Cotyar Adil: Seqayeka aram bo gehiştine rêkkevtinekê li gel Bexda durist bû ye
Cotyat Adil, gotebêjê hikumeta Herêma Kurdistanê zanyarî û hûrkarî derbarê dawîn civîna civata wezîran pêşkeş kir û ragehand, di van nêzîkan de, şanda Herêma Kurdistanê serdana Bexdayê dike bi mebesta çareserkirina arîşeyên di navbera herdû alîyan de, bi teybet arîşeyên darayî û deverên Kurdistanî yên li derve ya rêveberîya Herêmê.
Cotyar Adil, piştî temambûna civîna Civata Wezîran, di kongireyeka rojnamevanî de tekz kir, di çarçoveya piroseya çaksazîyê de, evro Civata Wezîran biryar li ser xalên girnd da. Yekem: pesindkirina Sinduqa Xanenişînê bû li Herêma Kurdistanê, ku ev piroje xizmeteka mezin bi wan xanenişînan dike; ewên gelek xizmet hene.
Derbarê biryara dûyem jî, gotebêjê hikumetê got: Di civîna evro de, Civata Wezîran biryar li ser mercên damezrandina pileyên taybet da û aşkera kir, pêwîste ji niha û paş, kesên hejî li cihên hejî bihên danan û merc jî taybet in bi birwanam, şarezayî û salên xizmetê. Ji niha û paş hikumeta Herêmê û tevaya wezaretan pabendî evan mercan dibin.
Herweha amaje bi biryara sêyem da û got: Ev biryar taybet bû bi karkiriana yasa ya çandinê. Di evê çarçoveyê de divê çend pêngavek bihên havêjtin. Ji wan jî, divê ew kartên zevîyan ku bi ser hevwelatîyan de hatine dabeşkirin, piştî encamdandana rêkarên yasayî bibin sened û bihên tapokirin.
Derbarê arîşeyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de, Cotyar Adil got: Ew di danûstandinê xwe de li gel hikumeta Fedral berdewam in û seqayeka aram bo gehiştine rêkkevtinekê durist bûye. Got jî: Me tekez li ser wê yekê kirîye, ku destûr binema ya çareserkirina nakokîyan û pirsên helwîstî y.
Aşkera jî kir, gîrobûna serdana şanda Herêmê bo Bexda, peywendî bi çend pirsên teknîkî di navbera herdû alîyan ve heye.
Got jî: Em berdewam in di danûstandinê xwe de li gel Bexda û amaje kir jî, ku di van nêzîkan de, şanda Hikuemta Herêma Kurdistanê serdana Bexdayê dike û hemû hewlên xwe bikar dihînin daku di wan danûstandinan de, li gor destûrê destberên mafên Herêma Kurdistanê bikin.
Derbarê deverên Kurdistanîyên li derveya rêveberîya Herêma Kurdistanê, gotebêjî hikumeta Kurdistanê got: Me amadeyî ya xwe bo pişikdarîkirinê di dosê ya ewlehîyê de li wan deveran bi hikumeta Fedral ragehandîye; çunku em dizanin valahîyeka ewlehîyê li wan deveran heye û pêwîstî bi hevkarî ya herdû alîyan heye. Tekez jî kir, danûstandin berdewam in lê mijar a aloze û pêwîstî bi gengeşekirina berdewam heye, tevî wê yekê jî li hev têgehiştineka baş di navbera herdû alîyan de durist bûye.
Leave A Comment