Ax Pişta min/ Tengezar Marînî
Reng di Rondikan de,
vemirt.
Xezeb
Agir dilîze
Giyan bêxew e
Di bîrdanka êgir de
xezeb
Ronahiyek di nav tariyê de,
bi tenê rûniştiye,
awireke xemgîn
di gewriyê de peyvek peyvek
şevê zîl da
dem ber bi ezelê ve
ewrekî tarî bêdeng
kelcanê serê xwe bi tozê şeh dikir
Aso nivistiye
Wêne ji rengan vala bû
Ji tiliyan,
ez sîbereke payîzî me
zingil lê dide
dipûnije xewna min
Ma tu Nizanî?
Ji stiranê awaz reviya
Hilma min çikiya
Bayê sibehî tûj,
bayê sibehî sar
ba xûz dibe
sergêj bûne reng, keskesor hejiya
Ma tu nizanî?
01.07.20. !4:45
Leave A Comment