ȘENGAL/Eskere Boyik
Tu birîna me yî,
Rik û kîna me yî.
Êsa hezaran salan,
Sebira li ber
Bîna me yî
Sengal!
Tu giryê meyî,
Warê fermanan,
Bîranîna miryên meyî,
Peykalê cangoriyan,
Wêranî, lê heyî
Sengal!
Tu gumana me yî,
Pașȋroj-pȇșȋroj
Bingeha k’ok‘a meyî,
Bi xûna pîroz nivîsar
Deftera dȋroka meyȋ
Șengal!
Tu ȇzdȋtîya meyȋ
Pȋrozgeha
Bi hezar qubayî,
Berbi esmȇn qîrîna
Dengê due‘aya meyȋ
Șengal!
Tu hîlina meyî,
Êzdîxane penaber e,
Cȋyȇ vegerȇa meyî,
Ji wundabînê xilazbûn
Warȇ dewî tuyî,
Heyî!
Șengal!
Tu ronaya me yî,
Jiyanî, ruhî,
Șemsȇ Ezdȋxana kevnar
Li ser esmanê
Kurdistana meyȋ.
Șengal!
2020
Leave A Comment