• Destpêk
  • Nûçe
  • Gotar
  • Kurdistanî
  • Sport
  • Behîdarî
  • Pîrozbahî
  • Reportag
  • Cand u Huner
  • Erşîf
  • عربــي
  • كوردي
  • Kurdî

Latest :

Ez pir dilxem im Ȋdo Babȇ Șȇx/Eskere Boyik -

Sunday, 29 November, 2020

Werzên Hişk di ezmûna Evînê de/Tengezar Marînî -

Saturday, 28 November, 2020

D.Seîd Me kilîta (klîla) çiya wenda kir -

Saturday, 28 November, 2020

Şingal- Alên grûp û milîsên çekdar hatin daxistin -

Friday, 27 November, 2020

Categories

  • Behîdarî
  • Cand u Huner
  • didar
  • Gotar
  • Kesyatiyên Navdar
  • Kurdistanî
  • Malbat
  • Nûçe
  • Pîrozbahî
  • Reportag
  • Sport

Gotar

  • DEST/Prîskê Mihoyî
  • Daxuyanîya Serok Barzanî ya ji bo raya giştî ya Kurdistanê
  • KOMPLÊKS Û TEVLÎHEVIYA ME Û GIRÊDANA DERÛNÊ ME BI RÛDANÊN BORÎ VE/Dîndar Koçer
  • Qedera jiyanê gelek caran berûvajî νîn û xwestka mirovane/ Bahram Arif Yassin :بهرام عريف ياسين
  • ȘENGAL/Eskere Boyik
  • Sipasî/Eskerê Boyîk
  • Dayêêê😢😢😢…Xaylaza Reşîd
  • L akrè koronayê nezi 4 milyar dinaran zerer bi kertê turîzme daye nivisin Shahwan zebari
  • Di rujeka weku evru da û li sala 2014dê,Rezwan Sindi
  • RASTIYA WÊRAN/Eskere Boyik
  • Șengal ji pey heft sala ra/Eskere Boyik
  • Rêpênedana bi Pirtûkan di Pêşengehan de.!Tengezar Marînî

Nûçe

  • Parêzgarê Duhokê rênimayên nû yên li sînorê parêzgehê ragihand
  • Serok Barzanî: PDK bûye xwendingeheke niştimanî ji bo xebatkar û têkoşerên Kurd
  • Li Hewlêrê rojane herî kêm 10 kes plazmaya xwînê dibexşînin
  • Misir û Yûnanistan astengekê datînin ber Tirkiyê
  • Sererkanê artêşa Iraqê serdana Kerkûkê kir
  • Di 24 demjimêran de, 180 pêketî li herêma Kurdistanê
  • Rêbwar Babkeyî: Herêma Kurdistanê jî beşdarî rêkeftina stratejîk ya Amerîka û Iraqê dibe
  • Hevpeymaniya dijî DAIŞê komek pêdiviyên serbazî ji Pêşmerge re şand
  • Pentagon: Valahiya ewlehiyê li navçeyên derveyî herêma Kurdistanê bûye sedem, ku DAIŞ bihêz bibe
  • Serok wezîr Barzanî ligel Konsolê Amerika li Herêma Kurdistanê civiya

Serokwezîr serperiştiya civîna Encûmena Bilind a Aboriyê kir

الكاتب Naif Rasho on Thursday, October 8, 2020 · شاركنا الرأي 

Serokwezîr serperiştiya civîna Encûmena Bilind a Aboriyê kir
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ِaborî

Hewlêr (K24) – Îro bi serperiştiya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û bi amadebûna Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî civîneke Encûmena Bilind a Aboriyê ya Herêma Kurdistanê hat lidarxistin.

Di destpêka civînê de, Serokwezîr Mesrûr Barzanî diyar kir ku her çiqas niha Herêma Kurdistanê û Iraq û cîhan bi giştî di rewşeke dijwar a aborî re derbas dibe, lê kabîneya nehem di xebata vejandin û pêşvebirina aborî û avakirina jêrxana aboriya bihêz û serkeftî de berdewam e, ku Herêma Kurdistanê xwedî derfeta wê yekê ye ku bibe navenda bazirganî ya girîng li Iraq û herêmê, bi rêya rakişandina veberhênana biyanî ji bo encamdana projeyên stratejîk.

Di beşeke civînê de Sekreterê Encûmena Wezîran Dr. Amanc Rehîm raporta lijneyeke taybet a derbarê kêşeya kalîteya benzîn û sotemeniyên hawirdekirî ji derveyî Herêma Kurdistanê, eşkere kir. Di civînê de hemû pêşniyarên ji bo çareserkirina vê kêşeyê hatin pesendkirin, di nav wan de girîngiya yekkirin û nûkirina pîvan û standarda teknîkî û tendirustî û silametî û jîngeha pîvana kalîteya sotemeniyan li seranserê Herêmê.

Herwiha pêşvebirina taqîgehên navendên pişkinîna kalîteya sotemeniyê li Herêmê û dabînkirina amûrên pişkinîn û pêwîstiyên wê û raspartina Wezareta Navxwe û asayîşa bazirganiyê û tîmên çavdêriya bazirganî, ji bo lipeyçûna babeta kalîteya sotemeniyên hawirdekirî li deriyên sînorî û li nav depoyên sotemenî û benzînxaneyan û rêgirtina li wan kesan ku madeyên kîmyayî yên neguncaw bi kar tînin ji bo zêdekirina kalîteya benzînê bi şêweyekî nerast, ku encamên wê yên neyênî û xirab li ser jiyan û silametiya welatiyan û jîngeha Herêma Kurdistanê heye, tevî encamên darayî.

Di civînê de tekezî hat kirin ku bac ji qezencên kompaniyên hawirdekirina sotemenî were wergirtin, bi mercekî ku ev rêkar bandorê li ser zêdekirina buhayê sotemeniyê bo welatiyan neke.

ضمن قسم Uncategorized · الكلمات المفتاحية


Leave A Comment

جميع الحقوق محفوظة 2021 هكار نت · تابع الخلاصات ·              E-Mail: [email protected]