Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêşwaziya şandeke Amerîkî ya bi Serokatiya nûnerê taybetî yê Serokê Amerîkayê yê bo karûbarên Sûriye û hevpeymaniya cîhanî ya dijî DIŞI

Di civînê de me derbarê guhertin û pêşhatên Îraq, Sûriye û girîngiya hevkarî kirina hêzên pêşmerge û artêşa Îraqê y abo rûbirû bûna metirsiyên DIŞIê kir.
Balyoz James Jeffrey rol û helwestên Serok Barzanî û hikûmeta herêma Kurdistanê y abo lihev nêz kirina aliyên Rojavayê Kurdistanê bilind nirxand û tekez li ser piştîvaniya Amerîkayê ya bo herêma Kurdistanê kir û got: Herêma Kurdistanê jiber pirrengî û zindî bûna dostayetiya xwe ya li gel Amerîka û welatên Rojavayî, xudan pêgeheke girîng û steratejîkiye li Rojhilata Navîn de.
Hevdem li gel ku me spasiya piştîvaniya Amerîkayê ya herêma Kurdistanê kir, behsa rewşa niha ya Îraq, deverê û têkiliyên navbera herêma Kurdistanê û hikûmeta federalî jî kir.
Di berdewamiya civînê de me behsa diyaloga heyî li gel Bexdayê kir û anî ziman ku prosesa diyalogê y abo gehêştin bi çareseriyeke mayende bo tevahiya kêşeyan li ser esasê destûra bingehîn didome.
Me herwiha tekez li ser girîngiya berdewam bûna hemahengiya ewlekarî ya di navbera hêzên pêşmerge û artêşa Îraqê bi taybetî li deverên Kurdistanî yên derveya îdareya Kurdistanê kir bo rûbirû bûna metirsiyên DIŞIê. Me dilgiraniya xwe jî ya li hember dom kirina prosesa Erebkirinê û destdirêjî û êrîş kirine ser milk û mal û zeviyên şêniyên Kurd yên deverên Kurdistanî yên derveya îdareya Kurdistanê diyar kir.
___




+3
Leave A Comment