• Destpêk
  • Nûçe
  • Gotar
  • Kurdistanî
  • Sport
  • Behîdarî
  • Pîrozbahî
  • Reportag
  • Cand u Huner
  • Erşîf
  • عربــي
  • كوردي
  • Kurdî

Latest :

Ez pir dilxem im Ȋdo Babȇ Șȇx/Eskere Boyik -

Sunday, 29 November, 2020

Werzên Hişk di ezmûna Evînê de/Tengezar Marînî -

Saturday, 28 November, 2020

D.Seîd Me kilîta (klîla) çiya wenda kir -

Saturday, 28 November, 2020

Şingal- Alên grûp û milîsên çekdar hatin daxistin -

Friday, 27 November, 2020

Categories

  • Behîdarî
  • Cand u Huner
  • didar
  • Gotar
  • Kesyatiyên Navdar
  • Kurdistanî
  • Malbat
  • Nûçe
  • Pîrozbahî
  • Reportag
  • Sport

Gotar

  • DEST/Prîskê Mihoyî
  • Daxuyanîya Serok Barzanî ya ji bo raya giştî ya Kurdistanê
  • KOMPLÊKS Û TEVLÎHEVIYA ME Û GIRÊDANA DERÛNÊ ME BI RÛDANÊN BORÎ VE/Dîndar Koçer
  • Qedera jiyanê gelek caran berûvajî νîn û xwestka mirovane/ Bahram Arif Yassin :بهرام عريف ياسين
  • ȘENGAL/Eskere Boyik
  • Sipasî/Eskerê Boyîk
  • Dayêêê😢😢😢…Xaylaza Reşîd
  • L akrè koronayê nezi 4 milyar dinaran zerer bi kertê turîzme daye nivisin Shahwan zebari
  • Di rujeka weku evru da û li sala 2014dê,Rezwan Sindi
  • RASTIYA WÊRAN/Eskere Boyik
  • Șengal ji pey heft sala ra/Eskere Boyik
  • Rêpênedana bi Pirtûkan di Pêşengehan de.!Tengezar Marînî

Nûçe

  • Parêzgarê Duhokê rênimayên nû yên li sînorê parêzgehê ragihand
  • Serok Barzanî: PDK bûye xwendingeheke niştimanî ji bo xebatkar û têkoşerên Kurd
  • Li Hewlêrê rojane herî kêm 10 kes plazmaya xwînê dibexşînin
  • Misir û Yûnanistan astengekê datînin ber Tirkiyê
  • Sererkanê artêşa Iraqê serdana Kerkûkê kir
  • Di 24 demjimêran de, 180 pêketî li herêma Kurdistanê
  • Rêbwar Babkeyî: Herêma Kurdistanê jî beşdarî rêkeftina stratejîk ya Amerîka û Iraqê dibe
  • Hevpeymaniya dijî DAIŞê komek pêdiviyên serbazî ji Pêşmerge re şand
  • Pentagon: Valahiya ewlehiyê li navçeyên derveyî herêma Kurdistanê bûye sedem, ku DAIŞ bihêz bibe
  • Serok wezîr Barzanî ligel Konsolê Amerika li Herêma Kurdistanê civiya

Keleșȇ Ҫilo, mȇrxwesekȋ șerȇ Erenzȇ/Eskerȇ Boyȋk

الكاتب Naif Rasho on Tuesday, June 16, 2020 · شاركنا الرأي 

ربما تحتوي الصورة على: ‏‏شخص واحد‏، ‏‏جلوس‏‏‏Keleşê Çilo di dema Mîrzikê Zaza da ( nîvê sedsala 19 an) mêrxwesekî êla Qizilȋya yê bi nav û deng bûye, mezintayî bavikekî wê e‘șȋrȇ kirȋye. Heta niha jî derheqa mêranîya wî xweșmêrî û bûyarȇn dema wȋ da ҫȋrokȇn hewaskar bȋra Ȇzdiyȇn Xalta da mane, dengbêjan li ser kilam sȇwirandine. Kilama „Şerê Erenzê „ da navê wî bi kubarȋ tê gotin, pesinê mêranya wî jî tê dayîn. Ew tê navkirin „Şivanê suyara“, „Bavê Memed û Mistê“, “Suyarê Kafir Kelo.“ Çîrok û kilamên li ser wî li nava gel da mane û heta niha jî li nav civaka Êzdîyan da tên bîranîn.

