• Destpêk
  • Nûçe
  • Gotar
  • Kurdistanî
  • Sport
  • Behîdarî
  • Pîrozbahî
  • Reportag
  • Cand u Huner
  • Erşîf
  • عربــي
  • كوردي
  • Kurdî

Latest :

Ez pir dilxem im Ȋdo Babȇ Șȇx/Eskere Boyik -

Sunday, 29 November, 2020

Werzên Hişk di ezmûna Evînê de/Tengezar Marînî -

Saturday, 28 November, 2020

D.Seîd Me kilîta (klîla) çiya wenda kir -

Saturday, 28 November, 2020

Şingal- Alên grûp û milîsên çekdar hatin daxistin -

Friday, 27 November, 2020

Categories

  • Behîdarî
  • Cand u Huner
  • didar
  • Gotar
  • Kesyatiyên Navdar
  • Kurdistanî
  • Malbat
  • Nûçe
  • Pîrozbahî
  • Reportag
  • Sport

Gotar

  • DEST/Prîskê Mihoyî
  • Daxuyanîya Serok Barzanî ya ji bo raya giştî ya Kurdistanê
  • KOMPLÊKS Û TEVLÎHEVIYA ME Û GIRÊDANA DERÛNÊ ME BI RÛDANÊN BORÎ VE/Dîndar Koçer
  • Qedera jiyanê gelek caran berûvajî νîn û xwestka mirovane/ Bahram Arif Yassin :بهرام عريف ياسين
  • ȘENGAL/Eskere Boyik
  • Sipasî/Eskerê Boyîk
  • Dayêêê😢😢😢…Xaylaza Reşîd
  • L akrè koronayê nezi 4 milyar dinaran zerer bi kertê turîzme daye nivisin Shahwan zebari
  • Di rujeka weku evru da û li sala 2014dê,Rezwan Sindi
  • RASTIYA WÊRAN/Eskere Boyik
  • Șengal ji pey heft sala ra/Eskere Boyik
  • Rêpênedana bi Pirtûkan di Pêşengehan de.!Tengezar Marînî

Nûçe

  • Parêzgarê Duhokê rênimayên nû yên li sînorê parêzgehê ragihand
  • Serok Barzanî: PDK bûye xwendingeheke niştimanî ji bo xebatkar û têkoşerên Kurd
  • Li Hewlêrê rojane herî kêm 10 kes plazmaya xwînê dibexşînin
  • Misir û Yûnanistan astengekê datînin ber Tirkiyê
  • Sererkanê artêşa Iraqê serdana Kerkûkê kir
  • Di 24 demjimêran de, 180 pêketî li herêma Kurdistanê
  • Rêbwar Babkeyî: Herêma Kurdistanê jî beşdarî rêkeftina stratejîk ya Amerîka û Iraqê dibe
  • Hevpeymaniya dijî DAIŞê komek pêdiviyên serbazî ji Pêşmerge re şand
  • Pentagon: Valahiya ewlehiyê li navçeyên derveyî herêma Kurdistanê bûye sedem, ku DAIŞ bihêz bibe
  • Serok wezîr Barzanî ligel Konsolê Amerika li Herêma Kurdistanê civiya

Ofîsa Serokwezîrê Iraqê naveroka rêkeftina li ser Şingalê eşkere kir

الكاتب Naif Rasho on Friday, October 9, 2020 · شاركنا الرأي 

Ofîsa Serokwezîrê Iraqê naveroka rêkeftina li ser Şingalê eşkere kir

Hewlêr (K24) – Ofîsa Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî naveroka civîn û rêkeftina ligel şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya li ser asayîkirina rewşa Şingalê eşkere kir.

Di daxuyaniyê de hatiye eşkerekirin: “Îro înê 9ê Cotmeha 2020an, Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî ligel rayedarên hikûmeta federal û Hikûmeta Herêma Kurdistanê civînek ji bo rêkeftina li ser vegerandina aramî û asayîkirina rewşa Şingalê li sînorê parêzgeha Neynewa, bi amadebûna Jeanine Hennis-Plasschaert, Nûnera Taybet a Neteweyên Yekbûyî ya li Iraqê encam da.”

Ofîsa Mistefa Kazimî diyar kiriye: “Di civînê de Kazimî tekezî li temamkirina rêkeftina li ser dosyeyên îdarî û ewlehî yên navçeya Şingalê kir, ku dê bibe sedema bilezkirin û hêsankirina pêvajoya vegera awareyên wê navçeyê.”

Herwiha hatiye destnîşankirin: “Rêkeftin di zemîneke hevfêmkirina biratî de û di çarçoveya dewleta federal de hat îmzekirin û rengdana baş li ser asta navxwe û navdewletî dê hebe û bibe destpêkek ji bo çareserkirina kêşeyên temamê deverên ciyawaz ên li Iraqê.”

Di daxuyaniyê de hatiye tekezkirin: “Kazimî ragihand ku yasa desteberiya avakirina dewleteke bihêz a hemwelatî dike û pir olî û pir pêkhateyî li ber çavan digre û paşketina vegerandina aramiyê bo Şingalê li ser hîsabê xelkê wê bû ku duh di destê çeteyên DAIŞê de dinaliya û îro jî di destê tinebûna xizmetguzariyan de.”

Kazimî soz daye ku “saziyên hikûmetê hemû hewlên xwe dê bide ji bo lêgerîna wan welatiyên Êzidî ku heta niha jî çarenûsa wan ne diyar e”.

Herwiha tekez kiriye: “Hikûmeta Federal bi hemahengiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê erkê xwe di cîbicîkirina rêkeftinê de bi temamî dê bi cih bîne, da ku ev rêkeftin bi ser bikeve. Ev jî bi alîkariya xelkê Şingalê.”

Mistefa Kazimî eşkere kiriye: “Hikûmeta Iraqê bi hemû cidiyeta xwe dê hewl bide ku ti grûpeke çekdar li Şingalê nemîne, ne hêzeke navxweyî, ne jî hêzên ku ji derveyî sînorê Iraqê hatine.”

Serokwezîrê Iraqê destnîşan kiriye: “Iraq bi her awayî red dike ku grûpên çekdar axa xwe ji bo destdirêjîkirina ser welatên cîran bi kar bînin, Tirkiye be, Îran be, an jî welatekî din ê cîran.”

Di daxuyaniyê de hat eşkerekirin: “Rêkeftina vegerandina seqamgîriyê bo navçeya Şingalê, çendîn xalên îdarî, ewlehî û xizmetguzarî li xwe digre, rêkeftin ji aliyê îdarî ve bi hemahengiya ligel Hikûmeta Herêma Kurdistanê û parêzgariya Neynewayê dê were cîbicîkirin, bi liberçavgirtina daxwaza xelkê navçeyê.”

Herwiha hat diyarkirin: “Hemû tiştên peywendiya wan bi aliyê ewlehiyê ve heye di desthilata hikûmeta federal de ye bi hemahengiya ligel Hikûmeta Herêma Kurdistanê, tiştên aliyê xizmetguzarî jî, dikeve ser milê lijneya hevbeş a navbera hikûmeta federal û Hikûmeta Herêma Kurdistanê û îdareya parêzgeha Neynewa.”

ضمن قسم Kurdistanî · الكلمات المفتاحية


Leave A Comment

جميع الحقوق محفوظة 2021 هكار نت · تابع الخلاصات ·              E-Mail: [email protected]