• Destpêk
  • Nûçe
  • Gotar
  • Kurdistanî
  • Sport
  • Behîdarî
  • Pîrozbahî
  • Reportag
  • Cand u Huner
  • Erşîf
  • عربــي
  • كوردي
  • Kurdî

Latest :

Ez pir dilxem im Ȋdo Babȇ Șȇx/Eskere Boyik -

Sunday, 29 November, 2020

Werzên Hişk di ezmûna Evînê de/Tengezar Marînî -

Saturday, 28 November, 2020

D.Seîd Me kilîta (klîla) çiya wenda kir -

Saturday, 28 November, 2020

Şingal- Alên grûp û milîsên çekdar hatin daxistin -

Friday, 27 November, 2020

Categories

  • Behîdarî
  • Cand u Huner
  • didar
  • Gotar
  • Kesyatiyên Navdar
  • Kurdistanî
  • Malbat
  • Nûçe
  • Pîrozbahî
  • Reportag
  • Sport

Gotar

  • DEST/Prîskê Mihoyî
  • Daxuyanîya Serok Barzanî ya ji bo raya giştî ya Kurdistanê
  • KOMPLÊKS Û TEVLÎHEVIYA ME Û GIRÊDANA DERÛNÊ ME BI RÛDANÊN BORÎ VE/Dîndar Koçer
  • Qedera jiyanê gelek caran berûvajî νîn û xwestka mirovane/ Bahram Arif Yassin :بهرام عريف ياسين
  • ȘENGAL/Eskere Boyik
  • Sipasî/Eskerê Boyîk
  • Dayêêê😢😢😢…Xaylaza Reşîd
  • L akrè koronayê nezi 4 milyar dinaran zerer bi kertê turîzme daye nivisin Shahwan zebari
  • Di rujeka weku evru da û li sala 2014dê,Rezwan Sindi
  • RASTIYA WÊRAN/Eskere Boyik
  • Șengal ji pey heft sala ra/Eskere Boyik
  • Rêpênedana bi Pirtûkan di Pêşengehan de.!Tengezar Marînî

Nûçe

  • Parêzgarê Duhokê rênimayên nû yên li sînorê parêzgehê ragihand
  • Serok Barzanî: PDK bûye xwendingeheke niştimanî ji bo xebatkar û têkoşerên Kurd
  • Li Hewlêrê rojane herî kêm 10 kes plazmaya xwînê dibexşînin
  • Misir û Yûnanistan astengekê datînin ber Tirkiyê
  • Sererkanê artêşa Iraqê serdana Kerkûkê kir
  • Di 24 demjimêran de, 180 pêketî li herêma Kurdistanê
  • Rêbwar Babkeyî: Herêma Kurdistanê jî beşdarî rêkeftina stratejîk ya Amerîka û Iraqê dibe
  • Hevpeymaniya dijî DAIŞê komek pêdiviyên serbazî ji Pêşmerge re şand
  • Pentagon: Valahiya ewlehiyê li navçeyên derveyî herêma Kurdistanê bûye sedem, ku DAIŞ bihêz bibe
  • Serok wezîr Barzanî ligel Konsolê Amerika li Herêma Kurdistanê civiya

Eyda Xidir û Xidir Eylas

الكاتب Naif Rasho on Thursday, May 17, 2007 · شاركنا الرأي 

Dû: Xidir Eylas (Eliyas) wek piþtevanê (xudanê) ewan kesêt nexweþ û rêvîng û zêndaniya tê hijmartin. Xidir Nebî û Xidir Eylas dû simbolêt pîrozin di nav baweriya gelek dîn û milletêt rojhelata naverast da.

Di nav her yek ji wan baweriyada bi navekî tên nasîn, wek mînak, di nav dînê Êzidiyada bi navê (Xidir Liyas û Xidir Nebî) tên naskirin; li nav Kiristiyana da bi navê (Êlîya) û li nav Þebeka, Sarliya, Kakeîya, "Ahlî Heqq" bi navê (Xidirî Zênde) tê naskirin. Her wisa di nav hinek milletêt Qefqasiya jî tên nas kirin.

