KOMPLÊKS Û TEVLÎHEVIYA ME Û GIRÊDANA DERÛNÊ ME BI RÛDANÊN BORÎ VE/Dîndar Koçer
Eger em temaşey rûpelên dîroka Kurdistanê ya kevin û nûjen bikin, bêgûman di gellek waran de em şanaziyê bi xwe dikin ji ber ko em wek gelekê bindest û zûlmlêkirî me dest ji xebat û têkoşîn û azadiya Kurdistanê bernedaye û heta îro jî berxwedana gelê Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê ya berdewame bi rêkên cûda, ji ber ko têkoşîna azadî û serxwebûna Kurdistanê xebatek pîroz û rewa ye.
Mixabin hevdem li gel wê şanaziyê hindek rûdan û karesatên mezin yên tehil hene ko bi serê Kurdan hatine ji ber ko xayîn û welatfiroş di nav Kurdan de hebûn û hene, yek ji wan karesatên katastrofîk ya 16ê cotmeha 2017 ye demê Kurdan Kerkûk ji dest da.
Bi nêrîna min komplêks û tevlîheviyek me ya mezin heye û ew jî girêdana me bi rûdadanên demê borî ve ye û ev çende jî dibit sebebê xirabbûna derûnê mirovê Kurd û parçekirina navmala Kurdan firehtir û mezintir dikit. Ji min çewt fêm nekin, ez na bêjim xayîn û welatfiroşan ji bîr bikin yan lêborîn hebit, Na, lê nabit xiyaneta wan bibit sebebê paşkeftina bizava rizgarîxwaziya netewa Kurd, bi berovajî, wî demî pêwîste Kurd zêdetir lisersekinînê bikin li pêşveçonê û birînên xwe derman bikin.
Girêdan bi demê borî ve hîç sûdek nîne ji xeynî derswergirtinê û lewma ya pêwîste lisersekinîna me bi tenê û bi tenê li ser kêmkirina zirarê û pêşveçonê bit û wî demî em dê karin Kurdistanek azad û bi hêz ava bikin.
Çi ji dibit bila bibit lê nabit qedir û qîmetî bidin xayin û welatfiroşan.
Dîndar Koçer
16-10-2020
===
Wêne: Peykerê Pêşmergeyekê li Kerkûka dilê Kurdistanê
Leave A Comment