata sȇrȋ dibe kereseta 3.8.2014 an ewqas mezin, zulm û bȇ malwêran ne bûya.
Sala 2019 an, li bajarȇ Hanovȇra, nexweșxaneke Almanȋyayȇ da Mȋr 86 salîya xwe da kiras guhest û bi qedirekȋ mezin vegerȋya pașla axa kal bavȇn xwe…
Li ber derȇ Lalișa Nûranȋ wek stûneke bawarȋyȇ ya qedȋm, wek șimvola ȇzdȋtiyȇ ye pȋroz, wek qubek ji qubê Zȋyareta Babȇ Șȇx sekinȋ bû… Dama Komkujȋya Şengalê, wan rojȇ herȋ giran da Babê Șêx ji ber derê Lalişa Pȋroz dûr neket, bi pȋrozaya xwe, bi gotin, şêwir û şȋretê xwe Ȇzdîyên cihanê ra bû hêvȋ û guman, bo temamîya Cihanê jȋ bû Simvola maqûltiyȇ, merȋfetȇ, oldaryȇ. Wȋ temenȇ xweyȋ extiyar da, temamya ȇșa Komkojyȇ, giranȋya derd, kul û birinên xelkȇ xwe bi dilȇ xweyȋ mezin hemȇz kir, bû bavȇ gelȇ xweyȋ birȋndar. Gel jȋ navê bavȇ xwe, ew navê pȋroz, wî nebyȇ Șȇx Fexirȇ Adȋyan helal kir…
Dema li ser Șengalȇ agirȇ kafira dibariya ҫavȇ dinyayȇ li Lalișa Nûranȋ û li wȋ bû. Dinyayȇ serxweșȋya wȇ tiragȇdȋya mezin didane wȋ. Giregirȇ cihanȇ dihatin serdana Lalișȇ…Derd mezin bû, birȋn kûr û bi ȇș bûn, li ber ҫavȇ wȋ neyarȇn dȋrokȋ Ȇzdȋxana wȋ, warȇ pȋroz wȇran dikirin, dikuștin, dișewitandin, dișȇlandin…
Fermana gelȇ wȋ ya here zulm, cȇribandina Qedera gelȇ wȋ ya jiyan- mirinȇ para wȋ ketibû…Ewȋ ew ȇșa giran hemȇz kiribû, girȋ dilȇ xwe da zevt dikir, mȇvan, xȇrxwez, evdȇn xerȋb bi maqûlȋ verȇ dikir, ku tev bizanbin Ȇzdȋ hene, sekinȋne, Ȇzdȋ nașkȇn. Neyarȇ kal-bavan nagihȋjin mirazȇ xweye reș, Ȇzdȋxanȇ hebe, Ȇzdȋyȇ bijȋn…
Bo jȋyana gelȇ xwe, ewȋ hinek gavȇn dȋrokȋ yȇ bi culet jȋ avȋt, biryara rastkirina hinek dogman da…
-Rehm û pȋrozayȋ te kȇm nebe, tu tim di nav ronyȇ da bȋ… Bavȇ civakȇ…
Ji min bûya, gerekȇ NOBȆL a cihanȇye here bilind bidana BABÊ ȘȆX.

Naha herd stûnȇn Ȇzdȋyatȋyȇ jȋ ȇdȋ tinene.
Li rûyê dinyayê kes nemir nîne. Rehma Xwedȇ li wan be.

