Henaseya te Himbêz dikim/Tengezar Marînî
ûzîk aram e
Dengê Cam, nizim
Ken, xatirxwestin
Hest bêdawî dibin,
di nav awirên te de.
Li ser lêvên min
henaseya te
Li ser pişta şevê
şopa tiliyên te
Wisa nazik te digot
Dem li dora me
li semayê serxweş e
dizîvire
hizra min li pey
sîbera te:
Ba
himbêza min
baskên evînê
Nêzîkî te, dûrî te,
hizra dengê te
Ez, helbest, peyv.. kûr, bilind
Hebûn
Min bêriya te kiriye:
MIJ
Leave A Comment