Wergêran: Isolde Kurz/Tengezar Marînî
Isolde Maria Klara Kurz di (* 21. Dezember 1853 li Stuttgart ji dayîk bûye û di 6. Nîsanê 1944 li Tübingen koça dawî kir) , helbestvan, nivîskar û wergervan bû. Ew xwişka 4 bira bû…
Ev tu yî
Ji jiyana herî veşartî, nepen
her dem hişyar dibe:
Ê din birîndar meke
yê din -ew tu yî!
Dema êşê bidî nexweş î
Eziya me nexweş û şêt e.
Rêbendan di ezeziya xwe de bigire
her tiştê li wir hilmê dikêşe.
Li Dora Te
Çi bû tayê xewê şikand
Kî dûv yê mayî ket?
Palgeha min vê sibehê
Ji rondikan şil bû
Çi xewn e li dora min?
Ji nişka ve xwe şêland
Ev rondik dibarin
Tenê ji bo te
Leave A Comment