Dem hatiya gerekȇ ev valayȋ bȇ tijekirin.
Me bi ҫavȇ xwe dȋt ji bo bijartina Mȋr di nav Ȇzdîyan da tevlihevȋke ҫawa ҫȇ bû. Heta niha jȋ ew pirsgirȇk hel ne bûye. Guman heye ji bo hilnijartina Bavȇ Șȇx yȇ nû qerebalixa wusa wê tune be.
Ҫawa min bihȋstȋye, bo wȋ cȋyȇ pȋroz besa du kesa tȇ kirin. Bi rastȋ ez wan herda jȋ nȇzȋkva nas nakim û dijȋ wan nȋnim, xwestina min ewe SICADA ȘȆX FEXIR ya pîroz ji wȇ ocaxȇ dernexin.
(Eger min bipirsyana, ji bo wȇ wezȋfȇ minȇ tenê navȇ navekȋ bigota ew jî ȊDO BABÊ ȘȆX e. Eger xwestina wî hebe).
Mȋr Hazim Beg û yȇ dora wȋ jȋ gerekȇ bi aqilanȇ nȇzȋkȋ vȇ bijartina Babȇ Șȇx bibin… Berȋ her tiștȋ guh bidin deng û fikira civakȇ, ku nerazbûn nava civakȇ da ҫȇ ne bin.
***
Ҫawa ji pey destnȋșankirina Mȋr ra, di rêvabirya Ȇzdȋya da ew VALAHȊ tije nebû, ez bawar nakim destnȋșankirina Babȇ Șȇx yȇ nû jȋ bi xwera guhestineke berbiҫav bȋne.
Wusan e, gerekȇ herd jȋ û yȇn dora wan jȋ rind bizanbin ku destnȋșankirina wan ra her tișt dewȋ nebûye, wȇ her tiștȇ rȇya xweda wȇ rehet bimeșe, ҫawa berȇ bûye. Wusa nabe.
Barekȋ giran ketye ser milȇ wan.
Rewșa civaka Ȇzdȋyan ya kambax niha li ber ҫava ne. Ȇzdȋ di dȋroka xweye dijwer da tu wexta wa șermezar, perȋșan û bȇhȇvȋ ne bûne, li ber pirsgirȇkȇn wa wêran û helandineke wa massayȋ nesekinȋne ҫawa niha ye.
Heta Fermanên here giran jî Êzdî teslîm nebûne, gumana parastina û ҫareserkirna pirsgirȇkȇ xwe nedane li ser kesî, çiqas jî dijwer bûya wan bi civakî dijî neyarê xwe șer kirin e û birînê xwe bi xwe bi destê xwe derman kirin e.
Niha di ҫareserkirina pirsgirȇkȇn Ȇzdȋyan ye wȇran da her kes heye, xȇncȋ rȇvabirya Ȇzdîyan.
Rûyê tunebûna rêvabirȋyȇ ya merkezî heta serokatȋya parastina Șengalê çawa pêwîst bû nehate organîzakirin, yekîtîk-tifaqek çê nebû, her tișt ketin destê hȇz û girûpên dijî hev, șexsiyetên tarî, malbetên desthiletdar.
Wan ji gorî berjewandȋyê xwe hizra tifaq û xîretê Ȇzdȋyên cihanê bo nav û kara hizbî, șexsî, girûpî dane kêranîn. Berê her komeke Ȇzdȋyan dane alîkî. Tifaq û yekîtȋya Ȇzdȋyan wêran bû. Heta niha jî tifaq û yekîtiya civakê wek hêzeke hev girtî nîne, ku maf û xwestinê Ȇzdîxanê hema çawa Herêmê Kurdistanê, dewleta Ȋreqê wusa jî asta navnetewî da biparêze, xweyî li mafê Êzdîyan derkeve.
Evȇ bȇxweyȋtȋyȇ, bȇserȋtyȇ gȋhanȋye rewșeke xahos, xurtbûna bȇtifaqȋ, bȇhȋvȋtya gel û aktȋvbûna neyarȇ Ȇzdȋyan.
Niha bi sedan rêxistinên Êzdȋyan, partî, mal-komele, Ocax û Ziyaretên nu, qube, meclȋs, Tv, radyo, fêsbûk… û nizanim çi, heta “pȇxember” jȋ hinek Ȇzdiyan ra çê bûne … Lê telebext ra serok û rêvabirên wan yê payê pirê nikarin rex hev rûnên. Ji bo her rêxistinek bi destê hêzekê, dewletekê, gelekȋ xerȋb hatȋye avakirin û ne bi kara êzdȋyatȋyê, lê bo kar û xwestina xweyê wan rêva diçe. Payê wanî pirê dijî hevin.
Niha dema rȇvabirȋke Ȇzdiya ya civakȋ û olȋ ya rewșembȋrȋ, ya xurt pȇwȋst e . Ҫima ez dibȇjim REWȘEMBȊRȊ? Ji bo vȇ dewra kompûter-întêrnêtȇ da „nezanȋ“ nikare „zanyarȋyê“ rêva bibe. Gerekê em rind bizanbin, ku dem ne weke dema 30-40 sal berȇ ye, ne jȋ Ȇzdȋ yȇ wȇ demȇ ne.
Di van sala da, di jiyana Ȇzdȋyan bûyarȇn ecȇb pȇk hatine ku bi sedsalȇn derbasbûyȋ, yȇn dûr û dirȇj da ne qewimȋ bûn. Ȇzdȋ temamya cihanȇ bela bûne. Berȇ wezȋfa Mȋr û Babȇ Sȇx hidûdȇn Ȇzdȋxana Șȇxan û Șengalȇ da bû. Niha Ȇzdiyên temamȋya cihanȇ hewcȇ wȇ rȇvabirinȇ ne. Serok û rȇvabirȇn Ȇzdiyan yȇn niha, oldar, berpirsyarȇn partîyan, komelan, sazyan, dezgehan gerekȇ tȇ bigihȋjin ku nivșekȋ Ȇzdȋyan yȇ nû radibe, nivșȇ sedsala 21 ȇ.
Em ҫiqas jȋ qedir bidine dȋroka xwe, pȋrozayȇn xwe gerekȇ guhestinȇ niha jȋ ji bȋr nekin, bifikirin ku bi cûre û xeysetȇ berȇ civak rȇvabirin ȇdȋ nabe.

Eskerȇ Boyȋk
19.10.2020

ربما تحتوي الصورة على: ‏‏شخص واحد‏، ‏‏‏‏نظارة‏، ‏لحية‏‏ و‏لقطة قريبة‏‏‏‏
ربما تحتوي الصورة على: ‏‏‏‏سماء‏، ‏نشاطات في أماكن مفتوحة‏‏ و‏طبيعة‏‏‏
ربما تحتوي الصورة على: ‏‏شخص واحد‏، ‏‏‏لحية‏‏، ‏نص مفاده '‏‎REUTERS UTERS‎‏'‏‏‏

ضمن قسم Kesyatiyên Navdar, Kurdistanî, Malbat · الكلمات المفتاحية


Leave A Comment

جميع الحقوق محفوظة 2021 هكار نت · تابع الخلاصات ·              E-Mail: [email protected]