Li Ber Dergehê Xewnekê/Tengezar Marînî
Mîna dareke qurum vala
xebxeba şevê
ewr westiya
Carekê, rondikên min bûne berbang
rékên winda himbêz dikim
xatirxwestin xwe bi mijê dinuxumîne.
Mîna xerîbekî derdên xwe binax dikim.
Tenêtiya xwe dilorînim
ji dêmên te xem dibarin.
li perava çîrokên min û te
bîranîn dinivin
çavên xwe bi xewê dişom.
Torikê min û te hilgirê:
rengê me,
pênivîsa me,
xewnên me,
têkçûnên me,
kesksora me,
şikestinên me,
berf û barana me,
tav û birûskên me,
çîvanokên me,
demên me,
mirinên me, ye.
Ê raxistî bi ser
biyavên êşê ez im!
hêdî hêdî bar dikim,
rojên xwe,
ba û baranên xwe,
xwêya xwe,
agirê hinavê xwe,
erd û asîmanên xwe,
derd û kulên xwe,
di nav razên van tiliyan de hilgirim.
Leave A Comment