Çîrokbêj, rehmetȋyȇ Hemzoyê Xalit digot: „Pêşîya digotin, serokatȋya êlê di dest Mîrzikê Zaza da bûye, lê mêrxasî ya Keleşê Çilo bûye“.
Bîranîneke hewaskar heye. Dema șerȇ Erenza Șêxan, hȇzȇn musulmaniyȇ bi serokatya Esabȇ Ciboyȋ (30 hezar) dora Ridiwanȇ û Erenzȇ digrin. Mîrê weiatȇ Xalta Mȋrzikȇ Zaza bsng li mȇrxwesȇn Ȇzdiyan dike ku bȇn hewara wan. Navbera Mîrzik û Keleș xweș nȋ bûye. Mȋrzik bawar nake Keleșȇ Ҫilo bȇ. Lȇ Kekeș berȋ teva egȋtȇn xwe va tȇn û li wȋ serȋ da mȇranȋya mezin dikin. Keleș Mȋrzik ra dibȇje: „Îro roja xȋret û namûsȇ ye, ҫi navbera meda heye bira bimȋne pașȇ“. Ev gotina dȋrokȋ ji bo temamya gelȇ Kurd ciyȇ hȋnbûnȇ ye.
Bi saya xȋret û tifaqê, cara ewlin Ȇzdȋ berxordana dijȋ musulmaniyȇ da ser dikevin. Hȇzȇn dijmin 3-4 cara yȇ wan zȇdetir bûn.

Çîroka Keleşê Çilo wusa jî li ser kasêtê bi gotina dengbêj Gêncoyê Temo gîhîştîye destê min. Ser bingeha çîrokên wan çîrokbêjan ( serecema teva jî bawarkî mîna heve ) me ev têkstan nivîsî.
Li nav civaka Kurdan da, kilam hîmlî, li ser şerê navxuyî, talan û cerda da kuştina mêra hatine sêwirandin. Bi wî awayî, wan li nav civaka cahil da, nav û dengê xwe hîştine.
Wextekê, (li ser çi bûye, çîrokê cuda têne gotin, seva vê lêkolînê, serecema wan ewqas jî pêwîst nîne) navbera Keleşê Çilo û bûrayê wî (birayê jina wî) Elîyê Kilho li hev dikeve. Keleş lê dixe bûrayê xwe dikuje. Jina Keleş: Qeşema Kilho, ji bo kuştina birayê xwe, mêr dihêle diçe mala bavê xwe.
Gundê Keleş Dûsalike, Gîrê Çilo, gundê mala bavê Qeşemê jî Mizereşe. Li rex gundê Keleş girek heye. Heta niha jî jêra dibên Girê Çilo. Navbera herd gund da 5-6 km in. Çem navbera wan ra dikşe.
Herd malbet pismamên heve nêzîk bûne.
Rojekê, Keleşê Çilo koma xwe va ji seferekê vedigere, nêzîkî gundê Têlanê Mêrwanê Gundikî, mirovên xwe va, dajone pêşîya wan. Şerê navbera wan da Memûdê xulam (xulamê Keleş) tê kuştin. Keleş ad û qirar dike, sond duxwe heta Mêrwanê Gundikî nekuje û heyfa Memûdê xulam hilnede gerekê mala xwe da rehet ranezê..
Keleş radibe, tenê berê xwe dide gundê Mêrwanê Gundikî, diçe. Lê dinhêre Merwan wê li nav zevîya xwe da, ya birinc dane, zevîyê av dide. Dey lê dike, dibê hazir be, çekê xwe hilde em şerkin.
Li nav Kurda da şerme, bê dey lê kirin, derbê li dijminê xwe dî. Heta Mêrwan radihîje şûr, mertal û rima xwe, hespê Keleş li nav zevîya avdayî da dikeve hezekê û lingê hespê çokê da dişkê. Şêr da Keleş bi du gula birîndar dibe, vedigere mal. Hekîm tê ser, bîrînê wî derman dike. Birîn ber bi xêrê diçin, baş dibin.
Lê çawa dibe, rojekê birînê wî bi sivikayî dêşin. Keleş xulam dişîne pey hekîm. Hinek çîrokbêj dibêjin hekîm ji gundê mala bavê Qeşema Kilho bûye, hinek jî dibêjin rîya gundê hekîm wî gundî ra derbaz bûye. Qeşem pê dihese. Dema xulam derman tîne, yan hakim diçe, ku derman bive birîna Keleş pê derman ke, Qeşem wan dixapîne, jerê dike li nav dermên. Bi wî dermanî Keleşê Çilo dimire. Wsa Qeşem heyfa birê xwe: Elyê Kilho ji mêrê xwe: Keleşê Çilo hiltîne.
Kilama ki ser Keleşê Çilo hatye sêwirandin, me ji kasêta dengbêj Gêncoyê Temo nivîsî:

