Spasname û pêzanîn ji bo xema ji destdana navext a “Ekremê bira”Bahram Arif Yassin :بهرام عريف ياسين
Ji ber pabend bûna bi rêkar û rênimûniyên Wezareta Navxwe û Wezareta Tenduristiyê lêborînê dixwazîn ku me nekarî merasîma sersaxiyê bi rêve bibeyin û di xizmeta we da bin.
Ji dil spasiya bêdawî ji bo merceiê bilind, rêzdar cenabê Serok Barzanî, hêja rêzdar Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Serokê Hikûmetê rêzdar Mesrûr Barzanî ku bi peywendiya rasterast û derbirrîna hevxemî û xwe bi xwediyê serxweşiyê zanînê, ev wefadarî û dilsoziya wan birastî bû sedema aramiya me.
Herwiha Sekerterê Polîtbirûya PDK’ê rêzdar Fazîl Mîranî û endamên polîtbirûyê, şêwirmendên cenabê serok û tevahiya endamên malbat a necîb a Barzanî, rêzdar:
– Sîdad Barzanî
– Nîhad Barzanî
– Sîhad Barzanî
– Fermandar Mensûr Barzanî
– Yûsif Barzanî
– Fermandar Rewan Barzanî
– Ebdulmuhemin Barzanî
– Sîrwan Barzanî
– Şêx Edhem Barzanî
– Şêx Sebah Barzanî
– Lêhat Barzanî
Endamên Encûmen a Serokatiya PDK’ê, Baregeha Barzanî, birûya taybet a rêzdar Nêçîrvan Barzanî û cenabê kak Mesrûr Barzanî, tevahiya Liq, Mektebên Navendî, Saziyên Girseyî, wezîr û parlemantarên rêzdar li Kurdistan û Iraqê, Sekerterên Qutabiyan, Ciwanan û Jinan.
Her du Parêzgarên Duhok û Hewlêrê, Qayimiqam, Berpirsên Yekeyên Rêvebir, Ajansa Parastina Herêm a Kurdistanê, Encûmena Asayiş a Herêm a Kurdistanê, Endamên Fermangeh a Peywendiyên Derve ya Hikûmeta Herêm a Kurdistanê ji bo westiyan û mijûl bûna wan bi me re.
Rêzdar Fermandarê Oparasyonan, Wezareta Kar û Barên Pêşmerge, Fermandarî û endamên Yekîneya 80’ê, birayên me li Fermandariya Zêrevaniyê, hemû efser û fermandarên Hêza Pêşmerge, Asayiş, Polîsên Herêm a Kurdistanê, Nûneratiyên Hikûmeta Herêm a Kurdistanê li derveyî welat, Mekteba Nûneratiya PDK’ê li Enqerê, ji bo westiyan a wan, berpirsyar û endamên Deriyê Navnetewî yê Ibrahîm Xelîl û Rêveberiya Giştî ya Tenduristiya Parêzgeha Duhokê ji bo hevkarî û kar asaniya wan.
Rêzdar Serokê Yekitiya Zanayên Olî ya Kurdistanê, rêzdarên li Mekteba Cîbicîhkar a Yekitiya Zanayan, kesayetî, rîh spî, zanayên olî, civakî, mezinên eşîran li Behdînan û seranserê Kurdistanê. Rêzdarên Devera Barzan ku di hemû xem û nexweşiyan da bi me re ne. Pêzanîn û hurmet a bêsinor ji bo we tevan ji bo derbirîna hev sozî û hev xemiyê bi wî awayê berfireh ku bi rastî bû sedema kêm bûna xem a me ya ji bo ji dest dan a Ekremê bira, yadigarê pîroz ê Şehîd Erîf Yasîn û Mam Remezan. Cihê şanaziya me ye ku we tevan bi riyên cuda weke telefon, name, peyam û riyên din yên gehandinê peyama hevxemiya xwe bi me re derbirriye. Xwedayê mezin xêra we tevan binivîse û em deyndar û minetdarê vê çakî û hevsoziya hewe yên rêzdar in.
Rêbaz a pîroz a Barzanî berdewame û heya gehiştina bo hemû mafên rewa yên gelê Kurdistanê jî berdewam dibe.
Hêvîdarîn em tev bi pabendbûn a bi rêkar û rênimûniyên Wezareta Navxwe û Wezareta Tenduristiyê û pêk anîn a kultur a parastina kesane, asta tûşbûna bi vîrûsa Coronayê li Herêma Kurdistanê ber bi nemanê ve bibeyin û bi kêmtirîn xesarê vê nexweşiya cidî û metirsîdar derbaz bikin û ji bo tevahiya pirsgirêkan hevkar û piştevaniya hikûmeta xwe bikin.
Hikûmeta me bi hêz, Kurdistan avedantir û geştir, ber bi pêşve.


Leave A Comment