Wezareta Pêşmerge û Berevaniya Iraqê gihiştine têgehiştineka baş
BasNews- Wezareta Pêşmerge û Wezareta Berevaniya Iraqê tekez dikin, ji hev têgehiştineka baş di navbera herdû aliyan de heye derbarê pirkirina valahiya ewlehiyê li deverên Kurdistanî yê derve ya rêveberiya Herêma Kurdistanê bi hevpişkî di navbera Pêşemerge û supayê Iraqê de.
Di vê warê de, Serfermandarê Pêşmerge Cemal Eminkî ragehand, ji hev têgehiştineka baş heye li ser binemaya wê ji hetêgehiştinê jî, danûstandin di navbera herdû aliyan de berdewam dibe. Da ku rêkkevtineka konkirîtî jî bihêt encamdan; çend xal di navbera Wezareta Pêşmerge û Wezareta Berevaniya Iraqê dê bihên gengeşekirin.
Hevdem Tehsîn Xefacî, rêveberê ragehandina Wezareta Berevaniya Iraqê tekez kir: Danûstandin bo pirkirin valahiya ewlehiyê li wan deveran li gel Pêşmerge dê berdewam be.
Di beranber de, Hevpeymaniya Nêvdewletî, wek aliyê sêyem di danûstandinên di navbera Pêşmerge û Supayê Iraqê de, rola çavdêr dibîne. Wek kolonêl Mayilz Keyngiz, gotebêjê Hevpeymaniya Nêvdewletî dijî DAIŞê tekez dike, Ew dixwazin bi her awayek be valahiya ewlehiyê li Iraqê nemîne, lew piştîvanî ya wê yekê dikin valahiya ewlehiyê li wan deveran bi hevpişkî bihêt pirkirin.
Îro civîneka giring di navbera Hêza Pêşmerge û Supayê Iraqê de birêvçû bi mebesta hevahengiyê ji bo ji navbirina DAIŞê bi yekcarî. Armanca amadebûna Hevepeymanan tenê piştîvanîkirina wan danûstandinane û ev danûstandin jî, ji aliyê siyasetvanan ve rêkkevtin li ser hatiye kirin. Niha fermande yên serbazî behsa hûrgeliyan dikin bi mebesta duristkirina jûra hevpişik li deverên wek Diyala û Mexmûr û çend deverên din, ku hêj şaneyên razayî yên DAIŞê têde mane. Hevpeyaman piştîvaniya hemû aliyekê dikin ku hewil didin DAIŞê ji nav bibin.
Berê sê civîn di navebra Wezareta Pêşmerge û Wezareta Berevaniya Iraqê li Bexda hatibûn encamdan, civîna çarem jî li Hewlêr hate encamdan û li hev têgehiştineka hevpişik di navbera Pêşmerge û Supayê Iraqê de duirst bûye bo vegerandina aramiyê bo deverên derve ya rêveberiya Herêmê, lew dixwazin di civînên dahatî de, bigehin rêkkevtina dawiyê.
Leave A Comment