• Destpêk
  • Nûçe
  • Gotar
  • Kurdistanî
  • Sport
  • Behîdarî
  • Pîrozbahî
  • Reportag
  • Cand u Huner
  • Erşîf
  • عربــي
  • كوردي
  • Kurdî

Latest :

Ez pir dilxem im Ȋdo Babȇ Șȇx/Eskere Boyik -

Sunday, 29 November, 2020

Werzên Hişk di ezmûna Evînê de/Tengezar Marînî -

Saturday, 28 November, 2020

D.Seîd Me kilîta (klîla) çiya wenda kir -

Saturday, 28 November, 2020

Şingal- Alên grûp û milîsên çekdar hatin daxistin -

Friday, 27 November, 2020

Categories

  • Behîdarî
  • Cand u Huner
  • didar
  • Gotar
  • Kesyatiyên Navdar
  • Kurdistanî
  • Malbat
  • Nûçe
  • Pîrozbahî
  • Reportag
  • Sport

Gotar

  • DEST/Prîskê Mihoyî
  • Daxuyanîya Serok Barzanî ya ji bo raya giştî ya Kurdistanê
  • KOMPLÊKS Û TEVLÎHEVIYA ME Û GIRÊDANA DERÛNÊ ME BI RÛDANÊN BORÎ VE/Dîndar Koçer
  • Qedera jiyanê gelek caran berûvajî νîn û xwestka mirovane/ Bahram Arif Yassin :بهرام عريف ياسين
  • ȘENGAL/Eskere Boyik
  • Sipasî/Eskerê Boyîk
  • Dayêêê😢😢😢…Xaylaza Reşîd
  • L akrè koronayê nezi 4 milyar dinaran zerer bi kertê turîzme daye nivisin Shahwan zebari
  • Di rujeka weku evru da û li sala 2014dê,Rezwan Sindi
  • RASTIYA WÊRAN/Eskere Boyik
  • Șengal ji pey heft sala ra/Eskere Boyik
  • Rêpênedana bi Pirtûkan di Pêşengehan de.!Tengezar Marînî

Nûçe

  • Parêzgarê Duhokê rênimayên nû yên li sînorê parêzgehê ragihand
  • Serok Barzanî: PDK bûye xwendingeheke niştimanî ji bo xebatkar û têkoşerên Kurd
  • Li Hewlêrê rojane herî kêm 10 kes plazmaya xwînê dibexşînin
  • Misir û Yûnanistan astengekê datînin ber Tirkiyê
  • Sererkanê artêşa Iraqê serdana Kerkûkê kir
  • Di 24 demjimêran de, 180 pêketî li herêma Kurdistanê
  • Rêbwar Babkeyî: Herêma Kurdistanê jî beşdarî rêkeftina stratejîk ya Amerîka û Iraqê dibe
  • Hevpeymaniya dijî DAIŞê komek pêdiviyên serbazî ji Pêşmerge re şand
  • Pentagon: Valahiya ewlehiyê li navçeyên derveyî herêma Kurdistanê bûye sedem, ku DAIŞ bihêz bibe
  • Serok wezîr Barzanî ligel Konsolê Amerika li Herêma Kurdistanê civiya

Misir û Yûnanistan astengekê datînin ber Tirkiyê

الكاتب Naif Rasho on Saturday, August 8, 2020 · شاركنا الرأي 


Misir û Yûnanistan astengekê datînin ber Tirkiyê
Misir Yûnanistan Tirkiye Rêkeftin Asteng

 

Misir û Yûnanistan piştî hewldanên sê salan, ji bo diyarkirina sînorê deryayî yê navbera her du welatan, rêkeftinek li ser bingeha yasayên navdewletî îmze kirin, bi vê rêkeftinê, van her du welatan astengeke mezin danîn ber berjewendiyên Tirkiyê.

Li gor zanyariyan, li nava Deryaya Spî 345 trilyon sêca yedega gazê heye, tevî 3.4 milyar bermîl yedega petrolê, ev serwet bûye sedema cihê milmilaniya welatên derdora Deryaya Spî.

Ji vê rêkeftinê, sê armancên Misir û Yûnanistanê hene; rawestandina çavlêbirîna Tirkiyê li serweta Deryaya Spî, bi azadî lêgerîna petrol û gazê li sînorên welatê xwe û astengkirina rêkeftina navbera Erdogan û Serac.

Misir û Yûnanistan roja pêncşemê 6ê Tebaxa 2020an, derbarê diyarkirina sînorê deryayî yê her du welatan de rêkeftinek îmze kirin, ku deverên avî yên aborî yên her du aliyan li Deryaya Spî, li xwe digre.

Samî’ Şukrî, Wezîrê Derve yê Misirê derbarê rêkeftinê de ragihand: “Ev di navbera Qahîre û Atînayê de qonaxeke nû û giring e.”

Nikos Dendias, Wezîrê Derve yê Yûnanistanê jî diyar kir: “Ev rêkeftin, berevajî rêkeftina navbera Tirkiye û Serac, li gor yasayên navdewletî ye.”

Rojhilatê Deryaya Spî, bi taybetî ew beşa ku bi çavkaniyên sirûştî dewlemend e, bûye devera nakokî û çendîn welatan rêkeftin kirine da ku rê li ber berjewendiyên Tirkiyê bigrin.

Li gor Neteweyên Yekbûyî, sînorê avî yê her welatek, heta 12 mîl qeraxa bejahiyên wî ye, lê devera aborî zêdetirî 200 mîl li xwe digre. Ji ber têkelbûna sînoran jî, welatên derdora deryayê, ji bo diyarkirina sînor û deverên aborî yên xwe, rêkeftin pêk tînin, Misir û Yûnanistan jî, li ser vê bingehê rêkeftinek îmze kirin.

“Tirkiye rêkeftin nedîtiye, lê rexne dike”

Duh Wezareta Derve ya Tirkiyê ragihand; rêkeftina sînorê deryayî ya navbera Misir û Yûnanistanê, “her wekî tine” ye, ji ber vê yekê ti sînorekî avî di navbera Misir û Yûnanistanê de tine ye, Tirkiye ji aliyê meydanî ve û li ser maseya gotûbêjan, dê her li ser vê têgihiştinê tevbigere.

Di daxuyaniyê de hatiye eşkerekirin, Tirkiye dê di parastina mafên Tirkên Qibrisê û berjewendiyên xwe yên li rojhilatê Deryaya Spî de, berdewam be.

Ehmed Hafiz, Berdevkê Wezareta Derve yê Misirê derbarê daxuyaniya Wezareta Derve ya Tirkiyê de matmayîna xwe nîşan da û got: “Sosret e ku Tirkiye daxuyaniyeke bi vî rengî dide, wan rêkeftin nedîtiye û ew hûrgiliyên wê jî nizanin.”

 

Î.A

ضمن قسم Nûçe · الكلمات المفتاحية


Leave A Comment

جميع الحقوق محفوظة 2021 هكار نت · تابع الخلاصات ·              E-Mail: [email protected]