Qedera jiyanê gelek caran berûvajî νîn û xwestka mirovane/ Bahram Arif Yassin :بهرام عريف ياسين
Birayê min çil roje ji bo kêliyekê jî li ber çavên min neçûyî.
Jiyana çil salên xebat û mandîbûna pêşmergayetiya te di temenê biçûkaniyê de hemû di bîra min deye û weke belgefîlmeke tije serwerî û rojên bi êş û derbideriya awarebûnê, tijeye ji helwesta te ya merdane û camêriya te ji bo erkên dijwar di xizmeta şehîd Erîf Yasîn û mam Remezan, mil bi milê birayên pêşmerge û hevalên te ku tev ji te mezintir bûn, lê te mil bi milên wan mil da erka giran a xebata bê sekin û bê westiyan.
Di hemû pêvajoyên xebata şoreşa Gulan a pêşkeftinxwaz de te di temenê 14 -15 saliyê de bi awayekî rasterast û meydanî beşdariyeke kara hebû.
Di bîra min daye sala 1980’ê şehîd Erîf Yasîn, ji bo xizmeta mam Remezan tu şandiye sînorê Liqa yek, vê demê nêzî salekê di erk de bûn û venegeriyan, yekem rawistgeha jiyana xwe ya pêşmergatiyê te bi serkeftî cîbicîh kir, ji ber amadebûna te ya berdewam, di demeke kêm de bûye kesekî xwedî ezmûneke baş di warê jiyana pêşmergatiyê de. Nîşan şikêniya te zû tu weke pêşmergeyekî kara derxistî û hemû hewla te ev bû di rêza yekem de bî.
Çawa ku di demên derfetê de te girîngî bi werzişê dida û weke lîstikvanekî jêhatî xwedî taktîkên curbicur bûy. Di bîra min daye tucaran bi duranê razî nebûy. Di sefera dîrokiya cenabê serok bo sînorê liqa yek di xizmeta şehîd Erîf Yasîn de kesek bûy ji beşdarên vê rêvîtiya dîrokî. Ji destpêka destana dîrokiya Xwakurkê heta roja dawiya vê destanê, yek ji beşdarên vê berxwedana dîrokiya hêza pêşmerge bûy.
Bira qedera jiyanê wiha bû ku em zû ji soza bav bêbeş bûn, şehîd Erîf Yasîn û mam Remezan ji bo berdewmiya rêbaza pîroz a Barzanî û parastina destkeftên gelê Kurdistanê merdane serê xwe danîn, tu jî piştî wan carekê bi dijwarî birîndar bûy, ji min û Şewket jî mezintir bûy û jiyan û tecrûbeya te ya pêşmergatiyê ji ber di xizmet bûna şehîd Erîf Yasîn û mam Remezan ji ya me zêdetir bû. Te şarezayiyeke baş bi hemû pêşmergeyên rojên dijwar re hebû û ev yek bibû sedem ku ji bo hemû erkên dijwar amade bî û hertim te bedel bo wan didan, ez ji nêzve şahidê helwestên te yên merdane di demên pêwîst de û baratiya teme. Ku hertim mezinatiya xwe nîşan dida. Tevî ku ji me mezintir bûy lê hertim li pêşiya me bûy û xwedî dîsîplîneke bêsînor bûy, me nedikarî ji te dilsoztir bîn, ewqas baş li ser rêbaza pîroz a Barzanî hatibûy perwerde kirin ku weke murîd û derwêşekî hertim ji bo hilgirtina erkên dijwar amade bûy û ev yek ji taybetmendiyên te yên bilind û berçav bû.
Bi dehan caran li ber çavên min ber bi mirinê ve çûy, tenê ji bo ku destkeftên gelê Kurdistanê parastî bin û rêbaza pîroz a Barzanî berdewam be.
Şerê terorîstên DAIŞ’ê û piraniya rawestgehên wan salên dawiyê şahidê rola te ya qehremanane û bê westiyan a tene bira.
Xweştivî bûna te di nava hevalan de û kena te ya berdewam mezin bûna te baştir kifş dikir. Em hê bi xema ji dest dana Şewketê bira ranehatibûyin, te jî em hiştîn û bo vegera hembêza bav, mam û serweran bi lez bûy. Çima dibe çerxa felekê hîncaran ewqas xedar be.
Gelek erk û berpirsyartî mabûn ku lazim bû me bi hevre mil daban ber û ev rojên dijwar ku me bi hevre tevî Şewketê bira dihatin û her yek ji we erkek dixiste ser şanê xwe û hertim serkeftî bûyin. Nebûna we bi me re diyar û xuyaye birayên min, lê piştrast bin em nasekinîn, hûn beşeke pir serweriya dîroka xebata bê dabirîn a me û gelê Kurdistanê ne. Birayê min zarokên te yên çavgeş, yadîgarên te yên pîroz li ba me tevî zarokên Şewketê bira beşeke danebirî ya ruh û laşê mene, hûn aram bin, rêbaza we heya gehiştina hemû mafên rewa yên gelê Kurdistanê berdewame. Em jî bi gur û tîna berê heta dawiyê berdewam dibin, ji ber ku weke we hatîne perwerde kirin û xwendekarên yek rêbaz û xwendingehekîne.
Bi mere ne, di hizr û bîrnînên me dane û di rêza pêş dene.
Bi hesreteke mezin, lê bi şanaziyeke zêdetir biriya te dikin Ekremê me hemûyan.




Leave A Comment