Mesrûr Barzanî: Emê guhertinan berdewam bikin
BasNews – Serokê Hikumeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bersiva hinek pirsyarên din yên hevwelatîyan de, ku bi rê ya facebook û İnstagramê ve ji wî hatibûn kirin û ragehand, Em berdewam dibin li ser gehertinan û me bername heye, temamê fermanber û hevwelatîyan hisaba bankî hebe û dixwazin bawerîyê di navbera Bank û hevwelatîyna de durist bikin.
Pirs û bersivên îro 06.07.2020ê yên serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê waha ne;
Pirsyar: Guhertinên di rêvebirîyê de, dê bihên kirin?
Mesrûr Barzanî: guhertin di rêvebirîyê de pêwîste û me destpêkirîye. Wek hun dibînin guhertin di kabîneya wezarî de hatîye kirin. Di asta parêzgehan de jî, hinek guhertin hatine kirin. Bo xelkên Duhokê jî, hinek guhertin hatine kirin, parêzgar hatîye guhertin, li hinek pişkên din yên rêvebirîya parêzgehê guhertinan dê bikin.
Ev guhertinên hanê pêwîst in ji bo pêşxistina xizmetguzarîyê û cîbicîkirina karnameya hikumeta Herêmê. Xelkên xwedî şîyan gelek in. Ewên li cihekî serkevtî bûn dikarin li cihên din jî serkevtî bin. Rê bihêt dan bi xelkê nû û xwîna nû daku ew jî bikarin xwe ezmûn bikin li gor wê pisporîya wan heye xizmeta ezmûna Kurdistanê bikin.
Pirsyar: Erê hikumetê bername heye, ku her fermanberekî hisaba bankî hebe?
Mesrûr Barzanî: Me bername heye bo hemû hevwelatîyan eger ew bixwazin wan hisaba bankî hebe. Ev mafê her kesekîye bikare hisaba bankî ya xwe hebe. Yek ji arîşeyên sereke, ew ku bawerî di navbera hevwelatîyan bankan de nemaye. Gelek sedem jî bo evê yekê hene. Berî her tişt divê em karekê bikin bawerîyê di navbera hevwelatî û bankan durist bikin. Pişkek ji sîyaseta nextîneyê girêdayî ye bi hikumeta fedral ve û hinek rêkar hene, ku divê ew jî razî bibin. Em berdewam dibin daku sîstema bankî li Herêma Kurdistanê durist bikin, hem cihê bawerîyê be û hem jî li şûna wê yekê mamelê bi kaş bihête kirin, hevwelatî bikare bi Kirîdit Kart kar bike û li piranîya welatên pêşkevtî ev yek heye û kêm dibînin ku kaş bi destê xelkê ve be. Ev yeke ji bernameyan û em dixwazin kar li ser bikin û sîstemeka pêşkevtîya bankê li Herêma Kurdistanê ava bikin. Tevaya hevwelatîyan bi fermanberan ve jî mafê wan e hisaba bankî hebin.
Pirsyar: Erê tu dikarî wek kesek asayî di nav bazarê Hewlêrê de hatinûçûnê bikî?
Mesrûr Barzanî: Min gelek pêxweşe û gelek caran jî ez hatim e, lê renge we hest pê ne kir be. Ez gelek hez ji jîyana asayî dikim. Min pêxweşe her dema ku guncayî be, bihêm pîyaseyekê bikim û li bazar bigerim. Ev tişteke ez gelek pê dilxweş dibim.
Pirsyar: Tu hez li çi xwarin dikî?
Mesrûr Barzanî: Min xwarineka Taybetmend nîye, lê ez gelek hez li xwarinên Kurdî dikim.
Leave A Comment