Hejî gotinê (Xidir Liyas û Xidir Nebî) di mîtolocîya Êzîdiyada wek simbola nemirinê (jiyana her û her) tên berçav û bi çîvanoka Eskenderê çarqurnet (Eskenderê Mekedonî)ve tên girêdan; ku ew bo Eskenderî çone (Ava Hêwanê), ava nemiriyê bigerên û jêra bînin heta ew her zêndî bimîne. Wek çîvanok dibêje, Xidir Liyas û Xidir Nebî digehine (Ava Hêwanê) û cewdekî ji wê avê tijî diken û vedigerên bên cem Eskenderî. Li vegera xweda di westên û li bin darekê bêhna xwe der diêxin, cewdê avê bi darekêve daliqînin û herdû li bin darê dikevine xewê! Teyrek tê û nikila xwe li wî cewdê avê dide û kun dike heta ew av giþt di rije (dera dibe).

Çîvanok wisa xoya dike, ji ber ku Xidir Liyas û Xidir Nebî ji wê avê vexwarine, ew her di zêndîne. Ew dara av jî pêda hatî xwar ku „dara zeytûnê“ bû, here keske û ew teyrê nikila xwe lêdayî herî zêndîye! Ev cejn li roja înîya yekê – li gor salnama rojhilatî, ku bi sîzdeh roja dikeve paþ salnama ji dayik bûna Îsa – ji meha Sibatê ji alîyê êzîdîyêt Ermenîstanê û Gurcistanê tê derbaz kirin. Êzîdîyêt Kurdistana Îraqê, Turkîyê û Suriyê evê cejnê bi dû roja derbaz dikin:

 pêncþembû bi navê Xidir Eylas û înîyê bi navê Xidir Nebî. Li cem êzîdîyên Ermenîstanê û Gurcistanê sê roja rojîya digirin û ev rojî li sêþembûyê dest pê dikin û roja înîyê cejna wane. Lê li cem êzîdîyên Kurdîstana Îraqê, Turkîyê û Suriyê roja dûþembûyê bi rojî dibin û li roja pêncþembû û înîyê cejna xwe dikin. Her wisa li cem êzîdîyêt Îraq û Suriya her kesekî navê wî Xidir yan Eylas be, ew gereke her sê roja bi rojî bin, lê bi rastî, ne bes ew kesêt navêt wan Xidir û Eylas evan rojîya digirin, belkî gelek kesêt din jî bi rojî dibin. Ev cejn, yeke ji cejnêt mezin û giring û bi rewþ li cem êzîdîyan. Êzîdîyêt Ermenîstanê û Gurcistanê berê û niha jî adetekî wisa hebû; þeva berî cejnê gundî li gunda bi arî, dîwarê tenûrê bi wêneyê zaroka di nexiþandin.

Her wisa tewleyêt dewara û kotanêt pezî bi wêneyêt heywana û berx û canoka dinexiþinin. Ev adet pire ji bîr û bawerêt peydabûn û derbazbûna jîyanê. Ew evan deran bi arî dinexiþînin, bi wê armancê ku zarok di malê da çê bin û berhemê terþ û tewalî zêde be. Þeva berî înîyê êzîdîyêt Ermenîstanê diçin mêvandarî hev û pêþyêda diçine mala ewan kesêt mirîyêt wan di nû û serxweþîyê li wan dikin û þûnda diçine mala mirov û cînarêt xwe. Li dawîyê zelamêt gund li mala þêx û pîr û ‘ilmdara kom dibin, guhdarî qewl û beyt û du’a dikin. Armanc ji vê topbûnê ewe: bitir êzîdî digehine serhev û ewan bi hevra girêdide. Li cem êzîdîyêt Îraq û Turkîyê di vê cejnêda qurbanî dan, ankû serjêkirina heywana, her wisa nêçîr, qedexeye.

