Qonaxeke din a xizmetê.. Eliktirîk ji Hewlêrê bo hemû Herêma Kurdistanê
Wîstgeh Xebat a eliktirîkê ya 300 mîgawat dide hat vekirin, ku ji Hewlêrê bi rêjeya sedî 10 eliktirîka Herêma Kurdistanê zêde dike. Serokê Hikûmetê jî di merasîma vekirina wê wîstgehê de soz da welatiyan: Tevî rewşa dijwar, lê kompanya û hikûmet jî bi projeyên xizmetguzariyê ranawestin.”
Projeya eliktirîkê 300 mîgawat ya Xebat ku îro dikeve kar, dikare eliktirîka Herêma Kurdistanê bi rêjeya ji sedî 10 zêde bike.
Proje ji aliyê Wezareta Eliktirîkê, kompanyaya KNOC ya Koryaya Başûr hat dirustkirin û têçûna wê jî zêdetir ji 564 milyon Dolar e.
Wîstgeh îro bi merasîmeke mezin, bi amadebûna Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Cîgirê Serokê Hikûmetê Qubad Talebanî, Konsolê Giştî yê Koryaya Başûr û çendîn berpirsên din ên hikûmî hat vekirin.
Li Kurdistanê hem ji bo zêdebûna hejmara bikaranîna eliktirîkê û hem ji bo zêdebûna kargeh û kompanyan, pêwîstiyên eliktirîkê zêdetir bû, ku pêştir pişt bi bikaranîna gazwîl bestabû.
Mesrûr Barzanî di gotara bikarxistina wîstgeha eliktirîkê de ragihand: “Ev duyem projeya xizmetguzariyê di hefteyê de hatiye destpêkirin, ev jî nîşana wê ye ku tevî rewşa niha heye, em berdewam in di xizmetkirina welatiyan û soza xwe bicih tînin.”
S. B
Leave A Comment