Parlamenterek: Biryara seroka parlamentoyê bo rêgiriya li bicîhanîna yasaya çaksaziye

BasNews – Parlamenterekî PDKê ragehand, biryara seroka parlamentoyê yek ji hewldanên rêgirtina bicîhanîna yasaya çaksaziyê ye.
Endamê fraksiyona PDKê li Parlamentoya Kurdistanê Nizar Mela Xefar ji BasNewsê re ragehand, biryara seroka parlamentoyê bo hilweşandina biryara parêzbendiya li ser Soran Omer neyasayiye û kar pê nayê kirin.
Nizar Mela Xefar dibêje biryara seroka parlamentoyê yek ji hewldanên rêgirtina bicîhanîna yasaya çaksaziyê ye û got: ‘’Dixwazin bi wê biryarê ve raya giştî ji rê derbixin û berevajî bikin li bicîhanîna yasayê.’’
Herwaha ragehand, ti hewl û fişarek nabe sedem bo bicîhanîna yasaya çaksaziyê û wek fraksiyona PDKê jî ew piştevaniyê li bicîhanîna yasayê dikin.
Leave A Comment