Ha hî î î î î î î î î î
Wî lê lê ê ê ê ê ê ê ê ê
Memed dibê dayê bavê min kuy?
Mistê dibê dayê bavê min kuye?
Belê lê Hezarê dibê, lawo bavê te wê çûye
Xopana qesra Ridiwanê,
Şêwrê dike, davêje li ser talanê Eynûkê, Endêranê,
Lo lo ê wa yê lo lo wey lo lo.

De rabe, derdê dilê min, bavê Memed, bavê Mistê,
Gavanê suyara, suyarê Kafir Kelo,
Kanê, lê min kanê, lo min kanê…

Wî lê lê ê ê ê ê ê ê ê ê
Dayê berîka Têlanê berî tevê,
Bavo berîka Têlanê berî tevê,
Belê, rima ser destê bavê Memed, bavê Mistê,
Gavanê suyara, bê çil û çar movik darî çamê,
Gelek şaneşûnê bavê Memed, bavê Mistê,
Gavanê sûyara hene li dewra vê dinyayê,
Rojê sê cara bi şûrê zirav dajote ser laşê Memûdê xulam,
Lo lo wa ye lo lo ,wey lo lo

De rabe, derdê dilê min, bavê Memed, bavê Mistê,
Gavanê suyara, suyarê Kafir Kelo,
Kanê, lê min kanê, lo min kanê…

Wî lê lê ê ê ê ê ê ê ê ê ê
Dayê meneka bavê Memed, bavê Mistê weteye ji bezê,
Bavo meneka bavê Memed, bavê Mistê weteye ji bezê,
Ezê rabim serimeke qerimekê çêkin
Ji bavê Memed, ji bavê Mistê ra vê sibê ji darî gezê,
Ezê rabim herim xopana qesra Ridiwanê
Xwe bavêjim tol û bextê Mîrzikê Zaza-
Bêjim gelî Êzdîya ez bextê we û Xwedê me
Hûnê dilê xwe ji kuştina Keleşê Çilo xweş nekin
Rojeke weke roja şerê mîrate Erenzê kêrî me tê.
Hey lo lo lo hey lo lo hey lo lo …

De rabe, derdê dilê min, bavê Memed, bavê Mistê,
Gavanê suyara, suyarê Kafir Kelo,
Kanê, lê min kanê, lo min kanê…

Wî lê lê ê ê ê ê ê ê ê ê ê
Ezê bêjim hekîmo, ez qurbana te me
Nizanim çima usa tu nezanî,
Hekîmo, ez qurbana te me
Nizanim çima usa tu nezanî,
Îro te qutîk û melhemê xwe
Li bal Qşema Gelho danî,
Ax avîte birîna bavê Memed, bavê Mistê
Vê sibê jera Silêmanî,
Hey lo lo lo hey lo lo hey lo lo…

De rabe derdê dilê min, bavê Memed, bavê Mistê
Gavanê suyara, suyarê Kafir Kelo,
Kanê, lê min kanê, lo min kanê…

( Got dengbêj Gêncoyê Temo).

(Ji pirtûka E. Boyîk „ Ȇzdiyatȋ, Mȋrzikȇ Zaza, fermanên Reș“ 2006. )

ربما تحتوي الصورة على: ‏‏نص‏‏

ضمن قسم Uncategorized · الكلمات المفتاحية


Leave A Comment

جميع الحقوق محفوظة 2021 هكار نت · تابع الخلاصات ·              E-Mail: [email protected]