Mezlûm Ebdî û fermandeyê hêzên Rûsya li Sûriyê behsa Rojava kirin
BasNews – Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD), general Mezlûm Ebdî bi Fermandarê Hêzên Rûsya li Sûriyê, general Alexander Chayko re civiya.
Mezlûm Ebdî li ser twîttera xwe ragihandiye, ku wî duhî pêşwazî li Fermandarê Hêzên Rûsya li Sûriyê, general Alexander Chayko kiriye û bi wî re behsa pirsên hevbeş, bi taybet binpêkirina rêkeftina 23 Cotmehê ji aliyê Tirkiyê ve û herwiha kuştina sê çalakvanên jin ên Kurd, gotûbêj kiriye.
Fermandarê Giştî yê HSDê gotiye: “Me pêşwaziya fermandarê hêzên Rûsyaê yê li Sûriyê general Alexander Chaiko kir. Me babetên hevpar, di nav de binpêkirinên Tirkiyê ji peyamana 23 Cotmehê û bi taybet terorkirina hersê çalakvanên jin ên Kurd li Kobanê nîqaş kirin.”
Mazlûm Ebdî her wiha aniye ziman: “Di civînê de me li ser bilindkirnia asta koordîneyê û xebatên hevpar li hev kir. Me spasiya wî kir ku xebata li hemberî rageşiyan bersivand.”
Aerêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên Sûrî di 9 Cotmeha 2019 de êrîşî Rojavayê Kurdistanê kiribûn û herdu bajarên Serê Kaniyê û Girê Spî tevî dehan gundên derdora wan bajaran ji destê hêzên Kurdî û hêzên HSDê derxistibûn.
Piştre Amerîka û Rûsyayê du rêkeftinên cuda bi Tirkiyê re kirin û êrîşên Tirkiyê bo ser Rojavayê Kurdistanê hatin rawestandin.
Her piştî êrîşa Tirkiyê, hêzên Rûsya bo yekemîn car bi rêkeftina li gel Fermandariya Giştî ya HSDê, derbasî Rojavayê Kurdistanê û navçeyên di bin desthilatdariya Rêveberiya Xweser de bûn.
Li gor wan rêkeftinên di navbera Tirkiye-Amerîka û Rûsya-Tirkiyê de, hêzên Kurdî çekên xwe yên giran heta 30 kîlometrean ji sînorê Tirkiyê dûr kirin, herwiha hêzên Tirkiyê û Rûsya li navçeyên sînorî dewriyeyên hevbeş destpê kirin.
Hêzên Sûriyeya Demorkatîk dibêjin, tevî ku ew pabendî bendên rêkeftina agirbestê bûne, lê belê hêzên Tirkiyê û çekdarên ser bi wî welatî ve êrîşên xwe didomînin û binpêkariyan dikin.
Li aliyekê din di 23 Hezîrana bihorî de jî balafireke dorne ya Tirkiyê êrişî gundê Helîncê li rojhilatê herêma Kobanê kiribû û di encamê de 3 jinên Kurd bi navên Mizgîn Xelîl, Leyla Xelîl û Zehre Berkel jiyana xwe ji dest dabûn.
Yek ji wan jinan, Zehre Berkel endama Koordînasoya Kongreya Star bû, ku bi gotina Mistefa Balî, wê di berxwedana Kobanî de kedek mezin dabû.
Her têkildarî wê bûyerê û piştî ku hêzên Rûs ên li Rojavayê Kurdistanê ti helwêstek nîşan nedan, xelkê Kobanî çend roj piştî bûyerê, li nav bajêr xwepêşandan kirin û bi ser baregeha hêzên Rûsî de girtin.
Leave A Comment