Êzîdî dibêjin: „Çê nabe qurbanî bên kuþtin û xûn bêt rijtin, her wisa nabe kes here deþtê li nêçîrê bigerê“. Ji ber ku êzîdî li ser wê bawerîyêne Xidir Elyas û Xidir Nebî di van rojada û li vî demê salêda li mehînêt xwe di swarin û tajî û tolêt wan vêrane û li deþtê li nêçîrê digerin! Lê belê ev ‘adete, ev raweþta li cem êzîdîyêt Ermenîstanê û Gurcistanê tuneye, belkî ew li vê cejnê heywana wek qurbanî serjêdikin. Tiþtekî dî here balkêþ di vê cejnêda ewe; li hêvara berê cejnê li cem êzîdîyêt Ermenîstanê li þeva berê înîyê û li cem êzidîyêt Îraqê roja pêncþembûyê, xort û qîz xwarineke þor (tijî xoy) dixon, êzîdîyêt Ermenîstanê dibêjine „totka þor“ û avê venaxwin û þûnda li ser radizin. Li cem êzîdîyêt Îraqê, Turkîyê û Surîyê jî tiþtêt þor dixon wek: qeletik, nok, baqilkêt þor û li ser radizin, bi wê hîvîyê li þevê her kesê avê bide wan, bibe dergistîyê wan. Êzîdîyêt Kurdîstanê Îraqê wisa bawer dikin, ku di xewnêda, heke av li malekê yan li kanîya gundekî vexwerin, ewê ji wê malê yan ji wî gundî bizewice! Heke kur be av li malekê vexwarî, dê bi keça wê malêra zewice, Heke keç be, dê bi kurê wê malêra bizewice!! Roja dawiyê ji rojîyêt Xidir Liyas û Xidir Nebî êzîdîyêt Îraqê dibêjinê „Zîpik û qirîpik“, ew roje gelek sermaye. Her jineke êzîdî hinekê ji pora (pirça) zarokêt xwe (keç û kura) bi meqesê jê dike. Lê belê ne tenê hindik pora zaroka di vê cejnê da tê birinê, lê pora mezina jî. ‘Adetekî wisa li cem êzîdîyêt Ermenîstanê û Gurcistanê tuneye.

Di vê cejnê da berê ‘adetekî wisa hebû ku þeva berê cejnê, zarokêt gund li Ermenîstanê gorêt ji hirîyê vehûnandî û rengîn nexiþday hildidan û navê wê gorê (Dolîdang) bû, bi têleke dirêjve girêdidan û diçûne ser banî mala cînarê wan û di kolekê ra ew dolîdang berdane xwarê û pê ra ev stiran digotin: Dolîdangê, dolîdangê, Xwedê xweyî ke xortê malê. Pîre malê bike qurbangê:

 Tiþtekî bavêje dolîdangê. Xelkê wê malê jî ew gore bi þêranî ji þekirok û mêwij tijî dikirin û zaroka dolîdang careke dî hildidan. Ev ‘adete li cem êzîdîyên Îraqê, Turkîyê û Surîyê tuneye. Þeva berê cejnê êzîdîyêt Ermenîstan û Gurcistanê „poxînê“ (êzîdîyêt Îraqê û Sûriya dibêjine „pêxûn“) di êxine amanekêda û da dinêne piþt derçika malê. Êzidîyêt Îraqê û Suriyê divê cejinêda genim û nok û baqilka di qelînin, ewî genim û cehê qelandî (qelatik) di bene aþî, di hêrin û dikene (pêxûn), ewê pêxûnê dîsan di êxine amanekê – leganekê yan tepsiyek, belê li ber derçikê mîna êzîdîyêt Ermenistanê û Gurcistanê dananin, belkî di bine qulinçka malê.

Êzîdîyêt Îraqê, Suriya û Turkîyê li ser wê bawerîyêne ku bi þevê Xidir Eylas û Xidir Nebî tevî tajî û tûlêt xwe bên mala wan û li ser wê pêxûnê hazir bin û nîþaneke xwe li ser bi cî bihêlin, da sibê xudanê malê here ewê nîþanê bibîne! Lê êzîdîyêt Ermenistanê û Gurcistanê wisa fikr dikin ku hespê Xidir Nebî li ser wê poxînê þopa ne’la xwe bihêle! Eve tiþtekî pîroze û mizgînîya xêr û bereketêye ji wê malê ra, mala Xidir Nebî û Xidir Eylas herinê. Li vê cejnêda, êzîdîyêt Îraqê xwarina amade dikin û li gel pêxûn û qeletika diçine nav dexil û dan û zevîyêt xwe, ewê xwarinê di navda di bijînin, da xêr û bereket û zêdebûn bikeve berhemê wê salê.

Gotineke Êzidîya heye dibêje: „Xidir Liyas û sal xilas“. Ev cejine, cejna here dawiya demê zivistanêye û piþtî wê seqem û sermay hêdî-hêdî kêm dibe
 

Çavkanî: www.kaniya-sipi.de

Dema weþandinê di Malpera www.xetara.com de: 03.12.2007

ضمن قسم Sport · الكلمات المفتاحية


Leave A Comment

جميع الحقوق محفوظة 2021 هكار نت · تابع الخلاصات ·              E-Mail: [email protected]