TOZ Û BA/Tengezar Marînî
Wax delalo,
tu gotinekê dibêjî,
serê min dagirtî berf e
bi dilovanî
tu peyvekê dibêjî
dilê min î şikestî pûç dikî!
Balindeyo,
ka li vê susretê binihêre?
Av girik e, dilê te zelal
Bi vê gerdûnê bihizire?!
Êşek heye, Dilpakiya welatê min,
ji wê kaniyê derdibe
Ev çiye li dor min digere?
Çavên wan ji gunehan mişt in
Newêrî çêran bidî
Ev gewdê min e
Li kû derê veşêrî, dibe.
Eger nikaribî min veşêrî
Termê min bavêje daristanekê!
Rêka xwe vekirî û fereh bihêle
Ev av çawa li xwe dizîvire?
Dawiya rûbarî çawa dibe?
Ev çi, keser, axînik û qêrîn in,
berya qûm avê bimije rû didin?
Azadî bi dêmekî girnijî rawestiyayî ye
Dengek im, çîroka ser zaran,
bêdengiya min bi tenê ye.
Xewna min bi tenê ye
tariya min,
tîrêja min,
zelaliya min,
destên min,
pişta min,
mana min,
çûna min,
dûrahî û nêzîkahiya min
siruşta min
stêrkên ser laşê min,
ez, evîna min,
welatê min,
tenê, bi tenê me,
mîna di nav tariyê re,
di ser pirekê re piyasê bikim!
Divê ev bi dawî were!
Çend caran..
min bo qewirandina şevê ji tariyê lavlav kir?
Ronahî vemirtî ye.
Ba hemî neynikan bi tozê dixemilîne.
Şevê çend caran
bi stêrkên xuricî hatiye xapandin?
Şev bitirs e
Ji piştî wan sînoran,
mar dişêlihin,
şivanan bilûrên xwe jibîr kirin.
Ronahî dikare çiqasî,
li wan kolanan,
wan bajaran,
beramberî wan bagerên tarî raweste?
Ronahiyên min vemirtî ne.
Leave A Comment