• Destpêk
  • Nûçe
  • Gotar
  • Kurdistanî
  • Sport
  • Behîdarî
  • Pîrozbahî
  • Reportag
  • Cand u Huner
  • Erşîf
  • عربــي
  • كوردي
  • Kurdî

Latest :

Ez pir dilxem im Ȋdo Babȇ Șȇx/Eskere Boyik -

Sunday, 29 November, 2020

Werzên Hişk di ezmûna Evînê de/Tengezar Marînî -

Saturday, 28 November, 2020

D.Seîd Me kilîta (klîla) çiya wenda kir -

Saturday, 28 November, 2020

Şingal- Alên grûp û milîsên çekdar hatin daxistin -

Friday, 27 November, 2020

Categories

  • Behîdarî
  • Cand u Huner
  • didar
  • Gotar
  • Kesyatiyên Navdar
  • Kurdistanî
  • Malbat
  • Nûçe
  • Pîrozbahî
  • Reportag
  • Sport

Gotar

  • DEST/Prîskê Mihoyî
  • Daxuyanîya Serok Barzanî ya ji bo raya giştî ya Kurdistanê
  • KOMPLÊKS Û TEVLÎHEVIYA ME Û GIRÊDANA DERÛNÊ ME BI RÛDANÊN BORÎ VE/Dîndar Koçer
  • Qedera jiyanê gelek caran berûvajî νîn û xwestka mirovane/ Bahram Arif Yassin :بهرام عريف ياسين
  • ȘENGAL/Eskere Boyik
  • Sipasî/Eskerê Boyîk
  • Dayêêê😢😢😢…Xaylaza Reşîd
  • L akrè koronayê nezi 4 milyar dinaran zerer bi kertê turîzme daye nivisin Shahwan zebari
  • Di rujeka weku evru da û li sala 2014dê,Rezwan Sindi
  • RASTIYA WÊRAN/Eskere Boyik
  • Șengal ji pey heft sala ra/Eskere Boyik
  • Rêpênedana bi Pirtûkan di Pêşengehan de.!Tengezar Marînî

Nûçe

  • Parêzgarê Duhokê rênimayên nû yên li sînorê parêzgehê ragihand
  • Serok Barzanî: PDK bûye xwendingeheke niştimanî ji bo xebatkar û têkoşerên Kurd
  • Li Hewlêrê rojane herî kêm 10 kes plazmaya xwînê dibexşînin
  • Misir û Yûnanistan astengekê datînin ber Tirkiyê
  • Sererkanê artêşa Iraqê serdana Kerkûkê kir
  • Di 24 demjimêran de, 180 pêketî li herêma Kurdistanê
  • Rêbwar Babkeyî: Herêma Kurdistanê jî beşdarî rêkeftina stratejîk ya Amerîka û Iraqê dibe
  • Hevpeymaniya dijî DAIŞê komek pêdiviyên serbazî ji Pêşmerge re şand
  • Pentagon: Valahiya ewlehiyê li navçeyên derveyî herêma Kurdistanê bûye sedem, ku DAIŞ bihêz bibe
  • Serok wezîr Barzanî ligel Konsolê Amerika li Herêma Kurdistanê civiya

23. Parçeyek ji Helbesteke Bi Dawî Nehatî/Tengezar Marînî

الكاتب Naif Rasho on Thursday, July 2, 2020 · شاركنا الرأي 

ربما تحتوي الصورة على: ‏شخص واحد‏Westana evînê
Saw, li bîra te tê,
dema dilê min hat ser perenga hêrzê
asîman ji lewlewê ket.
Kî wê rahêje wî bayî?
Xewn di nav mista rûbarekî serxweşket.
Tariye heyv/ Asîman jî,
di yekîniyên min serî radikî.
Tîrêjên te serhişk, ji cîhan min dabirayî,
li ser palgeh bendewarê destê te me
Mobile û ez xemên xwe li nav agahiyan belav dikin.
Kolan û tevnênên Internêtê,
dijberiyên dorpêçkirî.. Wisa mijdar, wisa dîmenê te li ber çavên min.
kî xwe davêje nav gumanan?
Çi di çavên te de gavên xwe bi bawerî davêjin?
Kôlanên min ji keysebazan tije ne;
Kenên sar in bajarên me. Bi sarî dikenî.
Ez vê demê dihedinînim, serpêhatiyên salan dibêjim..
Destên min reşehişkokî bûne.
Li ser wî dîwarî wêneyekî bi awireke melûl,
kulên salan di bêdengiya min û te de diçêne.
Dem li ber çûnê ye, zor e.
Ji pencera oda xwe, ya berê wê li rêyeke dilşikestî,
çavên min bi serxweşekî ket.
Wisa digirî, hinavê min herişand..
Li ser eniya wî çend derd û hinek kelmêş li hev civiyanbûn
Baskên xwe berba dikirin
Deng bi meya bêrîkirin bêhş ketibû. Li hêla din.. hizra min bi tenê.
Min xwe bo germa şevê amade dikir
Bêcirî, min zarokaniya xwe anî bîra xwe,
min tu anî bîra xwe.
Çend kevokên serjêkirî..
Ji nişka ve, sîbera helbestvanî diyar bû..
Di laşê min de qurtek av nema ye.
Ya mayî dibe rondik
Sîbera te min dorpêçdike
Ez ji Şîn û girî westiyam
Ji min re bibêje,
ev gor ji bilî hestiyan çî din veşartine:
Ba digirî, hawîrdora min dikeve
Derya di helbestê de
Kesk dinivîsim, xwîn diherike

Ez di nav şevê de bar dikim
Hun: ên di helbesta min de raketî
Peyvên xwe li şûna xwe bihêlin.

Canê:
Min bibe ba xwe
Min himbêz bike
Min bike tîrêj bo xwe
Êşa min rizgar bike

Ez zêrevanê
„şîrê reş im“ û dabezandina sînoran
Zêrevanê Sêdaredanan li Rojhilat
Zêrevan stiran û zimên min li bakur,
li rojava destê min nagere,
nalîna şax û zinarên başûr e

Çi bêjim?
Tîp ji tozê ne
Helbest ji kevir
Kengî dê ev piyale biyava şînê dûr bike?
Tiliyên min dizîn,
roj, heyv, ba, şev û rojên min dizîn.
Zimanê min,
welatê min dizîn
dar ji ser serê helbesta min ranekirine
ez bûme bersiva pariyê nên
kî zimanê min digire;
Peyv bûne xwelî

23/24.06.2020

ضمن قسم Cand u Huner · الكلمات المفتاحية


Leave A Comment

جميع الحقوق محفوظة 2021 هكار نت · تابع الخلاصات ·              E-Mail: [email protected]