• Destpêk
  • Nûçe
  • Gotar
  • Kurdistanî
  • Sport
  • Behîdarî
  • Pîrozbahî
  • Reportag
  • Cand u Huner
  • Erşîf
  • عربــي
  • كوردي
  • Kurdî

Latest :

Ez pir dilxem im Ȋdo Babȇ Șȇx/Eskere Boyik -

Sunday, 29 November, 2020

Werzên Hişk di ezmûna Evînê de/Tengezar Marînî -

Saturday, 28 November, 2020

D.Seîd Me kilîta (klîla) çiya wenda kir -

Saturday, 28 November, 2020

Şingal- Alên grûp û milîsên çekdar hatin daxistin -

Friday, 27 November, 2020

Categories

  • Behîdarî
  • Cand u Huner
  • didar
  • Gotar
  • Kesyatiyên Navdar
  • Kurdistanî
  • Malbat
  • Nûçe
  • Pîrozbahî
  • Reportag
  • Sport

Gotar

  • DEST/Prîskê Mihoyî
  • Daxuyanîya Serok Barzanî ya ji bo raya giştî ya Kurdistanê
  • KOMPLÊKS Û TEVLÎHEVIYA ME Û GIRÊDANA DERÛNÊ ME BI RÛDANÊN BORÎ VE/Dîndar Koçer
  • Qedera jiyanê gelek caran berûvajî νîn û xwestka mirovane/ Bahram Arif Yassin :بهرام عريف ياسين
  • ȘENGAL/Eskere Boyik
  • Sipasî/Eskerê Boyîk
  • Dayêêê😢😢😢…Xaylaza Reşîd
  • L akrè koronayê nezi 4 milyar dinaran zerer bi kertê turîzme daye nivisin Shahwan zebari
  • Di rujeka weku evru da û li sala 2014dê,Rezwan Sindi
  • RASTIYA WÊRAN/Eskere Boyik
  • Șengal ji pey heft sala ra/Eskere Boyik
  • Rêpênedana bi Pirtûkan di Pêşengehan de.!Tengezar Marînî

Nûçe

  • Parêzgarê Duhokê rênimayên nû yên li sînorê parêzgehê ragihand
  • Serok Barzanî: PDK bûye xwendingeheke niştimanî ji bo xebatkar û têkoşerên Kurd
  • Li Hewlêrê rojane herî kêm 10 kes plazmaya xwînê dibexşînin
  • Misir û Yûnanistan astengekê datînin ber Tirkiyê
  • Sererkanê artêşa Iraqê serdana Kerkûkê kir
  • Di 24 demjimêran de, 180 pêketî li herêma Kurdistanê
  • Rêbwar Babkeyî: Herêma Kurdistanê jî beşdarî rêkeftina stratejîk ya Amerîka û Iraqê dibe
  • Hevpeymaniya dijî DAIŞê komek pêdiviyên serbazî ji Pêşmerge re şand
  • Pentagon: Valahiya ewlehiyê li navçeyên derveyî herêma Kurdistanê bûye sedem, ku DAIŞ bihêz bibe
  • Serok wezîr Barzanî ligel Konsolê Amerika li Herêma Kurdistanê civiya

PDKê li ser şewitandina baregeh û Ala Kurdistanê peyamek belav kir

الكاتب Naif Rasho on Saturday, October 17, 2020 · شاركنا الرأي 

PDKê li ser şewitandina baregeh û Ala Kurdistanê peyamek belav kir
PDK Baregeh Bexda Ala Kurdistanê Şewitandin Şermezarkirin

Hewlêr (K24) – Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li ser şewitandina baregeha Liqa 5 a PDKê û Ala Kurdistanê daxuyaniyek belav kir û ragihand: “Em ji Hikûmeta Federalî daxwaz dikin, di demeke herî nêz de rêkarên yasayî li hember encamderan pêk bîne, ku komeke naskirî ye û li ser tawana xwe daxuyaniyek belav kirine, herwiha em nîgeranî û dilgiraniya xwe jî nîşan didin li ser xemsariya wan hêzên ku parastina baregehê bi wan hatibû spartin.”

Daxuyaniya PDKê wiha ye:

Îro serê sibehê 17ê Cotmeha 2020an, beşeke sergerdan a ji milîsan, ku ji prensîpên niştimanî û hestkirina berpirsyariyê dûr in, li dijî demokrasî û azadî, êrîş kirin ser baregeha Liqa 5 a partiya me û bi awayekî dûr ji nirxên niştimanî û pêkve jiyanê, baregeh û Ala pîroz a Kurdistanê şewitandin.

Em bi awayekî herî tund, vê kiryarê şermezar dikin, ku li hember baregehekê hatiye kirin ku tenê erkê encamdana çalakiyên siyasî di çarçoveya yasayan de dike.

Di heman demê de em hişyarî didin ku kesên navê “Rub’ullah” li xwe danîne û hevkarên wan, kiryarên wan dûr û nêzîk peywendiya wan bi Îslamê re tine ye û navê Îslamiyetê tenê ji bo nuxumandina tawanên xwe bi kar tînin. Bi van reftaran, temamê proseya siyasî ya Iraqê dixin rewşeke metirsîdar û ji bo îstiqrara Iraqê û aştiya civakî gef in û hukumraniyê jî ber bi heldêr dibin.

Em li Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK), tevî şermezarkirina van kiryarên neşaristanî, ji Hikûmeta Federalî daxwaz dikin ku di demeke herî nêz de rêkarên yasayî li hember encamderan pêk bîne, ku komeke naskirî ye û li ser tawana xwe daxuyaniyek belav kirine, herwiha em nîgeranî û dilgiraniya xwe jî nîşan didin li ser xemsariya wan hêzên ku parastina baregehê bi wan hatibû spartin, lê mixabin weke pêwîst erkê li ser milê xwe pêk neanîn û ti rêgirî li têkderan nekirin.

Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK)

17ê Cotmeha 2020an

ضمن قسم Kurdistanî · الكلمات المفتاحية


Leave A Comment

جميع الحقوق محفوظة 2021 هكار نت · تابع الخلاصات ·              E-Mail: [email protected]